Hêzên gerîla gelek çalakî kirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî artêşa Trik a dagirker gelek çalakî kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin di çalakiyan de dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di encama çalakiyên hêzên me de dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên berxwedanê 2 caran bi bombeyên qedexekirî, carekê jî bi çekên kîmyewî bombe kir. Di heman demê de 38 caran bi balafirên şer, 58 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kirin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan bi vî rengî ne:

"Ewladê leheng ê xelkê me yê Êzidî û yek ji milîtanên pêşeng ên berxwedana dîrokî ya li Werxelê hevrêyê me Agir Tilizêr di êrîşên artêşa Tirk a dagirker de 11'ê Hezîrana 2022'an şehîd bû. Hevrêyê me Agir ku bi biryardarî û moraleke mezin kete çeperên berxwedanê, êrîşên dijmin ên li dijî mirovahiyê hemû pûç kirin û her firsendê derbên giran li dijmin xist. Bû yek ji fermandarên pêşeng ên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê. Hevrêyê me Agir hem li tunelên şer hem jî di şerê bi tîmên bi tevger de her tim li refên herî pêş cih girt, bi rola pêşengiyê rabû û hêjayî şehîdên me yên leheng bû. Em jî weke hevrê û şopdarên şehîdên xwe yên leheng, di şexsê hevrê Agir de diyar dikin ku armanca azadiyê ya şehîdên xwe pêk bînin û soza vê yekê careke din dubare dikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Agir Tilizêr wiha ye:

Nasnav: Agir Tilizêr
Nav paşnav: Xalid Qasim
Cihê jidayikbûnê: Şengal
Dayik-Bav: Zîn-Qasim
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Hezîrana 2022 / Zap

Xelkê me yê Êzidî ku ji aliyê dîrokî û civakî ve hucreya esasî ya gelê Kurd e, ji ber vê taybetmendiya xwe timî êrîşên komkujî û qirkirinê ji aliyê dewletên dagirker ve lê hate ikrin. Bi dehan caran ferman lê rabû û trajediyên gelekî giran dît. Xelkê me yê Êzidî li gel van êrîşan jî di ol, çand û nasnameya xwe de israr kir, bû yek ji sembolên bijarte yên Kurdên berxwedêr. Xelkê me yê Êzidî yê hêja ku taybetmendiya civakî ya xwezayî ya gelê Kurdistanê parast û gihand vê serdemê, di vê demê de Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêberê me dixe meriyetê û pêşengiyê ji şoreşên civakî yên nû re dike. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên li ser Şengalê, xelkê me yê Êzidî li ser bingeha xweparastinê li ber xwe dide û di nava vê pêvajoya şer de li gel dayina berdêlên giran di azadiyê de israr dike. Xelkê me yê Êzidî li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê ji heft heta heftê salî rahişt çekan, ketin çeperên berxwedanê û hesab ji komkujeran pirsî. Xelkê me yê Êzidî di pêvajoya şer de gelek fermandarên hêja ji nava xwe derxist, bi pêşengiya van fermandarên hêja tola jin û zarokên hatin qetilkirin hilanî û bi vî rengî careke din ispat ikr ku jiyaneke bi rûmet bi berxwedanê dibe. Bi hezaran ciwanên Êzidî û Ereb ên Şengalî ku dan ser şopa van fermandarên hêja, îro li çeperên bexwedanê ji bo parastina gelê me têdikoşin. Hevrêyê me Agir Tilizêr jî bi vê berpirsyariya dîrokî destpêkê li Şengalê piştre jî li çiyayên Kurdistanên têkoşiya, bû yek ji parêzvanên jiyana ku şehîdên me bi berdêlên giran afirandine.

Hevrêyê me Agir li navçeya Dugirê ya Şengalê li malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Agir ê ku hê nû diket ciwaniya xwe, bû şahidê komkujiya çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser gelê Şengalê. Di pêvajoya komkujiyê de rastiya ku gelê me yê Êzidî rûbirû maye û şehadetên di vê pêvajoyê de pêk hatin, bûn sedem ku hêrseke mezin bi hevrêya me Agir re çêbibe. Hevrêyê me Agir zanîbû divê vê hêrsa xwe bi tevlîbûna nava refên têkoşînê veguherîne berxwedanê. Pêşî tevlî nava refên YBŞ'ê bû. Di vê pêvajoya ku şer lê dijwar bû de, ji bo ku gelê me bi fermanên nû re rûbirû nemîne û tola şehîdan hilîne cihê xwe di eniya şer de girt. Bi lehengiya xwe ya di şerê li dijî çeteyan de ji ciwanên Êzidî re bû mînak û gelek ciwan tevlî vê berxwedanê kir. Di vê pêvajoyê de hevrêyê me Agir ku PKK’ê û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir, di şexsê hevrêyên me de yên ku guh dan banga gelê me yê Êzidî û çûn Şengalê, bi çandên şoreşgerî û têkiliyên hevrêtiyê yên van hevrêyan bandor bû. Dîsa ji ber ku van hevrêyan bi fedekarî û kedeke mezin li hemberî çeteyan şer kirin û gelê me yê Êzidî parastin, bû sedem girêdana hevrêyê me Agir bi partiya me PKK’ê re çêbibe. Li hemberî şehadeta bi dehan hevrêyên me yên di pêvajoya berxwedanê de hêrsa wî ya li hemberî dijmin hîn zêdetir bû û zanî ku ev şehadeta ancax bi mezinkirina têkoşîna xwe dikare bibe bersiv. Hevrêyê me Agir piştî azadkirina Şengalê, piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê bi berxwedaniyeke dîrokî û têkoşîneke destanî têk çûn peywira xwe temam kir û bi gerîlayên azadiyê yên ku vegeriyan çiyayên Kurdistanê, dîsa berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Dizanîbû ku ew dikare dilsoziya xwe ya bi şehîdan re û fedekariya ku PKK'ê ji bo gelê Şengalê kiriye, tenê bi tevlêbûna li nav têkoşîna azadiyê û xwe bi berpirsyar dîtinê pêkan e. 

Hevrêyê me Agir piştî ku hat çiyayên Kurdistanê, rastiya Rêber Apo baştir fêhm kir ku ji hevrêyên me re yên di oxira azadiya gelê me de bi fedaîtî şer kirin û şehîd bûn, bû çavkaniya sûdwergirtinê. Fêhm kir ku ji bo bibe milîtanekî fedaî û mîsyona xwe ya dîrokî bi cih bîne, divê di felsefeya Rêbertî de xwe kûr bike. Ji bo vê jî kedeke mezin da, hewl da Rêberê me fêhm bike û ji xwe re bike rêber. Bi kûrbûneke hêja li çiyayên Kurdistanê di demeke kurt de hîn bû, li pêşberî bedewiya çiyayên Kurdistanê heyran ma. bi taybetî bedewiya qada Avaşînê bu sedem ku hevrêyê me Agir hîn bêhtir bi çiyê ve bê girêdan. Bi saya taybetmendiyên xwe yên fedakarî û kedkariyê, li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Agir, ji bo karibe xwe di taktîkên şer ên gerîla de kûr bike, sûd ji tecrûbeyên hevrêyên xwe wergirt.

Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger ku 14'ê Nîsanê li ser Başûrê Kurdistanê da destpêkirin, hevrêyê me Agir li Qada Berxwedanê ya Werxelê bersiv da û di nava tîmên gerîla yên bi tevger de derbên giran li dijmin xist. Hevrêyê me Agir ji bo hêjayî wan hevrêyan bibe ku sala 2021'ê bi berxwedan û lehengieyke mezin li Werxelê şehîd bûn, ji bo tola wan hilîne her tim hewl dida. Her gava ku firsend didît, derb li leşkerên dijmin dixist, bi îdîa û biryardariya xwe ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêzê. Her wiha bo tevlîbûna xwe ya kelecanî û bi coş, bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Bi vê taybetmendiya xwe ji bo hevrêyên xwe hemûyan bû çavkaniya moralê.

Hevrêyê me Agir ala berxwedanê ji Cûmalî û Çavrêyan wergirt, di şexsê wan de ji bo hêjayî şehîdên Werxelê bibe bi hişmendiyeke bilind şer kir û şehîd bû. Mîna di nava jiyanê de, di şer de jî bû fermandarekî me yê pêşeng. Di serî de ji malbata wî ya hêja em sersaxiyê ji xelkê xwe yê Şengalê re dixwazin ku fermandarekî bi vî rengî hêja mezin kiriye û tevlî têkoşîna gelê me kiriye.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

11'ê Kanûnê saet di 09:00 de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên nêzî gundê Sîdayê xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

11'ê Kanûnê saet di 11:00, 11:30 û 17:00 de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran sê caran li dagirkerên nêzî gundê Sîdayê xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

2'ê Kanûnê sate di 09:30, 10:00 û 11:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê, tîmên me yên YJA Starê 3 caran bi çekên giran li dagirkeran xistin.

11'ê Kanûnê saet di 11:00 û 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran derb li dagirkeran xistin.

11'ê Kanûnê sat di 14:20 û 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger 3 caran bi çekên giran û 7 caran jî bi çekên ferdî li dagirkeran xistin.

11'ê Kanûnê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê li dagirkeran xistin. Di encamê de 2 dagirker birîndar bûn.

11'ê Kanûnê sate di 15:20 û 16:35'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî 2 caran li dagirkeran xistin.

11'ê Kanûnê saet di 20:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran 2 caran derb li dagirkeran xistin.

11'ê Kanûnê danê êvarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger 14 caran dest li helîkopterên Skorsky werdan ku hewl didan hêzên xwe li qad daynin. Piştî destwerdana hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

11'ê Kanûnê saet di 14:30'î de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê carekê bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Heman demê dagirkeran malzemeyên plastîk û lastîkên wesayitan şewitandin û dûyê bi jehr şandin nava çeperên berxwedanê.

11'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, çeperên şer ên li Şehîd Pîrdoxan 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

11'ê Kanûnê Qada Girê Ortê ya Metînayê û Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Bihar 38 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

11'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Saca, Kurojahro, Girê Amediyê, Girê FM û Girê Cûdî 58 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

11'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Bihar û Çemçoyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."