KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Heyva Sor a Kurdistanê: Gûney bi fedakarî xebat dikir
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo kedkarê xwe Xelîl Gûney (64) ku bi salan li Hambûrg û derdora wê di nava xebatên saziyê de cih digirt, peyama sersaxiyê weşand. -
Li Amedê Yekîneyên Tolhildanê li dijî wesayîta polîsan çalakiyek li dar xist
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Têkoşer Dijwar li Amedê li dijî wesayîta polîsan çalakiyek li dar xist. -
Şêniyê Mexmûrê meşiyan: Divê CPT peywira xwe bi cih bîne
Şêniyên Mexmûrê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd meşiyan û ev bang li CPT kirin: “Di derbarê Rêbertî de agahiyên rast bidin me.” -
YRK’ê derbarê êrişa li ser Asosê daxuyanî da
Fermandariya YRK’ê bi daxuyaniyekê êrîşa 2’ê Kanûnê ya li ser hêrêma Asosê şermezar kir û ragihand ku tiştek bi hêzên wan nehatiye. -
HPG: 2 dagirker hate cezakirin, hevrêya me Medya şehîd bû
HPG’ê diyar kir di çalakiyên hêzên wan de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 dagirker hatine cezakirin û gerîlaya bi navê Medya Ozgur (Havva Alkan) şehîd bûye. -
Şevger: Em di vê riyê de heya dawî bi gelê xwe re ne
Endamê Fermandariya YRK’ê Şiyar Şevger diyar kir ku divê civak rêya demokratîk esas bigre û got, “Em di vê rêyê de heya dawî bi gelê xwe re ne, bila kes ji siyaseta qirêj ya derdor bawer neke, em bi civaka Rojhilatê Kurdistan û Îranê re ne.” -
Fermandariya Biryargeha NPG'ê peyameke pîrozbahiyê weşand
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ji ber operasyona şoreşgerî ya ku fermandar û şervanên Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş li dar xistin, peyameke pîrozbahiyê weşand. -
Cenazeyê Resûl ê ku di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûbû hate veşartin
Azîz Mûhammed Resûl ê ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li gundê Qeşanê hate veşartin. -
Li Colemêrgê qeyûm di bin berfê de maye
Li Colemêrgê berfa ewil a salê navenda bajêr betal kir. Ji ber ku qeyûmê ku Şaredariya Colemêrgê desteser kiriye tu kar nekiriye bû sedema bertekan. -
Ji bo Şehîd Alkan konê sersaxiyê hat danîn
Ji bo gerîlaya YJA Star’ê Medya Ozgur (Havva Alkan) a ku li Zapê şehîd bû, konê sersaxiyê hat danîn. -
Şehîd Delîl Botan li Şengalê hat bîranîn
Gerîlayê HPG’ê Delîl Botan ku di êrîşên dagirkeriyê de şehîd bû, li Şengalê bi merasîmekê hate bibîranin. -
Balefirên Tirk li Silêmaniyê li sivîlan da
Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li gundekî Şarbajêr ê nêzî Silêmaniyê da. Li gorî saziya sivîl a civakî CPT’ê sivîlek şehîd bû û 2 kes jî birîndar bûn. -
Ji Tekîn ê 29 sal in di girtîgehê de ye tu agahî nayê girtin
Malbata Şemseddîn Tekîn ê li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê girtî û sirgûnî girtîgeheke din bû, 5 roj in agahî jê nagire. Malbat bi fikar e. -
Li Cûdî û Sîdayê derb li dagirkeran hate xistin
Li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Sîdayê bi çekên giran derb li leşkerên Tirk ên dagirker hate xistin. -
Gerîla TV dîmenê operasyona şoreşgerî ya li Girê Hakkarî weşand
Gerîla TV dîmenê operasyona leşkerî ya 26'ê Mijdarê weşand ku li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî hate kirin û di encamê de 42 dagirker hatin cezakirin. -
105 parêzeran li dijî tecrîda li ser Îmraliyê serî li Baroya Amedê dan
OHD li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî 105 parêzeran bi daxwaza têkeve nav hewldanan serî li Baroya Amedê da. -
HPG: Ew fermandarên pêşeng a tarza gerîlatiya serdema nû ne
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku di operasyona şoreşgerî ya li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî de şehîd bûbûn eşkere kir û got “Ew mînakên şênber ên fermandariya pêşeng a tarza gerîlatiya serdema nû ne.” -
Li Amedê li dijî tecrîd û dagirkeriyê civîneke awarte hate lidarxistin
Li Amedê partî û saziyan li dijî tecrîda Îmraliyê û êrîşên dagirker civîneke awarte lidarxistin û gotin “Divê Abdullah Ocalan azad bibe.” -
Li Girê Amediyê 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Di çalakiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. 2 sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin û derb li konteynirekê hate xistin. -
Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser êşkenceya li ser girtiyan
Di Nobeta Edaletê ya malbaten girtiyan de, malbatan bal kişandin ser êşkenceya li ser girtiyan. -
HPG'ê nasnameya şehîdekî Şengalî eşkere kir
HPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir û got, "Ewladê leheng ê Şengalê hevrêyê me Delîl, mîrate û xeteke têkoşînê ya li ser esasê serketinê ji xelk û ciwanên Şengalê yên bi rûmet re hişt." -
KJK'ê ji bo parçekirina sîstema Îmraliyê bang kir
Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir ku dem hatiye êdî sîstema Îmraliyê ji holê bê rakirin û ji bo parçekirina vê sîstema têkçûyî bang kir. -
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sekvaniyê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî weşand, ku di encamê de dagirkerek hate cezakirin. -
Fermandarê Cenga Heftanînê: Bargiran Erkendî
Fermandar Bargiran Erkendî ku di nava 17 salên gerîlatiyê de ji Xakurkê heta bi Garê, ji Mexmûrê heta Heftanînê li gelek qadan bi biryar û wêrekî şer kir, mîrateyeke mezin a berxwedanê li pey xwe hişt. -
Leşkerên Tirk ji tirsa nikarin bikevin hundirê tunelan
Gerîla Dilxwaz Teyî ku li Zapê şer kir, qala berxwedana mezin a li dijî êrîşên kîmyewî yên artêşa Tirk kir û got, leşkerên Tirk ji bo nekevin hundirê tunelan ji tirsa bi hev diketin.