Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo gel bû hêvî

Xelkê Serhedê piştgiriyeke mezin dide Tifaqa Ked û Azadiyê. Xelkê herêmê dibêje, tifaqa ku bi pêşengiya HDP'ê hatiye avakirin bûye hêvî ji wan re.

Tifaqa Ked û Azadiyê ku ji aliyê HDP, EMEP, TÎP, EHP, TOP û SMF'ê ve hatiye avakirin, piştgiriyeke xurt ji xelkê Serhedê werdigire. Tifaqê li Kurdistanê kelecaneke mezin xistiye nava gel. Xelkê Serhedê diyar dikin ku ew neçarî Tifaqa Cûmhûr û Tifaqa Millet nînin û destnîşan dikin ku paşeroj û hêviya gelan bi Tifaqa Ked û Azadiyê re ye.

Îdrîs Yaşar bal kişand ser êrîşên demên dawî yên li ser gelê Kurd, ku zêde bûne û anî ziman ku heta niha bi her rê û rêbazên êrîşên li dijî qanûnan li gelê Kurd hatine kirin. Yaşar ragihand ku bawerî bi siyaseta partiyên sîstemê nayê û destnîşan kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê ya bi pêşengiya HDP'ê hatiye avakirin ji wan re bûye hêvî: "Em ê ji bo vê tifaqê hîn bêhtir bixebitin û kedê bidin. Ev hêz bi me re heye. Gelê Kurd ji xwe bi rengekî topyekûn li pişt vê tifaqê ye.

Kurd êdî Kurdên berê nînin. Kurd êdî hişyar bûne. Di vê mijarê de serê me bilind e. Yekbûna Kurdan me gelekî kêfxweş dike. Yekîtî û hevgirtina Kurdan wê bike ku herdu tifaqên din bên ber lingê me. Herdu tifaq niha tevlîhev dibin. AKP'ê ji xwe xelk neçarî nanê tisî kir. Van herdu tifaqan zilmeke mezin li gelê Kurd kirin. Gel ji van gelekî aciz e. Di hilbijartinên 2023'an de wê gelek tiştên xweş bibe."

EM NEÇARÎ TIFAQÊN CÛMHÛR Û MILLET NÎNIN

Huseyîn Guzelturk jî anî ziman ku di vê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û bi vî rengî tevbigere: "Dengê me ji me re ye, yan jî ji partiya me re ye. Ji niha û pê ve divê di nava Kurdan de cudahî tune be. Eger wijdanê me heye, divê em dengê xwe bidin xwe. Eger em dixwazin nîşan bidin ku em hene, divê em bi hev re dengê xwe bidin partiya xwe. J i ber ku bi dengê ji bo partiya xwe divê em nîşan bidin ku gelê Kurd çiqasî xurt e. Em neçarî tifaqên Cûmhûr û Millet nînin. Em ê bi Tifaqa Ked û Azadiyê hêza gelê Kurd nîşanî wan bidin."

EM HÊZEKE GELEKÎ MEZIN IN

Tûrgût Kara jî diyar kir ku partiya wan diyar e û got, "Hewldana me ew e ku ti cudahî nebe. Eger ew me cihê dibînin û di nava xwe de dibin yek, divê em jî li hemberî wan yekîtî û hevgirtina xwe çêbikin. Lewma divê em destê xwe deynin ser wijdanê xwe û dengê xwe nedin wan, dengê xwe bidin xwe yanî partiya xwe. Em hêzeke gelekî mezin in. Ji ber ku hêza herdu tifaqan jî nîne, tifaqa wan li ser berjewendiyan e û wê di demeke nêz de ji hev belav bibin. Hêza esasî em in. Daxwaza me ew e ku gelê Kurd bi rengekî serbest zimanê xwe bi kar bîne. Em nikarin bi rehetî bi zimanê xwe biaxivin, zarokên me li dibistanan nikarin bi zimanê dayikê bêne perwerdekirin, nexweşên me ji ber ku nikarin bi zimanê xwe biaxivin li nexweşxaneyan nikarin xwe îfade bikin.

Eivê gelê Kurd bi yekîtî û hevgirtinê tevbigere. Eger em bi hev re tevnegerin wê me biqedînin. Divê gelê Kurd deng nede tifaqên din. Tifaqa me Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Divê em dengê xwe bidin xwe, bidin partiya xwe. Zext nikare me ji partiya me dûr bixîne. Em ji wan natirsin. Partiya me diyar e, em ê her tim bi partiya xwe re bin."