Li Êlihê meş: Komkujiya Parîsê hat protestokirin

Li Êlihê bi tevlêbûna bi hezaran kesan, mîtîngek hat lidarxistin û piştre girse meşiya.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi şîara “Na ji şer û xizaniyê re” li Parka 8’ê Adarê mîtîngek li dar xist. Bi hezaran kes tev li mîtîngê bûn. Piştî mîtîngê, meş hat lidarxistin.

Girseya ku ber bi avahiya Rêxistina HDP’ê ya Êlihê ve meşiya, wêneyên kesên di Komkujiya Parîsê de şehîd bûne, hildan.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Tevî astengiyên polîsan jî, girseyê heta ber avahiya partiyê li meşa xwe dewam kir.