Gerîla TV dîmenê cenazeyê leşkerê bi navê Mûstafa Bazna weşand
Gerîla TV dîmenê cenazeyê leşkerê bi navê Mûstafa Bazna weşand. Ev leşker li Qada Berxwedanê ya Girê Fm a Metînayê de hatibû cezakirin.
Gerîla TV dîmenê cenazeyê leşkerê bi navê Mûstafa Bazna weşand. Ev leşker li Qada Berxwedanê ya Girê Fm a Metînayê de hatibû cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kiribû di 3’ê Mijdarê de saet di 12.20’an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM a li Metînayê wan çalakiyek kirine, di vê çalakiyê de cenazeyê leşkerekî, alavî wî yên leşkerî û telefona wî ya destan desteser kirine.
HPG’ê diyar kiribû ev leşkerê ku hatiye cezakirin, navê wî Mûstafa Bazna ye, navê dê û bavê wî Dondu û Ramazan e û di 14’ê Gulana 1996’an de li Duzceyê ji dayik bûye.
Gerîla TV diyar kir cenazeyê Mûstafa Bazna di destê wan de ye û dîmenê cenazeyê Mûstafa Bazna weşand.