HPG: Cihê xwe di dîroka berxwedanê de girtin

HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, "Bi sekna xwe ya Apoyî, bi têkoşîna xwe ya li dijî êrîşên dijmin cihê xwe di dîroka berxwedanê ya gelê me de girtin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ev daxuyanî da: "Dewleta Tirk a qirker, ji bo gelê me ji aliyê fîzîkî ve qir bike, di çarçoveya 'Plana têkbirinê' de êrîşên berfireh li dijî tevgera me ya azadiyê kir. Yek ji wan deman ku êrîş hingî gelekî giran bû, sala 2016'an bû. Artêşa Tirk a dagirker derfetên xwe hemû seferber kir û êrîşî tevgera me ya azadiyê kir. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî li hemberî êrîşan berxwedaneke destanî nîşan dan. Berxwedana ku bi îradeya xurt a Apoyî hate kirin, dijmin xitimand. Ev berxwedan bêguman bi ked û hewldanên bêhempa yên şehîdên me yên leheng hate kirin. Şehîdên me ku li dijî êrîşên dijmin tenê bi baweriya xwe ya li azadiyê; bi dilsoziya bi Rêbertî, gelê me û hevrêyên me li ber xwe dan, bûn xwediyê rasteqîn ê nirxên me. Hevrêyên me Azad, Derman, Aso, Berxwedan û Dewran jî bi sekna xweya Apoyî, bi têkoşîna xwe ya li dijî êrîşên dijmin cihê xwe di dîroka berxwedanê ya gelê me de girtin.

Bi îdîa û biryardariya pêkanîna armanca azadiyê, di şexsê hevrêyên xwe Azad, Derman, Aso, Berxwedan û Dewran de em careke din sozê didin şehîdên xwe hemûyan û di serî de ji malbatên wan ên hêja ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Azad Amed
Nav paşnav: Serdar Arslan
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Basraî-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Îlona 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Dewran Baz
Nav paşnav: Veysî Yakût
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Havva-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Îlona 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Derman Colemêrg
Nav paşnav: Nûrettîn Tîmûr
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Nadîre-Faris
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Îlona 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Aso Rênas
Nav paşnav: Yûnûs Rênas
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Sûltan-Ekrem
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Îlona 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Berxwedan Botan
Nav paşnav: Seyîthan Îdîz
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Zelîha-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Îlona 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

AZAD AMED

Hevrêyê me Azad li paytexta Kurdistanê li Amedê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz mezin bû, sîstema qirkirinê ya ku dewleta Tirk li Kurdan ferz dike zû dît û kete nava nakokiyeke kûr. Ti carî qebûl nekir ku sîstema dewleta Tirk nahêle gelê Kurd bi çanda xwe bijî, Kurd dûrî nasnameya xwe mezin bibe û rejîma zordar ti carî nepejirand. Rewşa gel û welat, bandoreke mezin li hevrêyê me Azad kir. Diyar dikir ku dema mirov di bin êrîşên rejîma qirker de be, guh hebe nabihîze, ziman hebe neaxive, çav hebe nabîne û li hemberî vê yekê bû xwedî hêrseke mezin. Ji ber vê yekê jî nakokiyên kûr pê re çêbûn û red kir ku di bin rejîma qirker a dewleta Tirk de bijî. Biryar da ku tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bibe. Hevrêyê me Azad li ser vê bingehê hat çiyayên Kurdistanê û beriya her tiştî axaftin û jiyana bi zimanê xwe yê dayikê ji xwe re kir esas. Ji xwe re kir armanca bingehîn ku Kurdistaneke azad biafirîne û gelê Kurd li welatê xwe bi rengekî azad bijî. Li ser bingeha vê armancê hişmendiya welat û hezkirina li gelê xwe kûr kir, her ku erdnîgariya Kurdistanê nas kir, hîn bêhtir pê ve hate girêdan. Hevrêyê me Azad bi dilê xwe yê mezin û armanca xwe ya berz, meşeke Apoyî ji xwe re ki esas û ji Garê heta bi Zapê, ji Xakurkê heta bi Avaşînê li gelek qadan karê şoreşgerî kir. Ji bo welatekî azad û Rêberê azad, bêrawestan her wezîfe bêdudilî kir. Bû fermandarekî Apoyî ku zû şareza bû û wezîfeya tîm da ser milê xwe. Di heman demê de ji bo bibe xwedî meşeke fedaî, beşdarî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Bi vê yekê re êdî her wezîfe bi rengekî fedaî bi cih anî û serketin ji xwe re kir pîvan. Heta roja ku şehîd bibe ti carî ji vê tevlîbûn û sekna xw tawîz neda û bû yek ji neferên nemir ên artêşa şehîdên Kurdistanê.

DEWRAN BAZ

Hevrêyê me Dewran Baz li paytexta Kurdistanê Amedê, li navçeya Licê ya welatparêz ji dayik bûn. Weke ku tê zanîn, navçeya Licê ji roja avabûna tevgera me û vir ve her tim bi tevgera me ya azadiyê re ye, ti carî serî li ber dijminê qirker netewandiye û ji ber vê taybetmendiya xwe dijminê faşîst timî êrîşan dibe ser. Dewleta Tirk a qirker gelek caran gund û navenda Licê şewitand, bi her awayî kiryarên li dijî mirovahiyê lê kir, lê belê kir nekir nekarî agirê azadiyê yê di dilê xelkê Licê de vemirîne. Xelkê Licê ku welatparêzî ji xwe re kir kevneşopî û bi xurtî pê ve hate girêdan, gelek ewladên xwe yên hêja diyarî têkoşîna azadî û hebûnê ya Kurdistanê kir. Xelkê Licê bi şehîdên xwe, bi gerîlayên xwe dilsoziya bi têkoşînê re mezintir kir, bû xwedî têkiliyeke xurt. Gelek malbatên me yên welatparêz ên hêja yên li Licê bi dehan ewladên xwe dan têkoşîna azadiyê û artêşa fedaiyan mezin kirin. Yek ji van malbatên hêja jî malbata Yakût e. Malbata Yakût ku 4 ewladên xwe yên leheng şehîd da, zarokên xwe bi hişmendiyeke kûr a welatparêziyê û exlaqa civakî mezin kir. Yek ji van zarokên bi vî rengî mezin bû jî hevrêyê me Dewran bû. Hevrêyê me Dewran piştî ku xwe nas kir û pê ve hem bi rastiya gelê xwe hesiya, hem jî rastiya dijminê qirker faşîst zû nas kir. Hevrêyê me Dewran bi destanên lehengiyê yên ap û pismamên xwe yên şehîd bûn, mezin bû û hem di dilê xwe de hem jî di hişê xwe de welatparêziyeke xurt bi cih kir. 12 salan li dibistanên dewleta Tirk xwend û tevî ku li van dibistanan serketî jî bû dît ku dibistanên dewleta Tirk xizmetê ji gelê Kurd re nake û terikand. Hevrêyê me Dewran kete nava wê lêgerînê ku xizmetê ji gel û welatê xwe re bike û bi taybetî kete bin bandora Şoreşa Azadiyê ya Rojava û serhildanên mezin ên Kobanê yên 6-8'ê Cotmeha 2014'an ên li Bakurê Kurdistanê pêk hat. Bi hêrsa li hemberî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk û DAÎŞ'ê, ji bo hilanîna tolê tevlî nava refên gerîla bû. Bi cewhera xwe ya pak û durust, jiyana PKK'ê zû pejirand û pê re bû yek. Hem ji aliyê îdeolojîk hem jî ji aliyê leşkerî ve xwe zû bi pêş ve bir û şareza kir. Lehengiya Licê û welatparêziya wê ya kûr li çiyayên Kurdistanê weke milîtanekî Apoyî temsîl kir. Li ser vê bingehê di her wezîfeyê de, çi biçûk çi jî mezin serketin danî pêşiya xwe û bi cih anî. Bi sekn û tevlîbûna xwe bala hevrêyên xwe hemûyan kijand û bû gerîlayekî têgihiştî. Di demeke gelekî zû de şehîd bû. Sekna xwe ya lehengiyê mîna mîrate li pey xwe hişt ku hem malbata wî hem jî gelê Kurd dikarim timî pê serbilind bin.

DERMAN COLEMÊRG

Hevrêyê me Derman li bajarê qedîm li Colemêrgê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi nirxên civakî yên welatparêziyê yên eşîra Mamxurî mezin bû û têkoşîna zadiyê ya Kurdistanê zû nas kir. Hevrêyê me Derman bi destanên berxwedanê yên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê yên li Zagrosan mezin bû û her tim dixwest bibe gerîla. Li dibistanên dewleta Tirk heta zanîngehê xwendibe jî ti carî ji bîr nekir ku sîstema dewleta Tirk li ser dûrxistina Kurdan a ji Kurdîtiyê hatiye avakirin. Zext, zilm û hovîtiya ku dewleta Tirk a faşîst li xelkê Colemêrgê dike bi xwe dît û ev yek ti carî ji bîr nekir. Kiryarên şerê taybet ên dewleta Tirk ku hewl dide ciwanên Kurd bi narkotîk, fûhûş û sîxuriyê dejenere bike û ji rastiya xwe dûr bixîne, zû fêhm kir û li hemberî vê yekê seknek nîşan da. Li ser vê bingehê destpêkê tevlî nava karên ciwanan bû, piştre jî weke milîsekî kar kir. Lê belê ji bo têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurdistanê mezintir bike, biryar da ku weke gerîlayekî jiyana xwe ya şoreşgerîd ewam bike. Li ser vê bingehê tevlî nava refên partiyê bû û hat çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Derman li herêma Avaşînê dest bi gerîlatiyê kir û diyar kir ku hinceta esasî ya tevlîbûna li nava refên PKK'ê 'azadbûn' e. Destnîşan kir ku azadiya herî mezin axaftina bi zimanê xwe ye, fikrandina bi îdeolojiya xwe ye, jiyana li ser bingehê baweriya xwe ye. Weke zarokê gelekî çiyayî hatina çiyê û jiyana azad a li cihê dilê wî gelekî şa kir. Rêbaza jiyana fedaîtî û hevrêtiya PKK'ê ji xwe re kir esas û li ser vê bingehê meşiya. Hevrêyê me Derman hewl da ku di her kêliya jiyana gerîla de nirxan biafirîne û li gorî van nirxan bijî. Bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Heta ku şehîd bikeve ti carî ji vê sekna xwe tawîz neda û weke lehengekî Apoyî ku xelkê Colemêrgê timî pê serbilind be, cihê xwe di dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de girt.

ASO RÊNAS

Hevrêyê me Aso li gundê Xirabê Şeref ê Hezexa Şirnexê ji dayik bû. Di nava eşîra Harûnî de bi hestên welatparêziyê mezin bû. Vê eşîrê gelek zarokên xwe yên hêja  dane Têkoşîna Azadiya Kurdistanê. Di temenekî ciwan de tevgera azadiyê û gerîla nas kir. Hevrêyê me Aso ku lêgerîna wî di ciwaniya xwe de xurtir bû, li rêyekê geriya ku ji bo welat û gelê xwe tiştekî bike. Hevrêyê me Aso ku bi taybetî zilm û qirkirina li ser gelê Kurd dît û ji qetilkirina zarokên Kurd û firotina jinên gelekî hêrs bû. Ew di wê baweriyê de bû ku divê heyfa van tiştan were stendin. Ji bo hesab ji faşîzma Tirk a ku DAIŞ bi xwe ye û tola gelê me yê bindest hilîne, biryar da ku tevlî gerîla bibe. Hevrêyê me Aso ku li Botanê tevlî nava refên gerîla bû û ji vir derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li herêma Avaşînê dest bi çalakiya xwe ya yekemîn a gerîlatiyê kir û li wir dersên bingehîn ên jiyanê wergirt. Çawa ku rastiya Rêbertî û PKK’ê nas kir, xwe di vê de dît û xwe baştir nas kir. Jiyana gerîlatiyê bandoreke mezin li ser wî kir. Ji bo bi awayekî aktîf beşdarî pêvajoya şer a ku diqewime û bersivdayîna bendewariyên gelê me bibe, xwe di warê leşkerî de pêş xist. Hevrêyê me Aso ku di vê yekê de serketî bû, bû namzetê fermandariyê yê bi hêvî. Hevrê Aso diyar kir ku erka hemû ciwanên Kurdistanê ye ku gelê me li hemberî êrîşên dijmin biparêzin û bang li hemû ciwanên Kurd kir ku tevlî jiyana azad a çiyayan û têkoşîna şoreşgerî bibin. Hevrêyê me Aso ku bi baweriya xwe ya bilind, vîn, helwest û beşdariya xwe ya Apoyî milîtanekî mînak e, dema li qada Avaşînê li ser erka xwe bû bi lehengî jiyana xwe ji dest da.

BERXWEDAN BOTAN

Hevrêyê me Berxwedan li Cizîra Botan, bajarê serhildan û berxwedanê, weke endamekî eşîra Teyî ji dayik bû. Hevrêyê me Berxwedan ku di nav derdoreke ku welatparêziya gelê Kurdistanê herî zêde û bi xurtî tê jiyîn mezin bû, ji zarokatiya xwe ve Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir. Li Cizîra Botan bû şahidê hovîtiya dijmin û destanên lehengiyê yên gelê Kurd. Di heman demê de şehîdbûna mamê wî yê têkoşîna azadiya Kurdistanê, dilsoziya hevrêyê me Berxwedan bi şehîdan re xurtir kir. Tevî ku heta lîseyê di dibistanên dewleta Tirk de xwendiye jî, piştî demekê dev jê berdide û tevlî xebatên ciwanên şoreşger dibe. Di pêşengtiya serhildanên Cizîra Botan de bû yek ji ciwanên bi dilekî mezin û li ser vê bingehê demekê xebatên ciwanan li dar xist. Lê dibîne ku tekane rêya ku mêtingeriya Tirk ji Kurdistanê were derxistin û divê Şerê Gel ê Şoreşgerî mezintir û geştir bibe. Bi taybet piştî ku li Cizîra Botan hovîtiya rejîma Tirk a faşîst a qirker dît, biryar da ku teqez tola vê komkujiyê bê hilanîn. Li ser vî esasî di pêvajoyeke biryargirtinê ya tûj re derbas dibe û tevlî nava refên gerîla dibe. Hevrêyê me Berxwedan li herêma Heftanînê dest bi çalakiya xwe ya yekemîn a gerîlatiyê kir. Di jiyana çiyê ya ku hevrêtiya PKK'ê serdest e, dibe milîtanekî Apoyî. Bi hêrsa hesabpirsîna ji dijminê mêtinger, xwe di qada leşkerî de pêş xist. Li ser vî esasî her karê ku dike bi baldarî bi cih tîne. Heta kêliya ku gihişt şehadetê, ji helwesta xwe ya dilsoz, hêrsa xwe ya li hemberî dijmin, ji kesayeta xwe ya bi serketinê û dilsoziya bi şehîdan re tawîz neda. Ew wekî milîtanekî ku wê gel û ciwanên Cizîra Botan her dem wî ji xwe re bikin mînak, tevlî nav karwanên şehîdan bû."