Dagirkeran 10 caran bi çekên kîmyewî êrîşî çeperên berxwedanê kirin

Artêşa Tirk a dagirker di 23’ê Kanûnê de 10 caran çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemço ya girêdayî bajarokê Şêladizê ya Amediyê bi çekên kîmyewî bombebaran kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di encama çalakiya hêzên me de dagirkerek hate cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla; 10 caran bi çekên kîmyewî bombe kir, madeyên plastîk û lastîkên wesayîtan şewitandin û dûyê jehrî şandin ser çeperên berxwedanê. Di heman demê de 4 caran bi balafirên şer, 12 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran qad bombebaran kiriye.”

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên ku hatine kirin wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de de li herêma Zapê;

Di 23’ê Kanûnê saet 09:00’an de dagirkerên li derdora gundê Sîda yê girêdayî bajarokê Şêladizê ya navçeya Amediyê, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi taktîka sûîqestê hatine lêdan û dagirkerek hatiye cezakirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bi kar aniye;

Artêşa Tirk a dagirker di 23’ê Kanûnê de ji danê sibehî heta bi şev 10 caran çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemço ya girêdayî bajarokê Şêladizê ya Amediyê bi çekên kîmyewî bombebaran kir. Di heman demê de dagirker madeyên plastî û lastîkên wesayîtan şewitandin û berê dûyê jehrî şandine ser çeperên berxwedanê.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye;

Di 23’ê Kanûnê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî bejahiya Çarçel a Metîna û gundê Sîda yê girêdayî bajarokê Şêladizê ya navçeya Amediyê 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 23’ê Kanûnê de Qadên Berxwedanê yên Saca û Kurojahro 12 caran ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatin bombekirin.

Di 23’ê Kanûnê de Qada Berxwedanê ya Girê FM û gundê Sîda yê bajarokê Şêladizê ya navçeya Amediyê û çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemço bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”