​​​​​​​YPG: Hevrêyê me Qehreman Şiyê şehîd bû

YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Ebdirehman Kîlo (Qehreman Şiyê) 12'yê Kanûnê di encama nexweşiyê de şehîd bûye û got, "Keda wî daye şoreşê ji bo me nirxekî pîroz û serbilindî ye."

Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser malpera xwe daxuyaniyek nivîskî weşand. Tê de wiha hate gotin: "Hevrêyê me Ebdirehman Kîlo bi nasnav Qehreman Şiyê demek dirêj bû ku bi nexweşiyeke giran re têdikoşiya, lê di roja 12’ê Kanunê de tevî hemû hewldanên tibî jî şehîd bû.

Hevrêy Qehreman sala 1980’î li navçeya Şiyê a Efrînê ji dayîk bûye û bavê 5 zarokan bû. Gelê me yê Efrînê bi çanda welatparêziyê tê nasîn û bi axa xwe ve girêdayî ye. Bi nasîna Tevgera Azadiyê re çanda welatparêziyê bi çanda berxwedanê re kirin yek û ev rasterast di Şoreşa Rojava de rastiya xwe derxist holê. Ji bo parastina nirxên şoreşê di serî de jin û xortên ciwan û her mirovên xwedî bi rûmet tevlî refên azadiyê bûn. Yek ji wan jî hevrê Qehreman e ku piştî dagirkirina Efrînê berê xwe da nav refên hêzên me li bajarê Helebê.

Bi dagirkirina axa me ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di her welatparêzê me de hestê tolhildanê çêbû û li ser vê bingehan li hember qirkirina çandî û fîzîkî ya ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze li ser me ferz bike, cihên xwe di çeperên berxwedanê de digrin. Hevrê Qehreman çiqas li hember dijminê xwînmij bi hêrs û kîn bû, ji bo hevalên xwe jî dilgerm û fedakar bû. Keda wî daye şoreşê ji bo me nirxekî pîroz e û serbilindî ye. Ji bo gelê me lehengek e û wê her tim di dil û mejiyê me de bê bîranîn û têkoşîna me ya azadiyê de bê jiyandin.

Em di kesayeta hevrê Qehreman de hemû hevrêyên xwe yên ku ji bo azadiyê têkoşiyan û tevlî artêşa nemiran bûn bi rêzdarî bibîr tînin û careke din soza ku me da ye şehîdên xwe dûbare dikin ku em ê têkoşîna azadiyê bi serfirazî tacîdar bikin. Em serî de sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrê şehîd Qehreman re û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Qehreman Şiyê
Nav û Paşnav: Ebdirehman Kîlo
Navê Dayikê: Salha
Navê Bav: Hisên
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 12’ê Kanuna 2022.