Komkujiya Parîsê ya Duyemîn li Nisêbînê hate şermezarkirin

Komkujiya Parîsê ya Duyemîn li Nisêbînê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê tevî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Nisêbînê, qetilkirina 3 kesan li paytexta Fransa Parîsê, destgîrkirina Hevserokê DBP'ê û gelek rêveberên partiyê şermezar kirin. Bi vê armancê li Nisêbînê li ber avahiya HDP'ê daxuyaniyek hate dayin. Polîsan bi hinceta "qedexe ye" hewl dan li pêşiya daxuyaniyê bibin asteng.

Di dema daxuyuaniyê de wêneyên kesên hatin qetilkirin, hatin hildan. Dema ku Hevserokê HDP'ê yê Nisêbînê Şîndar Akinci dest bi daxuyaniyê kir, polîsan xwestin ku metna daxuyaniya çapemeniyê bi zorê jê bistîne. Jİ ber vê yekê jî di navbera girseya gel û polîsan de rageşî çêbû. Gel bi çepik û tilîliyan hewldana astengkirinê ya polîsan şermezar kir.

Hevserok Akinci nerazîbûn nîşanî hewldanên polîsên Tirk ên ji bo astengkirinê da.

MÊRDÎN

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê jî li ber avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Mêrdînê li hev kom bû. Bi navê platformê Dr. Ozgur Bîlek daxuyanî da, komkujî şermezark ir û xwest berpirsyar bêne eşkerekirin.