Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Suer hat veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Suer ku di şerê li Çiyayê Bagokê de şehîd bibû, li navçeya Wêranşarê di bin dorpêça polîsan de hate veşartin.

Cenazeyê Hediye Suer (Arjîn Xwînda Gabar) a ku di 27’ê Tîrmehê de di şerê li Çiyayê Bagokê yê li navçeya Nisêbînê de şehîd bibû, piştî 5 mehan radestî malbatê hate kirin. Malbatê duh cenazeya Suer ji Goristana Bêkesan a li navçeya Artûklû ya Mêrdînê wergirt û anîn navçeya Wêranşar a Rihayê.

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Suer li Goristana Nû ya li ser rêya  Serêkaniyê hate veşartin.

Polîsan destûr nedan ku ji xeynî malbatê kesek din beşdarî merasîma veşartinê bibe.