Pinpinîka ku xwe li ser mekap a Êrîş danî

Gerîla Êrîş çend roj beriya şehadeta xwe dîmenê pinpinîkekê kişand ku xwe li ser mekap a wî danî bû û şandibû. Jiyana xwe ya rojekê xistibû metirsiyê û xwe li ser mekap a gerîlayekî danîbû.

- Tu yê ji me re binivîsîne ne heval?

- Eger nenivîsînim bila pênûsa min bişikê. Geol îlhameke te heye ku bide gotinan?

- Wê hebe, soz!

Gerîla Êrîş wiha got û bi rê ket.

Li çiyê dema ku hûn gerîlayekê-î nas dikin, pênûsa we dest bi çîrokeke nû dike. Ev yek ji aliyekî ve we kêfxweş û bi coş dike, li aliyê din jî xemgîn dike ku hûn ê ji van gerîlayên bedew qut bibin. Hûn hewl didin her tiştî di wê kêliyê de bi cih bikin. Hûn di rê de gerîlayekê-î nas dikin, piştre yeka-î din. Ji cîhanên cuda, gerdûneke mezin ava dibe.

Gerîla Êrîş Bawer jî bi sekna xwe cîhaneke başî û kedê ava kiribû. Eger yek bipirse bê keda di oxira welatekî de çi ye? Ez ê bibêjim Êrîş. Eger bipirsin, gelo kenekî bêrawestan li ser rûyê kê ye? Ez ê bibêjim li ser rûyê Êrîş. Eger bibêjin bêrawestan xizmeta ji bo azadiyê çi ye, ez ê bibêjim sekna jiyanê ya Êrîş. Şehadeta gerîla Êrîş jî bi vî rengî bû. Gelo jiyana şervanekî tenê li kêliyeke çalakiyê, li dîmenekî, li wêneyekî bi cih dibe? Dibe ku ne bi temamî, lê belê kêliyeke kurt a rastiyê lê bi cih dibe.

Ji sala 2012'an dema tevlîbûnê û pê ve gerîla Êrîş li gelek qadan geriya. Bi hawara xelkê Êzidî ve beziya bû, dema ku dagirkeran êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir, yekser berê xwe dabû vê qadê. Piştre li çiyê vegeriya ku bi eşqeke mezin pê ve girêdayî bû. Bi salan temsîla kedê kir û rêya azadiyê her tim meşiya. Herî dawî li lênûska xwe ya biçûk wiha nivîsî bû û derbasî qada şerê giran bûbû: "Fedaiyê herî mezin Rêber Apo ye. Rêber Apo ev rêbaza xwe ya fedaî nîşanî cîhanê da. Fedaîtî esasgirtina xeta Rêbertî ye. Xwe fedakirin e. Fedaiyek jiyaneke ji rêzê ji bo xwe qebûl nake. Fedaîtî meşa li ser rêya Zîlanan e. Hevrê Zîlan xwedawendeke nemir e û hevrêyeke ku her roj di nav me de dijî. Rêbaza milîtaniya fedaî ya Rêbertî esaswergirtina azadiya civakê ye. Li ser xeta şehîd Zîlan jiyana bi wate ye. Fedaî ew e ku zane ji bo çi dijî. Berxwedana li dijî dijmin e, heta dilopa dawî ya xwîna xwe şerê li dijî dijmin e. Eger em niha rehet bin yan jî karin gavekê biavêjin, ev yek ji ber hewldanên van fedaiyan e. Sekn û hewldana Kemal Pîr, mînak dema ku Kemal Pîr diket nava civakê herkes radibû ser piyan. Ji ber ku bi Kemal Pîr re nêzîkatiya fedaî ya Apoyî hebû. Divê em rê, sekn, nêzîkatî û dilsoziya Kemal Pîr a bi partiyê re timî ji xwe re bikin esas."

YA KU BERIYA ŞEHADETÊ ŞAND

Gerîla Êrîş 6'ê Tebaxê li qada Şehîd Mazlûm şehîd bû. Çend roj beriya 6'ê Tebaxê soza xwe bi cih anî û dîmenekî bedew ê ji dilê xwe şand ji me re. Gerîla Êrîş ew dîmenê li qadê destpêkê li dilê xwe piştre jî li makîneya biçûk a li gel xwe qeyd kiribû. Dîmenê pinpinîkeke biçûk şandibû ku xwe li ser mekap a gerîla danîbû. Dibe ku beşeke biçûk a wê kêliyê kişandibû, lê belê di nava wê kêliyê de dîroka serketinê veşartî bû. Jinên Kurd dibêjin 'Eger pinpinîk hatibe mizgînî aniye, gelo mizgîniya çi ji me re aniye'. Pinpinîkekê xwe li ser mekap a gerîla Êrîş Bawer danî bû, mizgînî jê re anî bû. Pinpinîk neaxive, lê belê mizgîniya wê dide ku mekap a xwe li ser daniye wê bi ser bikeve. Jiyana wê rojek e, tenê rojek. Emrê xwe ji bo mizgîniya serketina gerîla bîne, hatibû. Belasebep xwe li ser mekap a gerîla Êrîş dananîbû. Wî bi rêya vî dîmenê kurt ku ji hevrêyên xwe re şand, serketina hevrêyên xwe yê di şerê dîrokî de dîtibû.