Polîsên Tirk li Wanê êrîşî çalakiya ji bo protestoya tecrîdê kir

Ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wanê meşek hate lidarxistin. Polîsên Tirk êrîşî meşê kir û herî kêm 40 kes destgîr kir.

Bi pêşengiya KCD, TJA, DBP, HDP, MED TÛHAD-FED, OHD û Meclîsa Dayikên Aştiyê li hemberî tecrîda li ser Îmraliyê wê li Wanê meşek bihata lidarxistin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlementerên HDP’ê Sezaî Temellî, Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan, Huseyîn Kaçmaz, Saît Dede, Hasan Ozguneş û rêveberên HDP û DBP’ê li pêşiya Bedestena Aydin Perîhan û koma din jî li Xaçerêka Ezbercîlerê kom bûn.

Piştî ku gel kom bû polîsan li hemû kolanan ketin û derketin girtin. Gel jî bi sloganên ‘Bijî berxwedana zindanan’ bersiv dan polîsan. Polîsan dora gel girt û nexwest gel bimeşe. Polîsan êrîşî gel kir û gelek kes destgîr kir.

Polîsan dora koma li Xaçerêka Ezbercîler jî girt. Dema ku gel xwest tevlî meşê bibe, gel hate astengkirin û hatin destgîrkirin. Dema ku gelek kes ketin kolanan û sloganên ‘Bijî berxwedana zindanan’ berz kir, polîsan bi gaz û fîşekên plastîk li gel da. Dema ku jinek xwest tevlî meşê bibe, ji ser hişê xwe çû.

Di destê sibehê de hemû rêyên Cûmhûriyet, Maraş û Kişlayê û rêyên diçin vir hatin girtin. Li ser bajêr helîkopter bi nizmî digere. Polisan hemû kolan girtine û li GBTya hemû kesan dinihêre. Li pêşiya avahiyên HDP û DBP’ê û saziyên din jî polîs hatine danîn.

40 kesên ku hatibûn destgîrkirin bi otobusan birin Midûriyeta Emniyetê. Parlementerên ku demeke dirêj li ber baranê man jî çûn avahiya DBP’ê.