Li xwendekaran sîxurtî tê ferzkirin

Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê ku polîs sîxurtiyê li wan ferz dikin, têkildarî mijarê li ÎHD a Şaxa Dersimê daxuyanî dan û gotin: “Em ê tevî ev qas polîtîkayên çewisîner jî bi wê hêza xwe ya ku me ji dîrokê girtiye li ber xwe bidin."

Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê ku polîs sîxurtiyê li wan ferz dikin, têkildarî mijarê li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Dersimê daxuyanî dan. Rêveberên ÎHD'ê û gelek xwendekar tev li daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê Hevserokê ÎHD'ê ya Şaxa Dersimê Gurbuz Solmaz axivî.  Solmaz da zanîn ku di demên dawî de li Dersimê ferzkirina sîxurtiyê zêde bûye û got: "Mixabin dewletê ev yek li Dersimê veguherandiye polîtîkayekê. Em dixwazin ku dest ji van tevgerên biçûkxistinê û binpêkirina rûmetê bên berdin."

Li ser navê xwendekarên Zanîngeha Munzurê Mûrat Aydin metna daxuyaniyê xwend. Aydin da zanîn ku alozî û polîtîkayên antîdemokratîk ên li hemberî xwendekarên zanîngehê tên afirandin kûr bûne û li hemû qadên jiyanê belav bûne. Aydin got: “Em li hemberî zext, gef, taciz û sîxurtiyê hewl didin.  Xwendekarên welatparêz li kampusê û qadan in. Em sîxurtiya li hevalên me tê ferzkirin û gefên li wan tên xwarın radigihînin û van polîtîkan eşkere dikin.

Di demên dawî de hevalên me tên taczikirin û ji ber ku hevalên me hevdîtina bi wan re qebûl nakin gef li wan tên xwarin û tên nerihetkirin. Rejîma qesrê ferq kiriye ku dizane dê biçe, lewma li hemberî têkoşîna me ya birêxistinkirî bi hovîtî û ferzkirina polîtîkayên sîxurtiyê û asîmîlasyonê tevdigere. Û difikire ku wê bi êrîşên xwe me çavtirsandî bike. Hewldana wan bi ser neketiye. Em ê tevî ev qas polîtîkayên çewisîner jî bi wê hêza xwe ya ku me ji dîrokê girtiye li ber xwe bidin."