Konferansa YXA ya 3'yemîn li Mexmûrê bi dawî bû

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 3’yemîn Konferansa Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) ku danê sibehê destpêkiribû, bi hilbijartina hevberdevkên YXA’yê bi dawî bû.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 3‘yemîn Konferansa Yekîtiya Xwandevanên Azad (YXA) ku bi dirûşmeya “Li hember dagirkerî û faşîzmê, bi ruhê Rûken û Sarayan têkoşînê mezin bikin“ hatibû lidarxistin bi kelecanekî mezin bi dawî bû. Konferansa YXA’yê bi beşdarbûna sedan xwendevan û mêvanan rojekî berdewam kir.

Di Konfenransê de li ser rewşa rêxistinî û xurtkirina kar û xebatên xwendevanan nirxandinên berfireh hatin kirin. Di konferansê de ji aliyê xwendevan, mamosta û mêvanan ve nirxandin li ser kêmasiyên malbat, xwendevan û mamastayan ve hatin kirin. Her wiha ji bo derbazkirina kêmaniyên heyî, pêşniyar hatin pêşxistin.

Di konferansê de peyamên pîrozkirina konferansê ku ji derve hatibûn, hatin xwendin û sînevzoyana girêdayî xebatên YXA’yê hate temaşe kirin.

Piştre rêziknameya Yekîtiya Xwandevanên Azad hat xwendin û erê kirin. Piştre jî endam û berdevkên Meclîsa YXA’yê di konferansê de hatin hilbijartin. Xwendevanan 3‘yemîn Konferansa xwe diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên Zapê kirin.