HPG: Bi fedaîtî şer kirin û bûn pêşengên berxwedanê

HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, "Hevrêyên me Rêvan, Xwînda, Êrîş, Reşît û Mem li dijî êrîşên bi rêbazên qirêj ên dijmin bi fedaîtî şer kirin û bûn pêşengên berxwedanê."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji roja destpêkê ya têkoşîna me û vir ve destsanên lehengiyê yên mezin afirandin û di dîroka berxwedanê ya gelê me de rûpelekî nû vekirin. Li gel êrîşên dagirkeran jî şerekî mezin ê îradeyê kirin û derbên giran li armancên mêtingeriyê yên dijmin xistin. Di berxwedana dîrokî de ku bi rengê tîmên bi tevger ên gerîla û şerê tunelan tê meşandin, artêşa Tirk a dagirker gelek kuştî da. Ji Avaşînê heta bi Heftanînê hevrêyên me her bihosta Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin qada berxwedanê û li dijî dijmin di nava şerekî giran de ne. Ev berxwedan bi ked û fedakariyeke mezin dewam dike. Hevrêyên me Rêvan, Xwînda, Êrîş, Reşît û Mem ku li hemberî her cûre êrîşên qirêj ên dijmin bi fedaîtî şer kirin, bersiv dan û pêşengî ji berxwedanê re kirin, gihîştin şehadetê.

Van hevrêyên me bi kesayetiya xwe ya berxwedêr û rêbaza şerê fedaî tevkariyên gelekî mezin li berxwedana me ya dîrokî kirin û ji bo pêkanîna armanca azadiyê ya gelê me bêteredût ber bi şehadetê ve meşiyan. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Rêvan, Xwînda, Êrîş, Reşît û Mem bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Rêvan Pîro Dilşad
Nav paşnav: Gulistan Narîn
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Medîne-Emîn
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Hezîrana 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Xwînda Dilbirîn
Nav paşnav: Dîlan Mûhammed Eşref
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Dayik-Bav: Cemîle-Mûhammed Eşref
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Hezîrana 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Êrîş Bawer
Nav paşnav: Ferhat Abî
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Nîmet-Fûat
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Tebaxa 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Reşît Kiçî
Nav paşnav: Zinar Şahîn
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Dayik-Bav: Emîne-Abdûllah
Dem û cihê şehadetê: 14'ê Tebaxa 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Mem Alan
Nav paşnav: Îbrahîm Gundogdû
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Hediye-Abdûllah
Dem û cihê şehadetê: 14'ê Tebaxa 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

RÊVAN PÎRO DILŞAD

Hevrêya me Rêvan li Amedê ji dayik bû, ku ev herêma me di dîroka Kurdistanê de her tim bi berxwedana bi rûmet a li dijî dagirkeriyê tê naskirin û bi serhildanên xwe her demê hêz daye têkoşîna azadiyê ya gelê me. Xelkê me yê Amedê ku dewleta Tirk a dagirker bi taybetî êrîşê dibe ser, bi polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê dixwaze ji têkoşînê vegire, ti carî ji sekna xwe ya li aliyê azadiyê tawîz neda. Hevrêya me ev kevneşopiya berxwedanê û êrîşên bêrehm ên dagirkeran ji nêz ve dît, bi vî rengî mezin bû û zû tevlî nava refên têkoşînê bû, polîtîk bû. Ji ber ku ji derdora wê tevlîbûn li nava refên têkoşînê hebû, her wiha ji ber ku li nava malbat û derdoreke welatparêz mezin bû, hervêya me Rêvan bi îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo re têkiliyeke xurt danî. Rastiya sîstemê dît ku jinê nahesibîne, îradeya wê dişikîne û dixe xizmeta mêr û ev yek ti carî qebûl nekir. Li hemberî jiyana bêesîl û bênasname ya ku sîstem li ser gelê me, jin û ciwanên Kurd ferz dike, ji boa zadiya gelê me bala xwe da ser Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku di nava şert û mercên herî giran de li çiyayên Kurdistanê têkoşîneke dîrokî dimeşînin. Hevrêya me tevlî nava karên ciwanan bû, bi vî rengî fikrên Rêber Apo bêhtir ji nêz ve nas kir û asta xwe ya têgihiştin û biryardariyê timî bilind kir. Sala 2014'an li hemberî êrîşên îmha û tunekirinê yên li ser gelê me yê li Rojava û Şengalê, weke her jineke ciwan a Kurd a bi rûmet ti carî bêdengî qebûl nekir, beşdarî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû, bersiva pêwîst da dagirkeran û cih û eta têkoşînê nîşanî ciwanên Kurd da.

Hevrêya me Rêvan ku perwerdeya xwe ya şervanên nû bi rengekî serketî qedand, bi tecrûbe û danheviya xwe ya îdeolojîk derbasî qada Cîlo bû yek ji deverên herî dijwar ên Zagrosan e û gerîlatiya xwe ya destpêkê li wir kir. Li Zagrosan sê salan gerîlatî kir û veguherî gerîlayeke şareza. Mîna di nava jiyanê de her wiha di nava şer de jî li refên herî pêş cih girt û weke milîtaneke pêşeng a YJA Starê ji xwe re kir esas ku wezîfeyên xwe hemûyan bi rengekî serketî pêk bîne. Li Zagrosan bû fermandar û pratîkeke xurt kir. Piştre jî derbasî herêma Xakurkê bû û têkoşîna xwe ya bi bandor a li dijî dagirkeran dewam kir. Hevrêya me bi hêrsreke bêdawî li hemberî dagirkeran şer kir û pêşengî jig elek çalakiyan re ikr, kir ku derbên giran li dijmin bêne xistin. Tevî ku birîndar bû, bi îradeya xwe ya xurt û daxwaza xwe ya mezin a têkoşînê zû rehet bû, careke din li eniya pêş cih girt û ji bo israr kir ku li refên herî pêş şer bike. Hevrêya me Rêvan herî dawî derbasî herêma Avaşînê bû, li Avaşînê bû parçeyek ji berxwedana dîrokî, bû fermandara YJA Starê ya mînak a şerê me. Hevrêya me Rêvan ku bi îradeya xwe ya xurt, bi dilsoziya xwe ya bi îdeolojiya Rêbertî û hezkirina hevrêtiyê dihate naskirin, li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Hevrêya me Rêvan li Qada Berxwedanê ya Werxelê demeke dirêj têkoşiya, weke fermandareke YJA Starê ya ciwan, ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê, bi fedaîtî jiya û şer kir, ji bo hevrêyên xwe bû mînak.

XWÎNDA DILBIRÎN

Hevrêya me Xwînda li bajarê Hesekê ji dayik bû ku ev herêma me bi dilsoziya xwe ya bi nirxên Kurdistanî tê naskirin, xwedî li Şoreşa Azadiyê ya Rojava derket û ji roja destpêkê ve beşdarî nava refên berxwedanê bûye. Ji ber ku ji malbat û derdora wê tevlîbûn li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê çêbû, her wiha li nava derdoreke welatparêz mezin bû, hevrêya me şahidî ji zext û zilma rejîma Baas a li xelkê me yê Rojava re kir. Xelkê me yê Rojava ku şopdarê felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ye, bi pêvajoya şoreşê re xwe ji dayina berdêlan venegirt û bi çalak tevlî nava têkoşînê bû, piştî berxwedaneke dîrokî azadiya xwe bi dest xist. Xelkê me yê Rojava polîtîkayên qirêj ên DAÎŞ, El Nûsra û dewletên faşîst ên li pişta wan pûç kir, nîşanî tevahiya cîhanê da ku ti hêz nikare li hemberî îradeya azadiyê bisekine. Hevrêya me Xwînda jî li nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava mezin bû, weke jineke Kurd a ciwan li refên herî pêş cih girt û li dijî çeteyên barbar şer kir. Hevrêya me rastiya ku jina di nava sîstemê de nayê hesibandin kir pêşenga Şoreşa Azadiyê ya Rojava û gelê me azad kir, bi şênberî dît, hêza felsefeya azadiyê ya Rêber Apo dît û bi xurtî pê ve hate girêdan. Di pêvajoya şoreşê de hevrêya me Xwînda li refên herî pêş li dijî dagirkeran şer kir, di heman demê de perwedeya xwe ya Kurdî jî bi rengekî serketî qedand û piştre mamostetiya Kurdî kir. Hevrêya me ji bo paşerojeke azad a zarokên Kurd gihîşt wê baweriyê ku divê pêvajoya şoreşê bênavber dewam bike, lewma dest bi lêgerîna li rê û rêbazên têkoşîneke hîn xurtir kir. Hevrêya me ku partiya me PKK a bi pêşengiya Rêber Apo ji nêz ve nas dikir, dît ku bi têkoşîna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê gelê me dikare bi temamî azad bibe û sala 2016'an biryar da ku têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê dewam bike, ku rê nade dagirkeran.

Hevrêya me bi bandora xeta jiyanê ya PKK'ê û têkiliyên hevrêtiyê yên xurt di demeke kurt de hînî şert û mercên gerîlatiyê bû û bi hemû hêza xwe tevlî nava jiyanê bû. Bi perwerdeyan asta xwe ya hişmendiyê bilind kir, di taktîkên gerîlatiyê de pispor bû, bû gerîlayeke YJA Starê ya pêşeng ku bersiv dida pêwîstiyên demê. Hevrêya me di Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê de kûr bû, tiştên ku hîn bû bi hevrêyên xwe re parve kir û bi vî rengî tevlîbûneke mînak çêkir. Piştî ku demekê li Garê kar kir, derbasî herêma Avaşînê bû ku yek ji qadên herî giran ên têkoşîna me ye. Hevrêya me Xwînda li vir demeke dirêj gerîlatî kir, karekî serketî meşand. Cihê xwe di nava berxwedana destanî de girt ku li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker tê kirin, beşdarî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li mêtingeran hate xistin û bi tecrûbeya xwe ya xurt a li nava jiyan û şer pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Bi kesayetiya xwe ya ji dil û dilnizm, bi taybetmendiya xwe ya kedkar li her qadê têkiliyeke xurt bi hevrêyên xwe re danî û li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê. Hevrêya me ku li qada leşkerî jî bi serwerî û pisporiya xwe dihate naskirin, tecrûbeyên xwe ji hevrêyên nû re vegot û di pêşxistina wan de bû xwedî rol û kedeke mezin.

ÊRÎŞ BAWER

Hevrêyê me Êrîş li nava malbateke welatparêz a ji eşîra Gewda ku yek ji eşîrên bi kok û dilsozê çanda xwe ya Kurdistanê ye, li gundê Germavê yê Elkê ji dayik bû. Gundê Germavê ku bi welatparêziyê tê naskirin gelek ewladên xwe tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir û tevkariyên girîng li têkoşîna azadiyê ya gelê me kir. Ji ber vê yekê jî dijmin timî zext li vî gundê me yê welatparêz kir. Malbata hevrêyê me Êrîş jî ji ber zextên dijmin neçar man ji gund koçî Wanê bike. Hevrêyê me Êrîş ji ber ku di demekî welê de bû ku van polîtîkayên dijmin fêhm bike, li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Bi neçûyîna dibistanên sîstemê ev hêrsa xwe nîşan da û di baweriya têkoşînê de bû. Hevrêyê me Êrîş demekê li nava karên ciwanan xebitî. Di heman demê de ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike çû metropolên Tirkiyeyê, li wir nêrîna dewleta Tirk a li gelê Kurd hîn bi eşkere dît. J ber vê yekê jî hêrsa wî ya li hemberî dijmin gelekî zêde bû û gihîşt wê baweriyê ku di têkoşînê de divê hîn kûrtir bibe. Ji ber ku ji derdora wî tevlîbûn li nava refên gerîla çêbû û hinek şehîd ketin, hevrêyê me Êrîş biryar da ku beşdarî nava refên gerîla bibe û wezîfeyên xwe yên welatparêzî û şoreşgerî bi cih bîne.

Hevrêyê me Êrîş li ser vê bingehê sala 2012'an beşdarî nava refên gerîla bû, perwerdeya destpêkê li qada Xakurkê dît. Ji ber şert û mercên giran ên şer, neçar ma ku perwerdeya şervanên nû nîvco bihêle û cihê xwe di nava Pêngava Şoreşgerî ya Şemzînanê de girt. Tevî ku wî dixwest biçe qada şerê giran, ji ber nebûna tecrûbeya xwe ya gerîlatiyê û şer, li nava karên binesaziyê hate wezîfedarkirin. Hevrêyê me Êrîş bi bandora têkoşîna lehengî ya hevrêyên xwe gihîşt wê baweriyê ku divê hêjayî vê têkoşînê be û bi hemû hêza xwe ji hevrêyên xwe re bû alîkar, hewl da ku kêlî bi kêlî hevrêyê xwe hîs bike. Ji ber vê yekê di her karî de serketî bû û li nava hevrêyên xwe bû cihê baweriyê. Hevrêyê me Êrîş di Pêngava Şemzînanê de ji aliyê leşkerî ve bû xwedî tecrûbeyeke mezin û li ser vê bingehê xwe bêhtir kûr kir û xwest xwe xurtir bike. Ji bo vê jî derbasî Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mehmet Goyî bû û li vir tevî perwerdeya li ser operasyona giştî her wiha tevlî perwerdeyên îdeolojîk bû. Hem ji aliye leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve xwe bêhtir xurt kir, li dijî êrîşên DAÎŞ'ê û çeteyên mîna wan, xwest ku bi têkoşîna gelê me re be û weke şoreşgerekî Kurdistanê berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Li ser vê bingehê sala 2015'an tevlî şerê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bû û cihê xwe di gelek pêngavan de girt. Di vê pêvajoya şer de bi tevlîbûna xwe ya fedaî bala hevrêyên xwe kişand û bû milîtanekî ji hevrêyên xwe hemûyan re bibe mînak. Di pêvajoya şerê giran de bi sekn û tevlîbûna xwe bû hevrêyekî li pêş. Hevrêyê me Êrîş di pêvajoya şer de kûrbûna xwe mezin kir û bi taybetî ji sekn û hevrêtiya ji fermandarên pêşeng ên Hêzên Taybet hevrê Şervan Varto û Şehîd Bawer Xebat bi bandor bû û xwest tevlî karên Hêzên Taybet bibe. Ji bo vê jî israr kir. Piştî ku pêşniyara wî ya ji bo Hêzên Taybet hate qebûlkirin, hevrêyê me Êrîş beşdarî pêvajoyeke berfireh a perwerdeyê bû û li vê derê xwe ji aliyê ruhî û manewî ve bêhtir kûr kir. Di kûrbûnê de jî şikandina tecrîda li ser Rêberê me û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberî ji xwe re kir esas, jiyaneke bêyî Rêbertî ji xwe re bêwate dît. Lewma li her qada jiyanê ji bo pêkanîna vê armancê têkoşiya. Hevrêyê me ev sekna xwe li her kêliya jiyanê nîşan da, bû xwedî nêzîkatiyeke kedkar. Bi hezkirina ji kedê xwedî li jiyana partiyê derket. Bi vê sekn û dilsoziya xwe ya li nava têkoşînê bû pirek ji bo xwegihandina sira heqîqetê, bû mifteya jiyana kûrbûna hevrêtiyê. Hevalê Êrîş di nava jiyanê de helwesteke welê nîşan da ku li ser xeta ji lehengên me yên nemir Zîlan. Hevrê Êrîş fedaîtî bi gotina 'jiyana bi wate ya li ser xeta Şehîd Zîlan' pênase kir û ev pênase li her kêliya jiyana xwe bi cih kir, bi vîr engî tevgeriya, tevlî bû.

Piştî ku dewleta Tirk a qirker 14'ê Nîsanê dest bi êrîşan kir, hevrêyê me Êrîş xwest biçe qada şerê giran û li gel hevrêyên xwe yên jiyan bi wan re prave kiribû. Hevrêyê me Êrîş di vê daxwaza xwe de bi ser ket û derbasî qada Zapê bû, cihê xwe di nava tîmên bi tevger ên gerîla de girt. Di her kêliyê de li ser wê yekê kûr bû ku derbên xurt li dijmin bixe. Li qada Girê FM'ê di çalakiyê de bi fedaîtî bi ser dijmin ve çû û derbeke giran li dijmin xist. Hevrêyê me Êrîş heta nefesa xwe ya dawî şer kir û bû yek ji şehîdên pêşeng ên Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê. Bû nûnerê dawî yê ruhê êrîşê yê bilind ê Apoyî ku Nalîn, Seren, Laşer, Ozgur û Hêzilan dan destpêkirin.

REŞÎT KIÇÎ

Xelkê me yê Dêrika Hemko ku di dîroka Kurdistanê de bi berxwedana xwe timî li refên pêş bû, hîn ji destpêkê ve beşdarî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo bû. Xelkê me yê Dêrika Hemko ku di felsefeya Rêber Apo û jiyana dilnizm a hevrêyên me de azadî dît, bi destê xwe zarokên xwe tevlî nava refên azadiyê kir. Bi baweriya bi Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê bû mînakeke welatparêziyê. Malbata hevrêyê me Reşît jî di destpêka salên 1990'î de partiya me PKK nas kir, cihê xwe di nava têkoşîna şoreşê de girt. Ji nava vê malbata me ya hêja gelek tevlîbûn li nava refên gerîla bû û hinek ji hevrêyên me jî şehîd bûn. Hevrêyê me Reşît jî li nava malbateke koçer a dilsoziya bi vê kevneşopî û çanda Kurd û welatparêziyê ji dayik bû, mezin bû. Hevrêyê me Reşît hîn bi çûk bû ku gerîla nas kir, kete bin bandora sekna jiyana gerîla û têkiliyên hevrêtiyê. Dema ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava destpê kir, xelkê me yê Dêrikê careke din rola xwe ya pêşengiyê bi cih anî û bû yek ji qadên destpêkê ku rejîma Sûriyeyê ji xaka Kurdistanê derxist. Hevrêyê me Reşît bi bandora pêvajoya şoreşê beşdarî nava refên şoreşê bû, hewl da ku wezîfe û berpirsyariyên xwe yên welatparêziyê pêk bîne.

Di sala 2013'an de ku Şoreşa Azadiye Rojava bi peş ket û gelê me xwe bi lez bi rêxistin kir, hevrêyê me Reşît tevlî nava refên gerîla bû, perwerdeya bingehîn wergirt û di demeke kurt de tevlî nava pratîkê bû. Ji ber ku hingî çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Rojava kir careke din derbasî qada Rojava bû û beşdarî nava şerê ji bo parastina xak û gelê me bû. Li Rojava cihê xwe di nava gelek pêngavan de girt û ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bir. Di pêvajoyên pêngavan de bi wêrekî, kedkarî û fedakariya xwe bû milîtanekî mînak ji hevrêyên xwe re. Di her firsendê de tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û hewl da wezîfeya xwe ya hevrêtiyê bi cih bîne. Bi taybetî bi serweriya xwe ya taktîk û teknîka leşkerî di şerê dijî çeteyan de pêşengî ji şer re kir, piştre li akademiyên leşkerî wezîfe wergirt û bi dehan hevrêyên xwe perwerde kir. Dema ku hevrêyên xwe perwere dikir di heman demê de xwe jî perwerde kir, hem ji aliyê teknîkî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve roj bi roj xwe kûrtir kir. Bi kûrbûna xwe re asta xwe ya tevlîbûnê, pêvajoya dîrokî ya gelê me tê de bû bi pêşketina milîtaniya Apoyî anî ber hev û li pêşberî rastiya Rêbertî û xeta şehîdan xwe hîn bêhtir kûr kir.

Hevrêyê me Reşît ji bo ku di rêbaza fedaîtiyê de xwe perwerde bike û bersivê bide dema azadiyê ya gelê me, careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava karên Hêzên Taybet bû. Ji bo armanca xwe ya tevlîbûna li nava karên Hêzên Taybet destnîşan kir ku dixwaze di felsefeya Rêbertî de kûr bibe, li ser xeta Egîd û Zîlanan têbikoşe û gav bi gav ber bi azadiyê ve bimeşe. Di her kêliya jiyana xwe de bi vê sekn û tevlîbûnê tevgeriya, bi kesayetiya xwe ya kedkar û dilnizm bû mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me Reşît kêliyekê jî ji kedê qut nebû, bû fermandarekî me yê hêja ku xwe bi kedê afirand. Di karên Hêzên Taybet de bi taybetî ji bo pêşvebirina taktîka sûîqestê kedeke diyarker da, bi dehan hevrêyên xwe perwerde kir û bû yek ji afirînerên derbên heyî yên li dijmin têne xistin.

Hevrêyê me Reşît, ji kêliya destpêkê ya operasyona dijmin û pê ve cihê xwe li çeperên berxwedanê girt, bêşik tevlî bû û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin veguherand çalakiyan, bi vî rengî bû yek ji pêşengên berxwedana destanî ku dewam dike. Heta kêliya şehadetê ji sekna milîtaniya Apoyî tawîz neda. Bû yek ji fermandarên me yên pêşeng ku ji xwe re bikin mînak û bû hinceta me ji bo tolhildanê.

MEM ALAN

Herêma Botanê bi hezaran fedaî ji nava xwe afirand û ji têkoşîna me ya azadiyê re her tim pêşengî kir. Bi vî rengî wezîfeya xwe ya welatparêziyê bi cih anî. Ev sekna bi rûmet a gelê me yê Botanê, ji gelê me hemûyan re bû çavkaniya hêz û moralê, li dijî dijminê qirker jî bû wesîleya berxwedanê. Hevrêyê me Mem jî li nava malbateke vê rastiyê ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata xwe, hevrêyê me Mem hîn di zarokatiyê de bala xwe li ser têkoşîna me bû û heyranê gerîla bû. Mîna gelek zarokên Kurd wî bi xwe jî dixwest ku dema mezin bibe, bibe gerîla. Hevrêyê me Mem mîna gelek zarokên Kurd neçar ma ku zû mezin bibe. Ji ber ku bavê wî wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bi cih dianî ji aliyê dijmin ve dîl hate girtin. Vê yekê kir ku hevrêyê me Mem rastiya dijmin nas bike û hîn di zarokatiyê de jiyanê nas bike. Di pêvajoya girtina bavê xwe de neçar ma ku tevî malbata xwe koçî Dîlokê bike, berpirsyariya debara malbata xwe da ser xwe û baweriya xwe bi pîroziya nirxên bi kedê anî. Ji ber vê jî her kêliya jiyana xwe bi kedê afirand, xwe bi kedê ava kir. Ji salên ciwantiyê û pê ve hezkirina di dilê wî de ya ji bo gerîla geştir bû, lê belê xwe hîn ji bo jiyana gerîla amade nedît. Piştre ji bo festîvalekê derbasî qada Herekolê bû, bi tesadûfî li hevrêyekî me rast hat û piştî nîqaşa ji 2 saetan îqna bû û sala 2015'an biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Piştî ku tevlî nava gerîla bû 3 mehan li qada Botanê ma, li vir tevlî perwerdeya şervanên nû bû, agahiyên destpêkê û tecrûbeyên li ser gerîlatiyê li vir wergirt, li qada şer wergirt. Piştre jî derbasî qada Heftanînê bû, li vê derê tevlî gelek karan bû. Destpêkê cihê xwe di nava tîmên bi tevger de girt û tecrûbeyên xwe yên gerîlatiyê zêde kir. Beşdarî gelek çalakiyên dijî dijmin bû û hewl da wezîfeyên xwe yên milîtaniyê pêk bîne. Di avakirina tunelan de ku îro bingeha şerê me yê bi rûmet ê li dijî artêşa Tirk a dagirker e, destpêkê li qada Heftanînê destpê kir. Piştre jî derbasî qada Garê bû û li vir tevlî karên çêkirina tunelan bû, roj bi roj xwe bêhtir bi pêş ve bir û di avakirina tunelan de ku îro destanan diafirîne, bû xwedî tecrûbeyên girîng. Hevrêyê me Mem ku baweriya xwe ya bi şerê tunelan mezin bû ku yek ji taktîkên herî girîng ê şerê serdema nû ye, pê bawer kir ku serketin wê di van tunelan de bê bidestxistin. Ji bo vê jî bi coş û moraleke mezin tevlî kar bû. Li gel çêkirina tunelan a bi fedakarî û kedeke mezin ji aliyê îdeolojîk ve jî her roj xwe bi pêş ve bir, di têkiliyên hevrêtiyê de xwe xurtir kir. Bi coş, moral û hezkirina hevrêtiyê cihê xwe di dilê hemû hevrêyan de girt. Roj bi roj xwe bêhtir afirand, di xeta fedaîtiyê de tevlî bû û bi vê yekê beşdarî nava karên Hêzên Taybet bû. Bi haydariya ji mîsyon û girîngiya karên Hêzên Taybet di felsefeya azadiyê ya Rêber Apo û xeta azadiyê ya şehîdên fedaî de xwe kûr kir û bû yek ji fermandarên ciwan ên serdema nû. Her kêliya xwe ji bo bicihanîna wezîfeyên fedaîtiyê derbas kir, pê bawer kir ku fedaîtî destpêkê di nava jiyanê de dikare bê afirandin. Ji bo vê jî ji têkiliyên hevrêtiyê heta bi sekna milîtaniya li nava jiyanê û kûrbûna li hemberî êrîşên dijmin, fedaîtî ji xwe re kir şêweyekî jiyanê.

Hevrêyê me Mem ji 14'ê Nîsanê dema destpêkirina êrîşên dijmin heta şehîd bikeve, bi sekna xwe ya bi wêrek wêrekiya hevrêyên xwe mezintir kir û ji bo hevrêyên xwe hemûyan bû çavkaniya hêz û moralê."