Ji Botanê heta bi Zapê çalakiyên gerîla: 9 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Botan û Zapê 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 4 jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Di encama çalakiyên hêzên me de 9 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 4 caran bi balafirên şer, bi dehan caran bi tank û çekên giran bombe kir. Di heman demê de li pêşiya çeperên berxwedanê yên gerîla lastîk şewitandin û dûyê bi jehr şandin nava çeperên berxwedanê."

Agahiyên berfireh ênl i ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

"Di çarçoveya Pêngava Şehîd Diljîn-Şehîd Şervan Êrkendî ya Egîdên Botanê de;

13'ê Mijdarê artêşa Tirk a dagirker li qada Girê Hirmo yê herêma Cûdî ya Botanê dest bi operasyonekê kir. Hêzên me artêşa Tirk a dagirker xistin bin kontrola xwe. Dagirkerên ku hewl dan li gel xaniyanan xwe bigihînin nuqteyên gerîla yên berê, 15'ê Mijdarê li nuqteya Şehîd Şayan ketin xefikê û bi sabotajê lê hate xistin. Di encamê de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin. Di heman demê de bi sabotajê li dagirkerên li Girê Şehîd Firat hate xistin û dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Dagirkeran piştî çalakiyan kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterê ji herêmê birin. Ev çalakî ji bo silavkirina berxwedana hevrêyên me yên li tunelên şer, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hatin lidarxistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

13'ê Kanûnê saet di 11:00 de li nehiya Şêladizê ya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên berxwedanê yên gerîla yên li qada Çemçoyê hate xistin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

13'ê Kanûnê saet di 11:30'î de li qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê, li hemberî dagirkerên li dora çeperên berxwedanê yên gerîla, tîmên me yên bi tevger çalakiyeke gerîla ya koordîneyî lidar xistin. Di vê çalakiyê de ku sûîqestê û çekên giran hate kirin, 2 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

13'ê Kanûnê dagirkerên li qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê li pêşiya çeperên berxwedanê yên gerîla lastîkên wesayitan şewitandin û dûyê bi jehr şandin nava çeperên berxwedanê.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

13'ê Kanûnê zeviyê Gundê Dirê yê Garê û qadên Golka û Girê Ortê yê Metînayê 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

13'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Sîda û Çemçoyê bi çekên giran û tankan bi dehan caran hatin bombekirin."