HPG: Li Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Li qada Çemço ya herêma Zapê, di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li konekî leşkerî hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di encama çalakiyên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin, derb li konekî leşkerî hate xistin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla 10 caran bi çekên kîmyewî bombe kir. Her wiha lastîkên wesayitan û malzemeyên plastîk şewitand û dûyê bi jehr berda nava çeperên berxwedanê yên gerîla. Di heman demê de Qadên Berxwedanê 4 caran bi balafirên şer û gelek caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

"24'ê Kanûnê saet di 09:30'î de li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, li hemberî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên berxwedanê yên gerîla bi sabotajê çalakî hate lidarxistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

24'ê Kanûnê saet di 10:40'î de li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, di encamê de dagirkerek hate cezakirin û derb li konekî leşkerî hate xistin.

25'ê Kanûnê saet di 00:40'î de li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

24'ê Kanûnê li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê, çeperên bexwedanê yên gerîla 10 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Di heman demê de dagirkeran lastîkên wesayitan û malzemeyên plastîk şewitandin û dûyê bi jehr şandin nava çeperên berxwedanê yên gerîla.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

24'ê Kanûnê zeviyên gundên Şêlazê û Golka yên Metînayê û çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda yê nehiya Şêladizê ya Amediyê 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

24'ê Kanûnê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM, qada Çemço û nêzî gundê Sîda yên li nehiya Şêladizê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."