Zîlan Avrîn qala şerê li tunelan kir
Zîlan Avrîn yek ji wan gerîlayan e ku 47 rojan li Tunelên Şer ên li Şehîd Berxwedan li ber xwe da. Zîlan Avrîn ji ANF'ê re qala hovîtiya dewleta Tirk a li leşkerên xwe û ruhê fedaî yê gerîla kir.
Zîlan Avrîn yek ji wan gerîlayan e ku 47 rojan li Tunelên Şer ên li Şehîd Berxwedan li ber xwe da. Zîlan Avrîn ji ANF'ê re qala hovîtiya dewleta Tirk a li leşkerên xwe û ruhê fedaî yê gerîla kir.
Gerîlaya YJA Starê Zîlan Avrîn ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî 47 rojan li herêma Zapê li Tunelên Şer ên Şehîd Berxwedan ên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn şer kir, wiha got, "Em ê tola her şehîdekî hilînin. Em ji gelê xwe dixwazin ku dijmin baştir nas bike; her wiha zanibe ku şervanên wan ên azadiyê, gerîla bi çi rengî li çiyê şer dikin. Ji ber ku li nava vê partiyê bi hezaran Avzem û Bager hene. Ji 7 salî heta 70 salî çi ji destê kê tê, divê bike."
Zîlan Avrîn bi vî rengî qalê kir, bê artêşa Tirk a dagirker bi çi rengî çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anî, sûcekî çawa yê şer kir:
"Navê min Zîlan Avrîn e, ji Rojavayê Kurdistanê ji Efrînê me. Malbata min malbateke welatparêz e. 2017 êrîşa ku li ser Efrînê bû, bandoreke mezin li min kir. Bi rastî jî li wê derê hem zarok, dayik, jin ferq nedikir, kî dihat pêşiya dewleta Tirk qetil dikir. Gelekî bi zora min diçû. Bi taybetî dema ku çeteyan carekê li dayika min xist, vê yekê bandor li min kir. Ew bû hincetek ji bo ez tevlî bibim. Bi vî rengî derbasî çiyê bûm, tevlî nava refên gerîla bûm. Hatina min a çiyê jî demeke dirêj e, çend sal in ku li çiyê me. Piştî demekê ez derbasî qada Zapê bûm. Li qada Zapê min cihê xwe li Şehîd Şahîn girt. Dema ku em çûn Şehîd Şahîn, me bi xwe jî dît ku cihekî stratejîk e. Piştî ku em çûn me dest bi amadekariya operasyonê kir. Hem ji aliyê bicihbûnê hem jî ji aliyê çeperan ve me amadekarî kir. Bi rastî jî di astekê de li Girê Şehîd Şahîn çêbû. Hem di warê şikeftê de hem jî di warê eraziyê de. Weke çêkirina stargehan, berhevkirina avê yan jî bicihkirina erzaqan, cebilxaneyan amadekarî hate kirin. Dibe ku derfeteke pir mezin nebû, derfet kêm bû. Bi rastî av li Şehîd Şahîn nebû. Me ava xwe bi bi dilopa kom dikir. Di dema baranê de hevalan laylon vedikirin, bi vî rengî av dixistin bîdonan. Heta bîdonek tijî dibû rojek, danekê dewam dikir. Bi rastî zehmetî ji aliyê avkomkirinê de hebû. Em heft heval bûn, di dema bicihbûnê de. Gelek kar hebûn, hemû kar jî bi hev re dihatin kirin. Hem çêkirina çeperan, hem karê şikeftê, hem kişandina erzaqê, yan jî amadekariya çêkirina çeperên li derve. Qederek mijûlbûn û ked dixwest. Karekî berfireh di wê pêvajoyê de hebû. Bi rojan ked dihate dayin. Her hevalan bi xwestek û îdîayeke mezin ev kar dikir. Hemû jî bi moral û hezkirin dixebitîn. Hewldanên me ew bû ku eger dijmin bê Şehîd Şahîn em karibin dijmin li Şehîd Şahîn bişikînin, nehêlin derbasî axa me bibe. Nehêlin cihê gerîla, wargeha me ji me bigire. Lewma di vê astê de hebû. Îdîaya her hevalî ew bû ku dijmin bê, em ê teqez di vir de bişikînin. Di wan kêliyan de em li gelê xwe difikirî, li Serokatî û hevalên xwe yên şehîd bûne difikirîn. Vê yekê dihişt ku em hîn bêhtir kedê bidin. Ji ber ku hevalê Bager bi xwe jî digot. Digot 'Gel heq dike ku em karibin canê xwe ji bo vî gelî feda bikin'. Gotineke Serokatî jî heye ku dibêje, 'Eger tu di jiyanê de xwedanê nerijîne, tu yê di şer de xwînê birijîne'. Ji ber wê bi rastî jî keda ku me dida, me digot ji bo vî gelî ye, ji bo Serokê xwe em ê her tiştî bikin. Dema me didît hevalên li kêleka me kar dikir, îdîa hezkirin hebû, me dixwest vî karî hîn mezin bikin.
Operasyona dagirkeriyê li Zapê di 14'ê Nîsanê de destpê kir. Hem bi hewayî destpê kir, hem ji bejahî destpê kir. Dema operasyonê destpê kir, weke endamên Girê Şehîd Şahîn amadekariya me yekser çeper, xwe amadekirin ji aliyê her hevalî ve hebû. Her hevalî dixwest bi vî rengî pêşwaziya operasyonê bikin. Dema dijmin hat, çend caran xwest hêza xwe li Şehîd Şahîn daxîne, nekarî. Ji ber ku me timî lê dida. Ji ber lêdana me dijmin xwe vedikişan, nekarî were. Dema şeva yekemîn, beriya dijmin were balafirê lê da, êrîşa hewayî çêbû. Piştî êrîşa hewayî serê sibehê dijmin êdî ketibû qada Şehîd Şahîn. Piştî kete qadê, dema me dît dijmin hat me çalakî dikir. Ji ber ku dixwest nêzî tunelên şer bibin, nekarîbûn. Her tim me lê dida, me çalakî dikir. Di heman demê de êrîşên wan jî çêdibû. Ji ber ku nikarîbûn bi xwe werin sîng bi sîng şer bikin, bi teknîka xwe, bi çekên di destê xwe de hebûn bi wan hemûyan êrîşî me dikirin. Bi rastî jî dijmin nikarîbû were sîng bi sîng şer bike. Bi teqemeniya xwe, bi kîmyasalê, bi teknîka di destê xwe de yê qedexekirî êrîş dikir, dihat. Vê yekê jî bandoreke mezin dikir, ne ku nedikir. Lê belê li gorî derfetên ku di destê me de bû ku me dikarîbû li hemberî van tedbîrên xwe bigirin, yên ku heyî me dikarîbûn tedbîrên xwe bigirin.
Em çar heval çûn yekser ketin çeperê. Me dît ku li derdorê leşker hene. Me bi çekan li derdorê direjandin, bi bombeavêj û bîsîvîngan li tunelên me yên şer didan. Me çend caran çalakî kir, lê da. Çalakiyên ku me kirin çalakiyên xurt bûn. Yê me tenê bi kleşan bû, me diçû êrîş dikir. Yê wan ne wisa bû. Çi teknîk di destê wan de hebû bi hemûyan êrîş dikirin. Lê dîsa jî nekarîbû bi îradeya PKK'iyan. Di destê dijmin de teqemenî heye, kîmyasal heye, balafirên wan heye, keşfê wan heye, bi wan hemûyan êrîş dikir. Ne ku tu bibêje tenê bi çekên di destên xwe de êrîş dikirin. Bi kobrayan, bi Skorsky hatin, bi keşfê, bi balafiran, bi teqemeniyan lê dan. Bi çekên kîmyewî lê dan. Bi hemû derfetên xwe êrîşî me dikirin. Lê belê di destê me de tenê kleş hebû. Bi kleşê em diçûn ser dijmin, me êrîş dikir. Lê wan bi teknîka xwe êrîş dikir. Sîng bi sîng bi xwe nedihatin şer nedikirin.
Dema me çalakî dikirin, wan jî dixwestin bên ser tunelê. Me nedihiştin werin. Wan jî gelekî zehmetî dikişandin. Ji ber ku nikarîbûn bi xwe nêz bibin her wisa bi balafiran, bi keşfê lê didan. Bi bîsîvîng, bombeavêjê li pencereyê didan ji bo em ji pencereyê dûr bikevin ku werin ser pencereyê. Piştî sê rojan ku teqemeniyê destpê kir, wê rojê me çend çalakî li ser hev kirin. Dema me çalakî kirin, ew jî bi teqemeniyên mezin dihatin bicih dikirin. Em çûn me pencere kontrol kir, çeperê xwe kontrol kir, em hatin tiştek tune bû. Kêmek dema em jê dûr ketin, piştî 2 deqeyan dijmin teqemeniyên mezin teqandin. Teqemeniya ku teqandin bandoreke gelekî mezin kir, derdora xwe qederekê zerar dabû tunelê jî. Bandor li me bi xwe jî kir. Dema teqemenî teqiya cihê ku em lê dima sêgoşe bû. Em hatin yekser rûniştin, dema teqandin, ez li cihê xwe rûniştibûm li ser çokê xwe, min pişta xwe dabû dîwêr, hevala Bager jî li hemberî min rûniştibû, dema teqîn jêbû ez bi aliyekî ve firiyam, heval Bager jî berjêr ve firiya. Bi rastî jî em pir bi dijwarî li dîwar dan. Ji aliyê fîzîkî ve, hestiyên me, canê me pir êşand. Bi rastî jî toza teqemeniyê gelekî tehde dida mirovan. Mirov bi zorê dikarîbû nefes bigirta bistanda. Dema ku teqiya, tevî ku nikarîbûm bimeşiyam jî heval Bager xuya nedikir. Cihê ku hevalê Bager lê rûniştibû ez çûm wê derê, hevalê Bager ne li wir bû. Kêmeke din ez bi pêş ve çûm hevalê Bager li erdê bû. Dema min bi destê wî girt, min dît ku ji serê xwe derb xwariye. Serê wî li dîwêr ketibû. Heval jî pir êşiya bû. Ji ber bi şîdet li dîwêr dabû. Cihê ku teqîn lê bû, kevir jî hatibûn xwarê. Ax jî hatibû xwarê. Yanî li korîdorê çi hebû hemû firiya bûn li gel me. Dema em çûn qatê jêr me dît ku heval ji ser hişê xwe çûye. Bi rastî jî pir êşiya bû. Dema em çûn jêr, ji xwe me nekarîbû ji pêlikan dakevin, em rûniştin me wisa xwe berdan heta jêrê. Ji bo em xwe bigihînin hevalên jêrê. Piştî ku heval Bager gihîşt mangê ji ser hişê xwe çû. Dema em bi heval re mijûl dibû; derfetên me yên tenduristiyê zêde tune bû ku em bi heval re mijûl bibim. Li gorî derfetên heyî yên di destê xwe de me dikir. Pir dermanê me ku karibe jiyana mirovan bide xelaskirin tune bû. Lê belê ya ku me li ser lingan dihişt ew hevaltî bû, ew mijûlkirina bi hev re bû, ew hezkirin bû. Wê bandoreke mezin dikir. Dema me serê hevalê Bager kontrol kir, hundirê guhê heval tijî ax bûbû. Weke ku te bi zanebûn ax berdaye nava guhê heval. Herdu guhên wî jî tijî ax bûbû. Ji serê xwe jî derb xwaribû, pir diêşiya. Heval nikarîbû rabe ser xwe, her ku radibû digot 'serê min diêşe, ez gêj dibim', rûdinişt. Nikarîbû rabûya. Dema ku ez bi hevalê Bager re mijûl dibûm, min êşa xwe baş hîs nedikir, lê min zanîbû ku ez nikarim baş bimeşim. Min digot, qey lingên min ne bi min ve ye. Piştî ku heval hate ser hemdê xwe min ferq kir ku basinc em pir êşandibû. Ji ber wê em hişk kiribû. Mîna hesin lê were, hestiyê mirovan hişk kiribû, te nikarîbû tevbigeriya, êşeke pir ecêb mirov pê diêşand. Tevizandibû, çawa kiribû nizanim. Ez bawerim dema mirov li dîwêr dikeve wisa dibe.
Piştî ku me av li serê hevalê Bager kir, em pê re mijûl bûn, me av da wî ji bo vexwe ku qet nebe toza di qirika xwe de biavêje. Dema me ev mijûlkirina bi hev re didît, zêdetir dihişt ku em karibin careke din êrîşî dijmin bikin, dijmin nikaribe were. Dibe teqemeniyê bike, dibe hemû teknîka xwe ya mezin were ser me, dibe wisa bifikire, lê nikaribe bi hêsanî were axa me dagir bike, çeperên me ji me bibe. Hewldanên me ew bû ku çi dibe bila bibe em ê şer bikin. Mînak hevalê Bager timî digot, 'Heval çi dibe bila bibe, çiqasî bêderfetbûyîn hebe, em tehdeyê bikişînin jî em ê li vî dijminî bidin, em ê nehêlin ku bi hêsanî bikeve vê derê'. Timî digot 'Eger mirov bin wê bên sîng bi sîng şer bikin, lê ne tu însan in nayên sîng bi sîng şer nakin. Bi teknîka xwe, bi hovîtiya herî mezin êrîşî me dikin. Hêza wan teknîk e, lê hêza me jî baweriya ji Serokatî ye'. Pir teknîkeke mezin di destê me de tune bû. Tenê kleşa me ye. Lê belê ew hevaltî, ew fikir û baweriya ku dihate dayin ji bo me teknîka herî mezin bû. Ji ber ku Serokatî bi xwe jî dibêje, 'mirov teknîka herî mezin e'. Ji ber wê yekê ya ku me xurt dikir ew hevaltî bû.
Bi rastî jî gelekî zehmetî dikişandin ji bo bikevin şikeftan. Tevî ku teqemenî û kîmyasal bi kar dianîn zehmetî dikişandin. Demeke dirêj û giran teqemenî û kîmyasal bi kar dianîn. Nekarîbûn bi me.
Roja ku dijmin kîmyasalê bi kar bîne, em hin heval li mangeyê rûniştibûn. Hinek heval li cihê nobeta korîdorê bû, hinek heval jî çûbûn mitbexê amadekarî dikirin, nan çêdikirin. Destpêkê gaza îsotê bi kar anîn. Dema ku bi kar anîn her hevalan digotin divê em hişyar bin, li hemberî kîmyasalê. Hîn wê demê bi kar neanîbûn. Lê dema beriya bi kar bîne hevalan sohbeta wê dikirin. Dema dijmin kîmyasalê bi kar bîne, zanibin ku li erdê wê weke dûmanê derkeve der, ev hişyarî her tim dihate kirin. Ji ber wê, par li Avaşînê bi kar anî bûn, kêm zêde tecrûbeya me çêbûbû, ku em zanibin kîmyasal bi çi şêwazê tê hundir, çawa dibe, bandoreke çawa çêdike. Naskirinek hebû. Roja yekemîn dema dijmin gaza îsotê bi kar anî, hevalên li cihê nobetê û mangeyê dipuşkiyan. Bi vî rengî me ferq kir ku dijmin tiştek bi kar aniye. Piştre em ketin tevgerê, me fêhm kir ku gaza îsotê bi kar aniye. Heta ku me tedbîra xwe girt gaza îsotê bandorek li me kir. Derfetên me wisa zêde tune bû, lê me li hemberî wê tedbîrên xwe girt, ne ku negirt. Lê belê heta ku me tedbîr girt em hinekî bi bandor bûn, ji ber ku me qederekê kişandibû. Bandora wê weke ku mirov dixeniqand, difetisand, qirika mirovan dişewitand, digirt. Rû û çavê mirovan dida şewitandin, dihişt ku rondik ji çavê mirovan bibare. Dema te pir dikişand mehdeyê te pir dişewitî, ji qirika te heta mîda te pir dişewitand. Te digot mîna ku te îsot xwariye, ewqasî pê diêşe. Bi vê bandorê serê mirovan jî diêşand. Lê pir zêde rûyê mirov dişewitand weke ku birîn bibe, birînê biçûk rûyê mirov de çêbibe, bandor dikir. Ji ber ku bi rastî jî pir dişewitand. Bandora gaza îsotê wisa bû.
Piştî ku gaza îsotê bi kar anîn, me dest bi çalakiyan kir. Dema me çalakî kir dijmin dîsa kîmyasalek bi kar anî. Destpêkê bêhna lastîkê jê dihat, me digot wê demê dijmin teker, tiştên wisa dişewitand, weke lastîka şewitî dibe. Bandora wê jî hebû. Mirov giran dibû, sist dibû. Piştre çend cûreyên din jî bi kar anîn. Her cara bi kar dianî me li wan dida, me nedihişt bi kar bînin. Me çalakî dikirin. Piştî wê ya bi tehma şekirê şewitî bi kar anîn. Tehma wê şîrîn bû, bêhna wê nîn bû. Ew jî rastî jî bandoreke xwe hebû. Bifikire şekirekî şewitî ye, tu dûmanê wê dikişîne. Bandoreke nebaş dikir. Nebzê mirovan pir lê dida, serê mirovan pir diêşand. Di heman demê de mirov sist dibû. Mirov xwe bêhal hîs dikir, dema tu radibû te digot qet serê te gêş dibe, tu hîs dike tu yê bikeve. Tevî ku bi demkurtî bandor li me kirin jî bi vî rengî bû. Demeke kurt em ketin bin bandora wê dûmanê. Me yekser tedbîrên xwe girt. Lê ya piştî wê bi rengê zer bû, ew bi kar anîn. Rengê wê keskê vekirî bû, dema ku bi cihekî temas dikir, rengê wê hinekî diguherî. Di laş de dema, ku mil, rû vekirî bû, di rû de birîn çêdikir. Wê jî pir serê mirovan diêşand. Dilê mirov, nebzê mirovan zû lêdida. Bandora wê hîn pîs bû. Ew jî em demkurtî di nav de man, lê bandora wê li gorî yên din pir xurt bû. Ji ber em sist bûn, me nekarîbû milê xwe rakin jorê. Çawa, dema di zivistanê de li rûyê mirovan birîn çêdibe, di sermê de, birînên wisa bi xwe re dabû çêkirin. Tevî ku cil jî li me bû, hem li ser zikê me hem li ser pişta me ew birîn çêdibû. Derdora tiliyê me jî pizikê biçûk çêbûbû. Av tê de çêdibû, her diçû mezin dibû, xerabtir dibû. Dema ku ew kîmyasal bi kar anî, sê heval pir pê bandor bûbûn. Ez bi xwe dema bi wê kîmyasalê bandor bûm, heval bi min re diaxivîn dengê hevalan xweş dihate min, min nikarîbû bersiva hevalan bidim, ne jî karîbûm rabim ser xwe. Hevalan ez radikirin dibirin cihê min. Hal di min de nebû ez bersiva hevalan bidim. Ji ber ku me kîmyasal gelek kişandibû. Heman bandor li ser heval Avzem û Şervan jî bûbû. Dema ku dijmin li ser hev bi kar dianî, me carna sê rojan carna deriyê mangeyê venedikirin. Dema dijmin kîmyasal bi kar dianî û me jî derî digirt, me ne tenê ji ber kîmyasal û teqemeniyê zehmetî dikişand. Dema me derî digirt oksîjan jî kêm dibû. Me nedikarî oksîjenê bigirin. Lewma em bêhal dibûn, diketin, me nekarî rabin rûnên. Ji ber wê em timî li erdê dirêjkirî bûn. Vê rewşa me nêzî hefteyekê dewam kir. Piştî hefteyekê dîsa dijmin xwest bikeve hundir. Dengê wan dihate me, me guhdarî dikir. Gotinên wan jî hebûn. Di wir de leşker digot, em ketin tunelê, ji aliyê bakur ve ketine hundir. Leşkerekî digot, vaye li vir kûlaklik heye, nizanim çi heye. Pir dinepixand. Halbûkî mîkrofoneke biçûk li wir bû, lê ji ber ku ewqasî ditirsiyan ku bikevin hundirê tunelê pir dinepixandin. Digotin, 'Komûtanim nizanim mîkrofon heye, kûlaklik heye, kamera heye, nizanim çi heye'. Pir dinepixandin. Halbûkî mîkrofoneke biçûk li wir bû. Nedikarîn bikevin hundir. Ji ber ku nikarîbûn bikevin hundir pir tirsiyan. Hata gotin em bangawaziya teslîmiyetê bikin, komûtanê wan dengê xwe nekir. Got, bisekine ez dîmen dikişînim. Bersiva wî neda. Ew jî zanin ku îradeya PKK'iyan di kîjan astê de ye. Dema me dengê wan bihîst, em rabûn me li wan dan. Dema me lê dan, dengê çekê me çû wan, leşker ji fermandarê re xwe re digot, dengê gumîniyê ji jê rê tê. Dema ew bihîstin, yekî digot ez ê bombeya destan biavêjim, yekî digot em ê vê derê biteqînin. Piştre fermandarê wan got, em vê derê biteqînin, rabûn ew tunela me teqandin, girtin. Piştî ew tunel girtin, çend tunelên din mabûn. Piştî demekê careke din kîmyasal bi kar anîn. Li ser hev kîmyasal bi kar dianîn. Dema kîmyasal bi kar dianîn me nekarîbûn ku ji mangeyê derkevin. Em neçar bûn ku deriyê xwe yê mangeyê bigirtana. Rojekê bi qasî ku me hijmart, saet 5'ê siharê destpê kirin heta 8, 9'ê êvarê dewam kirin. Rojekê 24 caran kîmyasal bi kar anîn. Çend cûreyên kîmyasalê bi kar anîn. Mesela yê rengê zer bi kar anîn, yê sor bi kar anîn. Dema me dît ku kîmyasala sor bi kar anîn, me yekser tedbîrên xwe girt, em zêde di nava wê dûmanê de neman. Bandoreke wê çawa ye ez nizanim, ji ber ku em pir di nav de neman.
Erê me tedbîrên xwe li hemberî wê kîmyasalê girt, ji ber me nekişand. Weke yên din em neketin bin bandora wê. Me çawa dît kîmyasala sor ji erdê re tê giran giran, me tedbîrê xwe girtin. Lê belê çend cûre bi kar anîn. Mesela ya rengê sor bi kar anîn, rengê zer bi kar anîn, yê bêhna lastîkê bi kar anîn, bi dûmanê reş bû. Li şikeftê diyar dike, ku tunel hemû reş bûye. Bi taybetî dema ya zer bi kar anîn, em wisa rûniştibûn me tedbîrê xwe girtibû. Em li mangeyê rûniştibûn. Hevalê Bager timî digot zêde neaxivin, digot hûn biaxivin wê kîmyasal zêdetir biçe qirika we. Digot kêm biaxivin. Û duvna xwe re nefesê bikişîne, digot di devê xwe re nefesê nekişînin. Vê kîmyasalê çi kir? Em rûniştibûn, bi carekê ji dûvna hevalan ve yek bi yek ava zer jê hat. Hem dûvna me hem jî ji devê me ava zer dihat. Em pir tirsiyan, me got wê bandora vê çawa be? Bi taybetî kîmyasala zer dema bi kar dianîn, wê kîmyasalê biyolojiya mirovan dixist hereketê, ji bo biçe korîdorê deran. Hevalê Bager digot, 'We ferq kiriye ku biyolojiya mirovan pir dixe hereketê, diyar e dijmin bi taybetî vê kîmyasalê bi kar tîne ji bo em biçin korîdorê, dijmin biteqîne, ji bo bandorê li me bike'.
Ava zer gelekî ji bêvila me dihat. Dema paçik dida ber, paçik tijî ava zer dibû. Me paçik timî diguhert. Tevî ku me hewl dida bêvila xwe paqij bikin ji bo ew av êdî neyê, dîsa jî ew av her tim diherikî, nedisekinî. Her wiha bandor dikir ku mirov biçe tiwaleta xwe ya biçûk bike. Me nedikarî em pir biçin. Tiwaleta me nêzî 30 metreyî ji me dûr bû. Me nikarîbû, ji ber ku tenê li mangeyê em sax bûn. Em wisa karîbûn li mangeyê bimînin. Dema kîmyasal zêde bi kar anîn, me got em ê çalakiyê bikin. Amadekariya çalakiyê hate kirin. Ji bo em çalakiyê bikin em çûn ber derî, ji xwe bê maske em nikarîbûn biçin ber derî. Ji ber bêhna gelekî dijwar em qet nekarîbûn biçin korîdorê. Em bi maske, bi tupê oksîjenê ku me da pişta xwe em diçûn. Em çûn ber derî ji bo çalakiyê bikin, du esker li ser derî bûn. Me bombe avêt wan, li wan dan. Em sekinî bûn, min got hevalê Bager bêhna cenazeyan zehf tê. Hevalê Bager got, erê bêhn zehf tê lê ez nizanim ev bêhn ji ku tê. Çend dar li ber derî bû. Wisa cenazeyên xwe li wir avêtibûn ser hev, me bi çavên xwe dîtin. Ne ku kesekî ji me re behs kiriye. Min ev yek bi çavên xwe dît. Heta me wisa got, 'Eger wisa nêzî cenazeyên xwe dibin, hemû avêtine ser hev. Qet ji bo wan nirxek nebû'. Piştî em daketin dîsa hatin cihê xwe hevalan xwarin çêkiribûn. Hem bêhna cenazeyan gelek bû, di heman demê de bêhna giran a kîmyasalê hebû. Ji ber vê me nekarî xwarinê bixwin. Bandoreke dijwar hebû. Hevalan bi piranî çaya şîrîn vedixwarin. Lê dîsa jî hevalên Avzem û Bager timî digotin, divê em xwe li ser lingan bigirin, naxwe dijmin wê bikeve hundir. Divê li Şehîd Şahîn nemînin, pêwîste em lê bidin. Tevî wê hevalan tiştên şîrîn dida me, ji ber ku ne nedikarî xwarinê bixwin, mecbûr tiştên şîrîn didan ji bo em enerjiyê bigirin bikaribin li ser lingan bisekinin.
Ji ber cenazeyan mêş pir bûbûn, kelmêşên mezin. Li kampê, li ser şikeftê, li derve jî pir bûbûn. Dema ku kîmyasal bi kar anîn, çi zindî hebû li kampê bandoreke mezin li wan kiribû. Mesela, mişkên li kampa me pir biçûk bûn, dema kîmyasal bi kar anîn, ew mişk êdî pir werimî bûn. Normal dema mişk tevgerekê bibîne xwe didin alî, direvin. Lê ji ber ku pir bandor bûbûn, pir werimî bûn nekarîbûn bimeşiyan. Sax bûn lê nikarîbûn bimeşiyan. Weke gêjan li wan hatibû. Me wê demê fêhm kir ku çiqasî bandorê li zindiyan dike. Ji ber wê bandor ev tenê nebû. Mînak di vexwarina avê de jî wisa bû. Dema kîmyasalê bi qedeh û kevçiyan ve temas dikir, ya jî tevlî avê dibû. Dema me vedixwar tehma wê pir tûj dibû, me nikarîbû bi kar bînin. Ji ber wê me ew tişt bi kar nedianîn. Kîmyasalê temasî çi kiribû, me ew bi kar nedianî. Ji ber ku bandoreke mezin li me dikir. Lewma me nekarîbû bi kar bîne. Bi taybetî av pir tûj bû. Bi taybetî dema me çay vedixwar, gelekî tûj dihat, me nikarîbû vexwe.
Piştî demekê me tedbîrên xwe werdigirt li hemberî kîmyasalê, ji bo kevçiyên xwe, ji bo qedehê ya jî ji bo avê, ya jî ji bo xwarinê me tedbîrên xwe digirt li hemberî kîmyasalê. Piştre hevalan karî êdî kêm kêm xwarinê bixwin. Lê belê ji ber bêhnê dîsa tehde dikişandin. Lê tedbîrên me li hemberî wê hebûn.
Li Şehîd Şahîn derfetê hebûna avê, ku heval karibin dest û rûyê xwe bişo, yan diranê xwe bişon, yan jî xwe bişon bi rastî jî tune bû. Beriya operasyonê jî heman tişt hebû, hevalan nikarîbûn pir zêde avê bi kar bînin. Mînak cilên li ser hevalan 3 mehan li ser wan mabûn. Hevalan nikarîbûn pêwîstiya bando û hwd. bikin. Dema kîmyasal bi kar anîn. Ji xwe çi toz hebû, hem kîmyasal hem jî tozê teqemeniyê pir bi cilan ve digirt. Ji ber wê dema me destê xwe dida ser zimanê xwe, pir tûj bû. Cil bi xwe jî wisa tûj bûbû. Ji xwe derfetê şuştinê tune bû. Bi roj ji xwe ne nikarîbû cil bişo, ya jî dest rûyê xwe bişo, yan jî porê xwe bişo. Ji ber ku bandor li ser por jî dikir, por diweşand. Hem dûmanê teqemeniyê hem jî yê kîmyasalê wisa bû. Tenê rojekê êvarê derfet çêbû. Me cilê hevalan kom kir, me bir şuşt. Êvarê saet 6 bû, tevgera dijmin a helîkopterê destpê kir. Ji ber ku Skorsky û Kobrayan pir li pencereyê didan me zanîbû ku dijmin ne li ser pencereyê ye. Du heval bi maske em çûn, me got em ê cilan bişon. Yek wisa nobedar bû, min nobed digirt, hevala Bêrîvan cilê hevalan dişuşt. Hem cilên hevalê xort hem jî yên hevalên jin me biribûn dişuşt. Ji ber ku mecbûr bû em du heval bi tenê biçin. Yek nobedê bigire, yek jî cilê hevalan bişo. Dema em çûn jî me nekarîbû bêmaske biçin, em bi maske çûn. Tevî ku em bi maske çûn jî di tunelê de bêhna kîmyasalê gelekî dijwar bû. Piştî 20 deqeyan hevala Bêrîvan êdî nekarîbû bişuşta. Digot, 'Heval ez bi bandor dibim'. Me dît rewşa hevala Bêrîvan wisa nebaş e, êdî wisa dikeve, me hevala Bêrîvan şand mangê, hevala Arîn hate gel min. Tevî ku em man, cilê hevalan li ber xilasbûnê bûn, me dît ku em bi bandor dibin, ji ber bêhn zehf dijwar bibe. Em hatin mangeyê, ji ber ku dijmin kîmyasal bi kar dianî me derî digirt, lewma oksîjen li mangê kêm dibû. Çakmak bi xwe jî pê nediket. Dema me eledîn pê dixist, eledîn ji bêoksîjeniyê bi xwe ditefiya. Di heman demê de dema me derî digirt, hundir hingî bêhewa ma, nemlî bû cilê me şil diman. Dema şil dima, li korîdorê toz hemû pê ve digirtin. Ji ber cilê me şil dima û kîmyasalê xwe pê ve digirt, êdî temasî laşê me jî dikir. Ji ber ku her hefteyê carekê hevalê Bager digot 'Bila heval cilê xwe yê binî biguherîne, çiqas derfet hebe bila heval cilê binî biguherîne'. Yanî pir derfet zêde nebû, ji ber ku bi hin hevalan re yedek jî nebû.
Ji xwe dema kîmyasal bi kar anîn û teqemenî kirin, ji ber derfetê şuştinê tune bû, bandor dikir. Porê me bi rastî diweşiya. Derfet tune bû mirov bi porê xwe re mijûl bibe, şeh bike. Ji ber ku em timî di nava rewşeke giran de bû. Di nava çalakiyan de yan jî karê girîngtir hebû ku tu nikarîbû bi xwe ve mijûl bibe. Dawiya dawî me biryar da ku em porê xwe jê bikin. Min ji heval Avzem got, em porê xwe jê nekin. Heval Avzem dema ji hevalê Bager re got, hevalê Bager gelekî pê êşiya. Got heval hîn zû ye, bila bimîne. Tevî ku mehek jî çûbû. Lê bi rastî jî êdî pir diweşiya. Çima em gihîştin encamekê ku em porê xwe jê bikin, ji ber ku dema dijmin teqemenî dikir, ji ber porê hevalên jin dirêj bû, por bi rastî jî belav dibû, bandor dikir. Her wiha porê min ji ber êrîşê hinekî şewitî bû. Kîmyasalê bi por ve jî digirt, dema diweşand, me got em ê jê bikin. Hevalê Bager dema bihîst pir pê êşiya. Got hevalên jin ji xwe bi porê xwe xweşik in, porê hevalê jin dihêle xweşikbûna wan derkeve. Bila heval ecele neke, bila niha bimîne. Kêmeke din derbas bibe belkî em derfetê bibînin, ku heval karibin porê xwe bişon. Me mêze kir her diçe por xerabtir dibe, dişewite. Di nava çermê serê me de jî hebên biçûk derdiketin. Ji ber nebûna derfetê bi rastî jî me nikarîbûn şeh jî bikin. Hingî di nava tozê de mabû, şeh tê re derbas nedibû. Me got em ê jê bikin. Dema me jê kir jî hevalên xort pir bê bandor bûn. Heval Bager, hevalê Şerzan hevalên din jî pir bandor bûbûn. Dema hevalê Milîtan bihîst ku porê hevalên jin jê bû, pir pê êşiya bû. Gotibû, 'çawa hevalê jin porê xwe jê kirine'. Hevala Arîn jî hevala Bêrîvan jî pir ji porê xwe hez dikirin, ji ber porê herdu hevalan jî dirêj bû. Tevî wê jî me got, tiştek nabe. Çi pêwîst bike ji bo vî gelî, ji bo Serokê me çi bê pêşiya me em ê wê bikin. Wê demê me porê xwe jê kir. Bi wî rengî derfet çêbû ku em carekê karibin porê xwe bişon. Ew jî hevalek diçû yek nobed digirt, hevalek jî porê xwe dişuşt. Destpêkê hevala Avzem got em porê xwe bi temamî jê bikin, hevalê Bager got, bi temamî jê nekin, ji xwe dema kîmyasal pê digire hîn bi bandor dibe. Got eger em bi temamî jê bikin wê hîn zêdetir bandora xwe li ser serê hevalan bike. Ji ber wê hevalan nekarî tam bi kurt jê bikin.
Weke jinekê porjêkirin li ser me her hevalekê bandoreke mezin kir. Her hevalê ji porê xwe pir hez dikir. Dema jê kir, bi rastî jî bandoreke mezin çêbû. Heta hevala Avzem digot, 'Dibe me îro kezî jê kiribe, lê hesabê vê wê ji dijmin bê xwestin. Ne hêsan e ku dijmin bi çekên xwe yên kîmyewî, teknîka xwe bihêle ku porê me jê bike. Em ê hesabê vê ji dijmin bixwazin'. Lewma me digot çi dibe bila bibe, bila porê me jî bê jêkirin çiqasî em bi bandor bibin jî ya girîng em nehêlin dijmin li ser erdê me, li ser axa me be. Em karibin vî dijminî biqewitîne ji axa xwe. Bandoreke çiqasî mezin kir jî, dema ku Serokatî, gelê me dihate bîra me, me nêzîkatiya por der dida aliyekî. Me digot em her tiştî bikin, tenê em karibin layiqî vî gelî û Serok bin. Hevala Arîn ji ber ku pir ji keziya xwe hez dikir, porê xwe çû şuşt û keziyê xwe jê kir, bi ser alê ve da. Digot, weke YJA Starê bila dîrok porê min bibîne. Heval her ku diçû û dihat li keziya xwe dinihêrî û li halê xwe, li porê xwe yê kurt mêze dikir gelekî pê diêşiya. Digot 'keziya min ewqasî dirêj bû, min jê kir. Lê ez ê vê ji dijmin re nehêlim, ez ê tola vê rojekê hilînim'. Ya hevala Bêrîvan bi rastî jî pir dirêj bû, me qêmîş nedikir em jê bikin. Dibe ku porê heval jî pir diweşiya, pir bandor bû, lê me nikarîbû jê bikin. Hevala Avzem digot 'Eger hevala Bêrîvan porê xwe jê bike, ez ê bigirîm'. Ji ber ku digot, 'porê wê pir xweşik e'. Ji ber wê me porê hevala Bêrîvan jê nekir. Me digot bila wisa bimîne, em çiqasî derfeteke biçûk jî bibîne em bihêlin ku heval porê xwe bişo ji bo jê neke.
Tiştê ku me li wir her tişt dabû ber çav, me zanîbû ev tişt ji bîr nabe. Bi taybetî jî partiya me ji bîr nake, wê bibe malê dîrokê. Di heman demê de ev tişt ji bo vî gelî bû, ji bo Serokê me bû ku em vê tercîhê bikin. Ji ber ku me zanîbû, eger em tiştekî wisa bikin ne li ser navê kesî tenê ye. Li ser navê partiya xwe em dikin, li ser navê tevahiya mirovan em dikin. Ji ber wê dibe ku me qala por kir, ne tenê jêkirina por bû. Çi pêwîst bikira me yê di wê kêliyê de bikira. Ji xwe me her tişt dabû ber çav ji bo em karibin bi rastî jî li wir bi ser bikevin.
Di jiyanê de jî nêzîkatiya hevalan a li beramberî hev, ya hevalên xort jî ya hevalên jin jî bi rastî tarîfkirina wan hevalan, sekna wan dibe ku mirov nikare zêde îfade bike. Lê jiyana hevalan bi rastî jî wisa bû. Nêzîkatiya hevalan, hurmeta wan a li hev, rehetî dida mirovan. Me karîbûn bi rehetî bi hev re sohbet bikira, yan jî hevalekî xort pirtûk dixwend me guhdarî dikir. Di nava wan şert û mercan de nîqaşên hevalan çêdibû. Xwendina hevalên Bêrîvan û Avzem zêde nebû, hevalê Bager li wir perwerdeya zimanê Kurdî dida me. Pirtûk bi Tirkî bûya werdigerand Kurdî, ji me re dixwend. Perwerde dikir. Mînak hevalê Bager, temenê wî çend salan ji min mezintir e, lê hurmeteke welê nîşanî min dida, bi hemû hevalan re wisa bû, min bi xwe li beramberî wê hurmetê şerm dikir. Ji ber ku hem ji hevalên xort re jî wisa nêzîk dibû hem jî ji hevalên jin re. Hevalên din jî bi heman rengî bûn. Hevala Avzem hevalê Bager zêde nas nedikir jî lê dema li jiyana hevalê Bager mêze dikir digot, 'Digot ez dixwazim mîna kesayeta hevalê Bager, hevala Viyan bim. Ez jî dixwazim bibim mîna van hevalan'. Alîkariya fermandariya hevalê Bager dikir, digot 'Ez dixwazim xwe bigihînim asta hevalê Bager, heval Viyan. Weke wan hevalan hêjayî vî karî bibim'. Dema heval silavek bi tenê jî dida, heval Avzem digot, 'Divê em hêjayî vê silavdayinê bin. Niha her kes li me difikire. Hem gel li me difikire, hem hevalên me yên li qadên cuda li me difikirin'. Digot bila dilê wan rehet be. Tişta em li vir bikin çi ye, divê em hêjayî wan bin. Sohbet timî bi vî rengî bû. Ne tenê xwendina pirtûkan û perwerdeya bi zimanê Kurdî bû. Mesela li ser têkoşîna cins hevalan timî nîqaş dikirin, yan jî têkiliya navbera hevalan. Mînak gotineke hevalê Bager hebû, digot 'Ji bo hevalek ji min neşikê, ez amade me her roj biçim pêlavên wê hevalê paqij bikim'. Bi rastî jî hevalekî di wê astê de bû. Hevalê Bager bi rastî jî di jiyana Apoyî de, di xeta fedaîtî de xwe kûr kiribû. Her tim digot, 'divê ez layiqî wê bim'. Heval timî ber bi vê yekê ve diçû. Tevî ku ew kêliyên gelekî zehmet bûn, lê belê hevalê Bager timî digot 'Ji her demê bêhtir ez Serokatî nêzî xwe hîs dikim û hêz dide min. Dema ku Serokatî hîs dikim hêz digirim ku êrîşî ser dijmin bikim'. Her hevalek dema radibû di xewna xwe de Serokatî didît, behsa Serokatî dikir, digot 'Serokatî ji min re wisa gotiye, Serokatî gotiye wisa bike'. Her hevalek wisa bû. Rojekê tu bibêje hevalek hevdu êşand yan jî piçek dengê xwe li hev bilind kirin, bi zimanekî nebaş axivîn nebû. Tevî ku 45 rojan em li wir man tiştekî wisa me rojekê nedît. Mijûlbûna hevalan a bi hev re di asteke cuda de bû, pir asteke bi wate bû. Mînak, hevaltiya em di vê astê de bû. Lê li aliyê din dema em çûn çalakiyê, me dît ku li ber pencereyê du leşker ketine qirika hev, bi hev re şer dikin, xeberê nexweş ji hev re digotin. Yek komûtan bû, yek jî eskerê wî bû. Xeberê wisa ji hev re digotin. Me li wan mêze dikir, me digot 'Binihêrin hevaltiya me di kîjan astê de ye, ya wan di kîjan astê de ye'. Mînak, dema cenazeyên wan di destê me de bûn me datanî qatê jorê ji bo werin bigirin, belkî însan bin bi rastî jî xwedî li cenazeyên xwe derkevin, lê nedihat xwedî li cenazeyên xwe dernediketin. Hatin cenazeyê xwe teqandin. Tevî ku hevalên li kêleka wan bû, berî çend deqeyan bi wan re bûn, lê hatin cenazeyên xwe bi teqemeniyan teqandin.
Moralê hevalan; her roj hevalan ji xwe re stran digotin, moral didan hev. Her dema sohbetê destpê dikir, heval li derdora hev rûdiniştin, carna lîstik hebû bi lîstikan dilîstin. Pirtûk hebûn, pirtûk dixwendin, pirtûkên xwe bi hev re parve dikirin. Sohbet dikirin, mirov pêwîste çawa nêzî hev bibin, pêvajo çawa derbas dibe, wê çawa bibe. Heval li ser van hemûyan nîqaş dikirin. Tişta ku herî zêde bandor li me dikir çi bû? Dema yekbûnek di nava rêveberiyê de hebû, sekna hevalê Bager li ber çavan bû, çiqasî di xeta hevala Zîlan de xwe kûr kiribû, berî operasyonê jî di wê xetê de xwe kûr kiribû. Hevala Avzem jî weke endameke saziyê bû. Bi rastî jî hevala Avzem di çalakiyê de çawa bû, di jiyana xwe de jî bi heman rengî bû. Di hevaltiya xwe de, di hezkirin cinsê xwe de û hevalê hemberî xwe jî di kîjan astê de bû, yan jî lêhûrbûna wê ji bo fedaîtî çawa bû ew heval jî wisa bû. Yekbûna navbera wan hevalên rêveberiyê, dema me didîtin ku heval bi xwe digotin, 'tiştên baş ku hûn bi me re dibînin ji xwe re bikin esas, tiştên ku hûn baş nabînin rexne bikin, em jî karibin çareser bikin, hûn jî ji xwe re nekin mînak'. Bi rastî jî heval di wê astê de bûn. Sohbetê hevalan her tim hebû.
Em hemû di mangeyekê de diman. Bi rastî jî mange pir biçûk bû. Lê belê em hemû jî li kêleka hev radizan. Hevalên xort hevalên jin, ji ber derfet nebû. Em mecbûr bûn hemû li kêleka hev razên. Carna mesela cih tune bû, heval diçûn cihê hev diguhertin. Mînak hevalek radibû nobedê, hevalê xort diçû cihê wê. Wisa carna em hemû di nava hev de dirazan. Ez bi xwe vê rastiyê ji dil dibêjim, ev çend salên min di nav partiyê de çêbûye. Min pir hevalên bi nirx dît, hevalên fedaî dîtin, pir hêja dîtin, lê pratîka min a yekemîn bû li wê qadê bûm. Lê belê dema hevalê Bager, Şerzan, Avzem, heval Mahsûm jî hevalên din jî dema min ew heval nas kirin, dema ez ji dayika xwe dûr ketim ez ewqasî neêşiyam. Dayika min ewqasî nedihat bîra min, dema ew heval li kêleka min bûn hêz didan min. Hevaltiya hevalan di asteke pir cuda de bû. Mînak, hevalek piçek moralê wî biketiba, ferq nedikir hevalê xort, hevala jin, wisa heval bi hevparî dihatin bi wê hevalê re sohbet dikirin. Mînak moralê min biketa, heval Bager digot heval Avzem ka em bi hevala Zîlan re nîqaş bikin, çima moralê wê ketiye, çima bêdeng maye. Hevalekî xort jî wisa bibûya, hevalan ji bo wî jî wisa dikirin. Timî moral didan hev. Dema me hevalên li kêleka xwe bi moral didît, hevalê Bager digot, 'Dema hevalek li kêleka min bêmoral dibe, ez bi xwe pir pê diêşim. Naxwazim hevalên li kêleka min bêmoral be'. Tevî ku em ewqasî li gel hev man, li kêleka hev radizan jî rojekê bibêje şaşitiyek hebe, gotinek hebe tune bû. Hevalan timî xeta xwe di rêya azadiyê de diparastin, hemû hevalan her wiha digotin, 'çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin'. Ji xwe hevala Avzem carekê bi hevalên li Werxelê re axivî. Heval di cîhazê de digot 'çi dibe bila bibe, em ê li Şehîd Şahîn ala HPG û YJA Starê hildin. Hûn jî li gel xwe rakin, em ê bi alê silavê bidin hev'. Hevalan bi moraleke wisa bûn. Rojekê tu bibêje heval moralê wê ketibe, tune bû. Her hevalan moral didan hev. Carna ji xwe re qala çîrokên berê, bîranînên berê dikirin. Carna tiştên komîk hebûn hevalan behs dikirin, moral didan hev. Yan jî bîranînên Serokatî hebûna, tiştên hevalan ji derdorê bihîstin behs dikirin. Vî tiştî bi rastî jî pir hêz dida me.
Piştî 47 rojan, mesela teqemenî li ser hev dikirin, depoyek me hebû ji xwe erzaq îmha bûn. Qederek ava me jî ji ber kîmyasalê bi jehr bû, me nekarî bi kar bîne. Êdî me ew av qet bi kar neanîn. Ne ji bo şuştinê, ji bo vexwarinê. Me ji bo tiştekî bi kar neanî, wisa ma. Cenazeyên wan di destê me de bûn, ji bo bigirin zehf teqemenî dikirin. Me biribû jorê ji bo werin bigirin, negirtin. Ji xwe teqandin. Di wê teqînê de tiştên heyî ji xwe hemû îmha bûn. Mînak, sê esker ketibûn tunelê, navê yekî Aslan bû, yek Borak bû yek jî Melîh bû. Yek ji wan ji xwe wisa mir, yek jî ji ber basincê ji pencereyê firiya bû miribû. Melîh birîndar bûbû. Deng, nalnala wî dihat, bang li hevalên xwe dikir, digot 'Borak, Aslan hûn li ku derê ne?' Bang dikir. Dema me dengê birîndar bihîst me got em biçin jê re bibin alîkar. Heta em çûn ew miribû. Piştî me cenazeyên wan anî gel xwe û pê ve pir zêde teqemenî kirin. Pir israr kirin, me jî got em cenazeyên wan bidin wan. Me cenazeyên wan bir, ji xwe bi teqemeniyê cenazeyê xwe teqandin. Me fêhm kir ku dijminekî ne ku xwedî li cenazeyê xwe derkeve. Xwedî li cenazeyên xwe jî derneketin. Cenazeyên xwe jî teqandin. Bi wê teqemeniyê re tiştên heyî, erzaq hemû çûn. Derfetê ku tu karibe şer bike, bijî bi rastî jî nema. Tenê cebilxaneya me mabû, erzaq nemabû. Wê şevê ji xwe nanê me jî nebû. Me got, em nan çêbikin ji bo sibehê, ji ber ku dijmin wê careke din êrîş bike, ji bo em karibin çalakiyê bikin qet nebe nanê me hebe em karibin xwarina xwe bixwin. Dema teqemenî mezin kirin, tiştên me hemû îmha bûn jî me got em nîqaşekê bikin. Me got, em ji şikeftê derkevin. Yanî em şikeftê berdin, em qada Şehîd Şahîn bernadin. Hevalê Bager di biryara xwe de zelal bû. Got, 'Heval ez bi xwe dernakevim. Çi dibe bila bibe ez bi xwe ji Şehîd Şahîn dernakevim. Tevî ku me wisa nîqaş kir hemû hevalan me got, 'Heval em dest ji Şehîd Şahîn bernadin, lê em ji şikeftê derkevin ji bo em karibin li wan bidin'. Hevalê Bager got, 'Em biryarekê bidin. Ji xwe ez dimînim'. Dema hevalê Bager wisa got, hevala Avzem jî got, 'Hevalekî rêveberiya me ye, ez li kêleka wî alîkar im, ez ê jî li gel hevalê Bager bimînim'. Hevala Avzem jî nexwest derkeve. Dema wisa got, hevala Arîn jî 'Ez ê jî bimînim. Bila heval derkevin'. Di vir de biryareke hevpar hate dayin ku çar heval bimînin, yên din jî derkevin. Dema çar heval man, me zanîbûn ku heval wê çalakiya fedaî bikin. Hesteke cudatir bi me re çêbû. Me zanîbû ku bi vê çalakiyê wê pir tişt deng vede. Wan hevalan gotin, belgeyên ku me li ser eskeran dîmenê wan kişandine, çi belge me kişandine bila gelê me, cîhan bibîne ku em di çi rewşê de ne. Dema çar heval man, koma din em hemû derektin. Hevalan gotin, 'Rabin xwe zû amade bikin'. Êvar bû, dereng jî bû. Hevalan rabûn xwe amade kir ji bo em derkevin, me xatir ji hevalan xwest. Ji ber ku me ewqas rojên zehmet derbas kirin, em li kêleka hev bûn, hevaltiya herî xurt di wê kêliyê de bû, ji ber wê em pê êşiyan ku hevalê çalakiya fedaî bikin, em ê jî derkevin. Me xatir ji hevalan xwest, hevalan gotin zû derkevin. Dema em derketin jî di navbera me û dijmin de zêde nebû. Derdora 20-25 metre bû. Ji ber ew li ser şikeftê bû, em jî ji derî derketin. Tevî ku li qadê gelek mobesseyên wan hebû, teknîka wan hebû, çekên wan li ser gir bi xwe hebû. Wê rojê sê keşif digeriya. Dema em derdiketin pir deng jî derdiket, dengê keviran pir derdiket, bi bandora kîmyasalê em gêj dibûn diketin radibûn, dîsa jî bi me nehesiyan. Em derketin em qederekê ji wir dûr ketin. Cihê ku em derketin jî tu bibêje dar heye, tu xwe bide ber dar nebû. Nêzî 200 metreyî hemû xîz bû. Em wisa di ber mobesseyê wan re çûn, qet bi me nehesiyan. Em qederekê ji wir dûr ketin. Di navbera kampê û cihê ku em ê biçûna ku me jê re digot 'balkon', hevalan gotibûn biçin wê derê hûn ê hevalan bibînin. Dema em çûn wê derê saet 2 û nîv bû, heta em gihîştin wir saet bû 5, 6. Yanî 500 metre nebû. Ji ber bandora kîmyasalê û basinca teqemeniyê ya li ser me pir zêde em nikarîbûn bimeşiyan. Tenê em hêdî hêdî diçûn. Piştî ku em gihîştin wir ji kampê dengê teqemeniyê hat. Me got, hevalan çalakiya fedaî kirin. Hevalan gotin, na nekirine, eger em gihîştin hevalan hevalê bi me re jî biaxivin. Piştî ku em ji wir dûr ket, ew hestê ku dema dengê teqemeniyê hat, mîna ku tiştek ji canê me derket. Ew çalakiya hevalan çiqasî em êşandibe jî lê belê em zanin ku ev ji dijmin re namîne. Tola wê wê her tim bê hilanîn. Partiya me jî partiya tolhildanê ye. Ji ber wê me got, çi dibe bila bibe, perspektîfa ku heval li kampê da me em ê vê perspektîfê bigihînin hevalan, ji wan re bibêjin. Li wê derê rewş çawa bû, dijmin di kîjan astê de bi dijwarî êrîş kir, ya jî tedbîrê me li hemberî wê çawa bû. Me got, em ê vê bigihînin hevalan.
Piştî ku em ji şikeftê derketin, wisa tu bibêje li gel me erzaq hebe em bi xwe re derxîne, av nîn bû. Ne erzaqê me hebû, ne ava me hebû. Ji xwe li kampê jî me nekarîbû baş xwarinê bixwara. Em dema derketin hem bandora kîmyasalê li ser me bû, serê me gêj dibû wisa em diketin radibûn. Rêya me jî bi rastî pir dirêj bû ji bo em xwe ji wan deran dûr bixînin, xwe bigihînin rêxistinê. Ji bo tiştên hevalan ji me re gotin, weke wesayeta xwe gotibûn û di heman demê de belgeyên di destê me de bû ji bo vê rastiyê bidin pêşiya gelê xwe bila gelê me de bibîne. Bila tiştên ku me dîtine bila ew jî bibînin çi qewimiye. Piştî ku em hatin me xwe kir şiklê çend koman. Ji ber di rê de hem av û xwarin nebû hevalan pelê darê mêw heye, hevalan ew pel dixwarin. Digotin em xwe li ser lingan bigirin tenê em karibin vê rastiyê bibêjin. Her gotina hevalekî weke barekî bû li ser pişta me ku diviyabû me bigota. Ji ber wê me digot çi dibe bila bibe, tenê ji bo van dîmen, van wêneyan mabe em bibêjin. Dema em li qadê bûn, bi şevê dîsa Kobra dihatin li derdorê didan. Li derdora me didan, balafiran jî lê didan. Keşfê wê gelekî digeriya. Tevî wê jî em dihatin. Pir cihan jî zehmet bû, dar nebû, dijmin jî li hemberî me bû. Tevî ku em di pêşiya wan re derbas dibûn dijmin pê nedihesiya. Ewqas ji teknîka xwe bawer e, em di deştê de jî derbas dibûn, pê nedihesiyan. Bi wî şiklî me digot em xwe bigihînin hevalan, van dîmenan bigihînin wan. Tiştên ku hevalan di dawiyê de ji me re gotin, tiştên ku dîmenê ku ketiye destê me, yên leşkeran jî wisa, qederek wêneyên wan jî ketibûn destê me. Ji xwe qertê wan ketibû destê me, dema me çalakî kir. Di wir de qederek dîmen hebû, wêneyên leşkeran hebûn. Di heman demê de leşkerê bi navê Melîh ê ku miribû, dîmenê wê jî li gel me bû. Me digot divê em van dîmenan bigihînin çapemeniyê, bila rastiyê bibînin. Bi wî şiklî em derketin.
Pêwîste gelê me jî vî tiştî bibîne. Avzem ne tenê keça dayikekê bû. Bager ne tenê kurê dayikekê bû. Her çar heval jî ewladên hemû dayikan e, hemû bavan e. Lewma divê weke gelê Kurd jî wekî din jî mirov divê hîn zêde xwedî li şehîdên xwe derkevin. Dem dema Şerê Gel ê Şoreşgerî ye. Dem dema azadiya Rêber Apo ye. Daxwaza me ji gelê me ew e ku em êdî rastiya dijminê xwe ji nêz ve bibîne. Û em rastiya şervanên xwe jî bibînin, gerîlayên me li serê çiya çi dikin. Pêwîste bi rastî jî êdî em vî tiştî bibînin. Ji ber ku bi hezaran Bager û Avzeman di nava vê partiyê de hene. Bila bizanibin ku dijminê me ne dijminekî pir hêsan e. Ne dayik nas dike, ne zarokan dibîne. Ne bêje kal e, pîr e, ya jî jin e. Ji bo wan ferq nake. Dijminê ku xwedî li leşkerên xwe dernakeve, cenazeyên xwe bi teqemeniyan parçe dike, bi balafiran lê dide, divê bibîne ku li hemberî me ti carî bi dilrehm nêzîk nabe. Eger wisa nêzî leşkerên xwe dibe, ji me re ti carî wisa nêz nabe. Pêwîste em jî vê rastiyê bibîne ku em jî bi her şiklî çi dibe bila bibe, em dibêjin ji heft salî heta heftê salî çi li ku derê bin, çi ji me bê xwestin divê em bikin. Ha te kevirek rakir li wî dijminî da, ha jî te çekek rakir lê da. Divê em êdî li hemberî vî dijminî serî netewînin. Ji xwe gel gerîla ye, gerîla jî gel e. Em bi hev re bi hêz dibin.
Divê gelê me êdî li hemberî vî dijminî bêdeng nemîne, serê xwe netewîne. Bila bi gerîlayên xwe yên li serê çiya serbilind be û bila gel êdî vê rastiyê bibîne. Em bawerin ku gelê me bikaribe xwedî li şehîdên xwe derkeve û li kêleka gerîla jî be. Ji ber ku em dibêjin gel gerîla ye, gerîla jî gel e. Em ji gelê xwe bawer dikin. Em bawer dikin ku her ciwanekî Kurd jî xwedî li şehîdên xwe derkeve. Hîn zêdetir li hemberî vî dijminî bibe bersiv. Li ku dibe bila bibe em bawerin ku gelê me ji zarokê heft salî heta heftê salî wê li hemberî dijmin bibin bersiveke mezin. Em ji bo gelê xwe vê hêvî dikin.
Dijmin navê operasyona xwe kir Pençe Kîlît. Bi rastî jî xwest me li Zapê kilît bike, li qadên cuda de kilît bike. Di heman demê de xwest me li wir bide şikandin. Li qada Zapê xwest weke partiyê me bide şikandin. Lê bi rastî jî dijmin nekarî vê bike, bi xwe li Zapê kilît bû. Li qadên cuda jî bi xwe kilît bû. Weke Avaşîn û Metîna jî. Li Bakurê Kurdistanê jî heman tişt. Xwest me kilît bike lê bi xwe kilît bû. Niha bi xwe bêçare mane. Çi xwest bi me bide kirin niha bi xwe di wê rewşê de ye. Lê belê bi şexsê Bager, Avzeman wan hevrêyan di derfetên herî zor û zehmet de me karîbû li wê derê, li Şehîd Şahîn sehneyeke wisa nîşan bidin, di bin her şert û mercî de em dikarin hîn zêdetir li hemberî vî dijminî bibin bersiv. Ji ber wê dijmin ne bi teknîka xwe bi çi tê bila bê, bi felsefeya Rêber Apo, baweriya ku em jê bawer dikin ti carî nikare me bişikîne. Di vê derê de ez dîsa dibêjim, dijmin bi teknîka xwe bawer e tê, bi xwe teknîkê dibîne, ya jî hevaltiya PKK'ê ye. Baweriya me ye. Felsefeya ku Rêber Apo bi me daye fêrkirin, dilsoziya me ya bi hevrêtî, gel, Rêbertî û axa xwe re em ti carî nahêlin ku dijmin bi hêsanî bikeve xaka me. Bila dijmin vê zanibe, ew ji xwe kilît bûye; ew ê bişikê. Ji niha ve, ji roja destpêkê ya operasyona dijmin diyar e ku li bin ketiye. Li xwe mikur nayên. Bila devkî îtiraf nekin, em dibînin, cîhan jî dibîne, gel jî dibîne. Em bi xwe di nava vê rastiyê de ne, em zanin ku rastî çi ye. Ji ber wê em şer dikin. Di nava vê zor û zehmetiyê de çi bê xwestin em jê re amade ne ku bersivê bidin. Ji dijmin re namîne. Rûyê dijmin nîne ku li xwe mikur bê. Di heman demê de di kesayetiya heval Bager, heval Avzeman de jî ez careke din biryara xwe di kadrobûyîna xwe, di xeta fermandara me hevrê Zîlan de heval Bager heval Avzem de careke din ez bi xwe soza xwe nû dikim. Em ê tola van hevalan hilînin. Wisa namîne. Berdêlên ku em didin ti carî me lawaz nake, her berdêlên ku em didin wê me xurt bike, wê kîna me mezin bike. Em ê li hemberî vî dijminî wiha bibin bersiv. Ji ber wê ti carî şehîd me naxîne. Her windahiya ku em didin berdêlên ku em didin em ê bi sed qatê wê jî tola xwe ji dijmin hilînin. Bi xwe ez jî weke kesayet, çi dibe bila bibe di şexsê van hevrêyan de çi were pêşiya me em ê bikin. Ji ber ku gelê me heq dike em vê bikin. Weke fermandarê me hevalê Bager got, 'gelê me heq dike'. Bi rastî jî ji bo hevaltî jî ji bo Serokê me jî heq dike ku em her tiştî bikin, bidin ber çavên xwe. Ne tenê can, çi pêwîst bike jî em ê bikin. Tiştê ku em winda bikin, mal e nizanim çi ye nîne. Li derveyî gelê me û xaka em li ser in tiştekî me nîne. Em bi vê yekê bawer in û em ê bi vê yekê jî bi ser dijmin ve biçin. Bila vê baş zanibin, em ti carî serî natewînin. Em ti carî nahêlin ku çokê me dakeve. Di bin her şert û mercî de em ê bibin bersivê herî mezin. Ji ber vê ez dibêjim şehîd ti carî namirin, ji ber ku hevalên Bager, Avzem wan ji bo me jiyan ava kirin. Rêya rast nîşan dan. Di vê xetê de şehîd namirin. Ti carî şehîdên me namirin. Bijî Serok Apo. Jin, Jiyan, Azadî. Jin, Jiyan, Azadî."