YPS-JIN li Wanê çalakî kir

Tîma Tolhildanê ya şehîd Hêvî Tolhildan ya YPS-JIN'ê îstasyona bazê ya li Taxa Xaçort a Wanê îmha kir.

Tîma Tolhildanê ya şehîd Hêvî Tolhildan ya YPS-JIN'ê got: “11 Kanûna 2022’an saet 03:40’an stasyona bazê ya li taxa Xaçort a navçeya Îpekyolu ya Wanê bi taktîkên taybet hate îmhakirin.”

Di daxuyaniya nivîskî de wiha hate gotin: “Hêzên me li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser qadên me yên şoreşgerî, îstasyona bazê îmha kirin û hêrî kêm 25 hezar dolar zirar dan dijmin. Zextên dijmin çiqas zêde bin bila bibe em jî bi her awayî parastina xwe ya rewa mezin dikin. Em ê her keliyê hesap bipirsin û erkên xwe yên dîrokî bi cih bînin. Hêza me heye û wê dijmin û xayinan jî vê yekê baş bibînin. Biryardariya me ya tolhildanê wê bi çalakiyên me zêdetir bê fêmkirin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku xwedî li gerîlayên xwe derbikevin û xayînan jî axa me ya pîroz derbixin. Ji Çekdaran heta Serhedan, ji Nalînan heta Hêviyan wê hesapê her tiştî were stendin!”