Li Mexmûrê nobeda li dijî tecrîdê di roja duyemîn de ye

Li Wargeha Penaberan a Mexmurê li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya nobedê dest pê kir. Çalakî di roja xwe ya duyemîn de didome.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di roja xwe ya duyemîn de didome.

Îro ji aliyê Endamên Şaredariya Mexmûrê ve çalakiya nobetê hate dewirgirtin. Koma duyem bi deqîqeyek rêzgirtiên dest bi nobetê kirin.

Hevserokê Şaredariya Mexmûrê Bedran Pîran li ser armanca çalakiyê axivî û got: “Em ji bo azadiya Rêbertiya xwe îro li vir in. Em tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî şermezar dikin. Dijmin ji bo me û Rêbertî ji hev qut bike van êrişên xwe pêk tîne. Gelên cîhanê Rêbertî wek vîn û îrada xwe dibînin. Ti kes nikare wî ji malbat û parêzerên wê bê agahî bihêle.”

Piştî axaftinê dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û  ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berzkirin.