Koalîsyona hikûmeta Holandayê hilweşiya, Serokwezîr îstifa kir

Piştî Partiya Azadiyê ya rastgir a tundrew ji koalîsyonê vekişiya, hikûmeta Hollandayê hilweşiya û tê payîn ku li welat hilbijartinên pêşwext were lidarxistin.

Li Hollandayê di 3’yê Hezîrana 2025’an de krîzeke siyasî ya mezin rû da. Serokê Partiya Azadiyê (PVV) ya rastgir a tundrew Geert Wilders vekişîna xwe ji hikûmeta koalîsyonê ragihand. Ev pêşketin bû sedema îstifaya Serokwezîr Dick Schoof û hilweşîna hikûmetê.

Biryara vekişîna Wilders ji ber nakokiyên li ser polîtîkayên koçberiyê hat dayîn. PVV’ê berê ragihandibû ku ew ê guhertinên di qanûnên penaberiyê de qebûl nekin û heke li ser vê mijarê lihevkirinek çênebe, ew ê ji koalîsyonê vekişin. Li ser vê mijarê bi hevkarên din ên koalîsyonê re nakokî hat jiyîn û PVV ji hikûmetê vekişiya.

Wezaretên Penaberan, Tenduristiyê, Binesaziyê, Bazirganiya Derve û Aboriyê di destê PVV’ê de bûn. Bi vekişîna PVV’ê re ev wezaret vala man û karê hikûmetê jî têk çû. Serokwezîr Dick Schoof bi hilweşîna koalîsyonê îstifa kir.

HILBIJARTINÊN PÊŞWEXT ROJEVÊ DE YE

Bi hilweşîna hikûmetê re hilbijartinên pêşwext kete rojevê. Li ji bo diyarkirina roja hilbijartinê divê hikûmet bê avakirin û erêkirina parlementoyê pêwîst e. Tê payîn ku di vê pêvajoyê de wê hikûmeteke demkî li ser kar be.

Endamtiya Hollanda ya di NATO’yê de û têkiliyên wê bi Yekîtiya Ewropayê re piştî hilweşîna hikûmetê kete nav nezelaliyê. Bi taybetî, biryarên li ser parastin û siyaseta derve dibe ku heta avakirina hikûmeteke nû werin paşxistin.

Hilweşîna koalîsyonê û banga hilbijartinên pêşwext nezelaliya li ser siberoja siyasî ya Holandayê zêde bûye.