Li Mexmûrê li dijî tecrîdê çalakiya nobetê hat destpêkirin

Li Wargeha Penaberan Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya nobetê hat destpêkirin.

Li Wergeha Panberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Saziya Malbatên Şehîdan çalakiya nobetê hat destpêkirin. Koma ewil a çalakiyê bi daxuyaniyekê armanca çalakiyê eşkere kir. Beriya ku axaftin were kirin di kesayeta tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê de deqeyek rêz hat girtin.

Ewilî li ser navê çalakgeran Seîd Ayaz axivî. Ayaz diyar kir ku ev demek dirêje agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û bang li tevahî gelê Kurd yê xwedî wijdan û rûmet kir ku xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbikevin. Ayaz got ku heta ew agahiyekê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nestînin wê li çalakiya xwe berdewam bikin.

Piştî axaftinan sînevîzyona ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû amade kirin, hat temaşkirin.

Dema ku sînevîzyon bi dawî bû, girseyê bi yek dengî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.