Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û em ê li ber xwe bidin

Ferît Şenyaşar diyar kir, ku desthilat kujeran diparêze û got: “Em mafdar in û em ê li ber xwe bidin.”

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li Sirûcê êrişî dikana malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Bi mebesta darizandina kujeran û girtina wan, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobeta Edaletê di roja 644’an didome.

Emîne Şenyaşar ên mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber deriyê edliyeyê, dîtin ku wesayîtên bi plaqeya fermî careke din li ber cihê ku pankarta wan ya “Edalet” li ser dinivîse dihate daliqandin park kirine, pankart bi wesayîta xwe ve daliqand û dest bi nobetê kir.

‘KUJERAN DIPARÊZIN’

Ferît Şenyaşar anî ziman ku kujer parlementerê partiya desthilatê ye û wiha got: “Lê Wezîrê Karê Hundir kujer diparêze û Serokkomar li hember vê bêhiqûqiyê bêdeng dimine, aliyê parlamenter digire. Li Tirkiyeyê her kes dizane ku di dozeke ku serokkomar û Wezîrê Karên Hundir alîgir be de wê darizandineke adil neyê kirin.” 

Şenyaşar, diyar kir ku bûyer tevî yek e jî doz piştî du salan weke “kargeh” û “nexweşxane” cuda kirin û wiha berdewam kir: “Bi ser bûyerê ve nêzî 5 sal derbas bûn. Îstînaf dixwaze ku ev her du doz bibin yek. Wê doz ji nû ve dest pê bike. Kesekî ku dibêje li Tirkiyeyê daraz serbixwe ye, bêalî ye û siyaset asteng nake bila li doza me binêrin.”

Şenyaşar got: “Em li ber deriyê edliyeyê ne, mafdar in. Hemû tiştên me li kargeha xwe kirin weke di dîmenên kamerayan de jî tên dîtin li ser xwe parastinê ye. Birayê min kesek nekuştiye. Tenê gule berdaye 2 kesên ku êrişî me dikir. Ew her du kes jî birîndar bûne. Em nabêjin birayê me girtî ye, di bin zexta siyasî de dîl girtî ye. Em vê bêedaletiyê qebûl nakin.”

Şenyaşar, anî ziman ku derbarê kesên ku li nexweşxaneyê komkujî û sûcê mirovahiyê kirin de cezayê muebbeta girankirî bê xwestin jî ev kes di nava civakê de digerin û wiha berdewam kir: “Lê birayê min yê li kargehê xwe parast niha girtî ye. Em mafdar in em ê li ber xwe bidin û em ê li ber edliyeyê veneqetin. Sibê du sibe wê parlamenterên partiya desthilatê an jî namzetên wan wê bên Rihayê. Gelê Rihayê wê vê bêedaletiyê bibîne. Dema namzetek hate vê derê wê pirsa ewil ku gel jê bipirse bibe ev bêedaletî. Em jî wê derkevin hemberî van. Heta ku ev bêedaletî ji holê neyê rakirin em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”