Dewleta Îranê ciwanekî Kurd bi êşkenceyê qetil kir

Li bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê ciwanek ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin.

Ciwanek Kurd li bajarê Serdeşt ya Rojhilatê Kurdistanê, piştî ji aliyê hêzên Îranê ve hate destgîrkirin, bi êşkenceyê hate qetilkirin.

Li gorî nûçeya Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ciwanê bi navê Şehiryar Adil (27) di 22’yê Mijdarê de ji aliyê hêzên Îtaalatê ve li Serdeştê hatibû destgîrkirin. Ciwanê Kurd Şehiryar di 3’yê Kanûnê de bi kefalet hatibû berdan.

Gorî nûçeyê, dema ciwanê Kurd hatî berdan rewşa wî ya tenduristiyê gelek xirab bû û malbatê ew rakiribûn nexweşxaneyê. Hate gotin ku di 8’ê Kanunê de ciwanê Kurd ji ber birîna xwe ya giran jiyana xwe ji dest daye.

Gorî heman çavkaniyê piştî ciwanê Kurd jiyana xwe ji dest dayî, Îdareya Îtaalatê ya Serdeştê gef li malbatê xwariye û ji wan re gotine, divê hûn bibêjin ‘Dilê wî sekiniye û jiyana xwe ji dest daye.’

Li gorî dîmenên hatine belavkirin, li ser bedena cenazeyê ciwanê Kurd şopên êşkenceyê hebûn.