Dewleta Tirk a dagirker her roj li Başûrê Kurdistanê li ser qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê û jîngeha Kurdistanê çekên qedexe yên kîmyewî û gazên jehrî bi kar tîne. Herî dawî HPG’ê ragihandibû ku di navbera 7 û 9’ê Kanûnê de dewleta Tirk a dagirker herî kêm 150 caran çeperên şer ên Şehîd Botan ên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi çekên kîmyewî bombe kiriye. Ev yek ziyaneke mezin dide xwezaya herêmê.
Têkildarî mijarê pisporê Fîzyolojiyê Dr. Sadat Abdullah Ezîz li ser bandor û ziyanên bomberdûmanên bi çekên kîmyewî ji ANF’ê re axivî.
Dr. Ezîz diyar kir ku bikaranîna hemû cûrên çekên kîmyewî li gorî pîvan û peymanên navneteweyî karesateke mirovî ye û got: “Li gorî qanûnên navneteweyî her welat, kesek, netewek van çekan li ber gelek din bikar bîne, li gorî yasayên heyî di dadgehên navneteweyî de bê dadgehkirin.
'BANDORÊ LI SER TEMAMÎ SÎSTEMA XWEZAYÊ DIKE'
Dr. Sadat Abdullah Ezîz qala bandora çekên kîmyewî jî kir û wiha domand: "Bikaranîna çekên kîmyewî tenê bandorê li ser mirovan nake, bandoreke pir xirab li ser jîngehê dike. Bandorê li ser temamî sîstema xwezayê dike. Ev yek dibe sedem ku bi sedan sal piştî bikaranîna vê çekê, jîngeh xwe nû neke, weke berê nebe. Ziyaneke pir mezin li siberojê çêdike. Li gorî lêkolînên zanistî, bandora her çi çûre çek û gazên jehrî li ser wê herêm, dîsa di serî de mirov û hemû zindiyan heye. Bi sedan sal bandora vê çekê li ser mirov û herêmê dimîne."
'JÎNGEHÊN ÇEKÊN KÎMYEWÎ LÊ TÊ BIKARANÎN JIYÎN LÊ NAMÎNE'
Têkildarî mijara çekên kîmyewî Dr. Ezîz destnîşan kir ku divê bi baldarî li ser vê mijarê bê rawestandin, pêwîste bang li navendên zanistî û saziyên li ser çekên qedexe kar dikin bê kirin û li van herêman lêkolînên cidî bikin û ev nirxandin kir: “Eger hat û derket holê li van herêman çekên qedexe hatine bikaranîn, divê ew dewletên ku xwedî bandor û rol in, her wiha ew kampanyên ku van çekan bikar tînin, bên lêkolînkirin. Ji ber ku bikaranîna çekên kîmyewî tenê ew nîne ku qaşo ‘neyarê’ xwe tine bikî, hemwext xwezaya herêmê jî tê tinekirin. Ev yek dibe sedem ku li gorî pêwîst nikarî li wan jîngehan jiyan bikî.”
'NAVENDEK BÊ AVAKIRIN KU LI SER VÊ MIJARÊ BIXEBITE'
Dr. Sadat Abdullah Ezîz daxuyakirin ku di rastiyê de hemû kar pêwîstî bi rêxistinkirinê heye, divê navendek hebe ku bikare bi vê yekê rabe û berpirsyar tevger bike û wiha pêde çû: “Rêxistinên civaka sivîl, saziyên mafê mirovan kar dikin, mirovên şareza yên di derbarê vê mijarê de kom bikin, ji bo bikarin kar li gel bikin.
'HEWL TÊ DAYÎN NETEWEYEK BÊ TINEKIRIN'
Ji ber ku mijar mijareke têkilî bi jenosîdê ye ku hewl tê dayîn neteweyek bê tinekirin, ji bo wê pêwîst dike ku saziyek serbixe li ser vê mijarê kar bike. Ji bo wê pêwîste ew saziyên navxwe û navneteweyî ne, bi rêya saziyên civaka sivîl ên derbarê mafê mirovan kar dikin, rêxistinek ji bo wan ava bikî û bang lê bê kirin. Bi vî rengî dikarî kesên şareza û akademî yên yên vî welatî bikar bînî ji bo zêdetir weke deta vê mijarê bixe nava pîvanên cîhanê."
'NEYARÊN KURDAN DIXWAZIN MIJARÊ BIKIN SIYASÎ'
Dr. Sadat Abdullah Ezîz herî dawî ev anî ziman: "Neyarên Kurd vê dikim mijareke siyasî. Ji ber ku li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û Kurd ne di berjewendiyên wan de ne. Divê saziyên mafê mirov ên navneteweyî diparêzin tevlî vê proseyê bê kirin ji bo ku ev mijar ji mijareke siyasî bê derxistin û ew qilifê siyasî ku lê tê kirin, derxîne bike mijareke civakî û çandî, jîngehî. Xelkê herêmê yên li ser wê jîngehê dijîn bên parastin.
'KILÎDA ÇARESERIYÊ GUFTUGO Û DÎTINA RÊYA ÇARESERIYÊ YE'
Pirsgirêka Kurd li Tirkiye bi êrîş û çekên qedexe çareser nabe, pêvajoya borî ev yek bi me da piştrastkirin. Bi kuştinê pirsgirêk çareser nabe. Kilîda çareseriyê guftugo û dîtina çareseriyeke esasî ji bo pirsa Kurd li Tirkiye.”