KCK: Ev komkujî ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP a faşîst ve hatiye kirin!

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn (Emîne Kara) û Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Ev komkujî ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ve hatiye kirin ku piştevan û rêveberê DAÎŞ'ê ye."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî komkujiya li Parîsê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Di komkujiya Parîsê de ku 23'ê Kanûna 2022'an hate kirin, endama Konseya Rêveber a KCK'ê hevala Evîn (Emîne Kara) û du mirovên me yên welatparêz Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil şehîd bûn. Di şexsê van hevalan de yên şehîd bûn, em hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, soza serketinê ya ku me dane şehîdan careke din dubare dikin.

Hevrêya me Evîn sala 1988'an tevlî nava tevgera azadiyê bû û ji hingî ve ji bo azadiya gelê Kurdsitanê têkoşiya. Li dijî dijminê mêtinger qirker li gelek qadan têkoşiya, şer kir, hebûn û jiyana xwe da vê têkoşînê. Di ehman demê de pêşengeke têkoşîna jinê bû. Di pêşvebirina xeta jinê ya azad û afirandina hişmendiya jinê û îradeya wê de, tevkarî û kedeke wê ya mezin hebû. Kedeke mezin da artêşbûna jinê û wezîfeyên gelekî girîng bi cih anî.

Di pêşvebirina Şoreşa Rojava de ked û tevkariyeke mezin a hevala Evîn heye. Tevlî nava şerê li dijî DAÎŞ'ê bû û ji bo têkbirina DAÎŞ'ê bi roleke diyarker rabû. Ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo tevahiya mirovahiyê xizmeteke mezin kir. Li dijî hovîtî û paşverûtiya DAÎŞ'ê li ser bingeha xeta jinê ya azad têkoşiya û pratîkeke serketî nîşan da. Weke jinekê bû xwedî wê rûmetê ku li dijî dijminê jinê û paşverûtiyê; li dijî DAÎŞ'ê şer kir û DAÎŞ têk bir. Bêguman hevala Evîn hişmendî, hêz û daxwaza xwe ya têkoşînê ji xeta Rêber Apo ya xwe dispêre azadiya jinê, ji dilsoziya wê ya bi gelê Kurdistanê û hezkirin û baweriya bi xeta jinê ya azadiyê wergirt.

Hevala Evîn di şerê dijî DAÎŞ'ê de birîndar bû û ji bo tedawiyê derbasî Ewropayê bû. Li Ewropayê hem tedawî dibû hem jî têkoşîna xwe li vê derê dewam kir. Ji kêliya ku tevlî nava refên azadiyê bû heta şehadetê, her tim têkoşiya. Gel û jinên Kurdistanê hevrê Evîn ji nêz ve nas dikin, lewma piştî ku şehîd bû bi xurtî xwedî li têkoşîna wê derketin. Gelê Kurd herikî Parîsê û xwedî li hersê şehîdan derket. Ev helwest gelekî bi wate bû.

Eşkere ye ku di vê êrîşê de hedefa esasî hevala Evîn e. Dewleta Tirk a mêtinger qirker û desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst bi tepisandina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û bi êrîşa li ser pêşengên têkoşîna azadiyê hewl dide ku DAÎŞ'ê rizgar bike û xeta DAÎŞ'ê ji nû ve serwer bike. Gelekî diyar e ku AKP-MHP xwedî heman mejiyê DAÎŞ'ê ye, ji piştevaniyê wêdetir ji destpêkê ve DAÎŞ'ê bi rê ve dibe û ev yek ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Ji ber ku hevala Evîn jî li dijî DAÎŞ'ê şer kir û di têkbirina DAÎŞ'ê de bi roleke diyarker rabû, AKP-MHP û MÎT'ê êrîşî wê kirin û şehîd xistin. Gelê Kurd û dostên wan ji ber ku bi vê rastiyê zanin, bi hesteke xurt a xwedîderketinê tevgeriyan. Mixabin nêzîkatiya dewleta Fransayê û meqamên rayedar, fikarên me û gelê me ji holê ranakin, dûrî eşkerekirina rastiyê ye. Nêzîkatiya dewleta Fransayê mixabin welê ye ku komkujiyê ji rêzê nîşan dide, cewhera xwe wê dinixumîne û mîna ku êrîşeke şexsî ye nîşan dide. Divê nekeve nava nêzîkatiyeke bi zanebûn a nixumandina rastiyê, ku vê komkujiyê weke êrîşeke şexsî û nijadperest nîşan dide. Heman helwest di komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an de jî hate nîşandan û ji ber vê yekê tevî ku dewleta Fransayê zanîbû komkujî ji aliyê dewleta Tirk û MÎT'ê ve hatiye kirin, rastî nehate destnîşankirin. Eger ev nêzîkatî niha jî dewam bike, ev yek wê bi rengekî eşkere were wê wateyê ku piştgiriyê dide polîtîkayên qirkirina Kurdan, bê wateya parastina faşîzma AKP-MHP'ê û DAÎŞ'ê. Di rewşeke welê de ku dewleta Tirk êrîş bir ser keseke li dijî DAÎŞ'ê şer kiriye, helwesteke bi vî rengî wê neyê wateyeke cuda.

Dewlet û hikumeta Fransayê divê van herdu komkujiyên li Parîsê bi rengekî rast binirxîne û rastiyan raxin pêş çavan. Mîna komkujiya 9'ê Çileyê ev komkujî jî bi plan hatiye kirin. Li pişt vê komkujiyê teqez desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst, hêzên îstîxbaratê yên cuda hene ku piştgiriyê ji dewleta Tirk û MÎT'ê werdigirin. Nayê qebûlkirin ku ev rewş neyê dîtin û neyê eşkerekirin. Em careke din bang li dewlet û hikumeta Fransayê dikin ku ji bo eşkerekirina rastiyan, nêzîkatiyeke rast nîşan bidin. Ev komkujî ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst ve hatiye kirin ku piştevan û rêveberê DAÎŞ'ê ye. Divê ev rastî bi her awayî bê destnîşankirin û eşkerekirin.

Gelê Kurd û dostên wan li hemberî vê komkujiyê bi xurtî nerazîbûna xwe nîşan dan û helwesteke rast destnîşan kirin. Lê belê divê ev çalakî dûrî şîdetê bin û rê ji provokasyonan re neyê dayin. Divê gel û dostên me bi hesasiyeteke mezin nerazîbûna xwe li ser bingeha demokratîk nîşan bide."