Rêxistinên civakî yên sivîl li dijî êşkenceya li girtîgehan li hev civiyan

Rêxistinên civakî yên sivîl di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li hev kom bûn, êşkenceya li girtîgehan şermezar kirin û xwestin, girtiyên nexweş tavilê bêne berdan.

Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Jinê ya Rosa, Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED), Komeleya Lêkolînê ya Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û gelek rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên pîşeyî li dijî êşkenceya li girtîgehan li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Bi navê saziyan Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî daxuyanî da.

Rifat Ronî diyar kir ku girtiyên nexweş di nava sîstema înfaza ceza ya Tirkiyeyê de pirsgirêka herî girîng e û got, "Pirsgirêka bêparhiştina girtiyên nexweş ji derfetên tenduristiyê, bernedana girtiyên nexweş dema dawî bi mirina li girtîgehan careke din diyar bû. Sala 2022'an girtiyên nexweş jî di nav de herî kêm 50 kes li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan, du girtiyên nexweş demeke kurt piştî ku hatin berdan, jiyana xwe ji dest dan."

Rifat Ronî ragihand ku ji ber raporên alîgir ên Saziya Tip a Edlî nexweşî li girtiyan giran dibe û got, "Divê girtiyên nexweş tavilê bêne berdan, karibin tedawiya xwe li gel malbatên xwe bikin û sîgorta jî ji aliyê dewletê ve bê dayin."