Li Kurdistanê êşkenceya ji ber bendên kontrolê

Li Kurdistanê, bendên kontrolê yên polîs û leşkerên Tirk ên li ser rêyên bejahî, her wiha bendên kontrolê yên li navenda bajêr dibin sedema nerazîbûnê.

Di navbera bajaran de serê 20 kîlometreyî bendeke kontrolê heye. Ajokar û rêwî bi rengekî kêfî têne lêgerîn.

Dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê 8 meh in bênavber êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, dike nake nikare encamê bi dest bixe û gelek windahiyên leşkerî dide. Dewleta Tirk kerbê vê têkçûna xwe ji xelkê Bakurê Kurdistanê hiltîne. Hema hema her roj bi dehan siyasetmedar û welatparêzên Kurd têne destgîrkirin û giritn. Hêzên dewletê ku ji gelê Kurd ditirsin, navenda bajaran dorpêç kirine, li serê her kolanê wesayitên zirxî daniye. Her wiha li navend û taxên bajaran jî bendên kontrolê danîne û nasnameyên şêniyan kontrol dikin.

Hêzên dewleta Tirk ku bajarên herêma Serhedê dorpêç kirine, li ser rêyên bejahî yên navbera bajaran bi sedan bendên kontrolê danîne. Li van bendên kontrolê jî ajokar û rêwî bi saetan têne sekinandin. Di navbera bajarên Wan-Colemêrgê, Wan-Agiriyê, Agirî-Îdirê, Wan-Bedlîsê û Bedlîs Mûşê de bi sedan bendên kontrolê hene. Serê her 20 kîlometreyî bendek hatiye danîn. Li van bendên kontrolê carna mirov têne destgîrkirin, carna jî heqaret tê kirin. Ajokar û rêwî nerazîbûnê nîşanî van bendên kontrolê didin. Kesên ku li ber van bendên kontrolê yên kêfî radibin carna têne destgîrkirin, carna wesayitên wan têne rawestandin û cezayê pereyan li wan têne birîn.

SERÊ HER 10 DEQEYAN BENDEKE KONTROLÊ

Di navbera Colemêrg-Wanê de Benda Kontrolê ya Polîsan a Depîn û Benda Kontrolê ya Leşkerî ya Kirikdag, di navbera Wan-Colemêrg û Geverê de jî Benda Kontrolê ya Yenî Kopru, li pêşiya Elbakê benda kontolê ya leşkerî, benda Qereqola Leşkerî ya Hoşapê, Benda Leşkerî ya Bebleşîn û li pêşiya Wanê jî benda Polîsan a Hacibekîr û gelek bendên kontrolê yên mîna wan hene. Ajokarên servîsê yên Wan-Colemêrgê her roj vê zilmê dikişînin.

Ajokarekî ku 25 sal in di navbera Wan-Colemêrgê de karê servîsê dike û nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku bendên kontrolê bi taybetî mehên dawî bûye mîna êşkenceyê û got, "Serê her 20 kîlometreyî bendeke kontrolê heye. Li her benda lêgerînê li nasnameya rêwiyan dipirsin, li ser wan digerin. Gava ku em ji Colemêrgê derdikevin jî li Benda Polîsan a Depînê nasnameyên me têne kontrolkirin û tevî ku hejmara rêwiyan diyar e, yek bi yek têne jimartin. Tevî vê yekê jî li benda kontrolê ya din jî heman kiryar tê kirin. Dema ku em îtiraz dikin, hingî gefê li me dixwin an jî heqaretê dikin. Dixwazin me bêzar bikin, bitirsînin."

KIRYARÊN KÊFÎ

Aydin Aslan ê ku ji Agiriyê hat Wanê, diyar kir ku di navbera Agirî-Wanê de li gel ku 200 kîlometre heye, herî kêm 10 bendên kontrolê hene. Aslan ragihand ku ev lêgerîn bûye mîna êşkenceyê û got, "Ji xwe dema ku îxbar hebe, van bendên kontrolê zêdetir dikin. Carna li cihê lêgerînê em bi saetan têne rawestandin. Tevî ku tiştek nîne jî kontrol dikin. Ev hemû kiryarên kêfî ne. Divê bendên kontrolê bêne rakirin û dawî li vê êşkenceyê bê anîn."

Di navbera Tetwan-Bedlîsê de jî li benda polîsan a li pêşiya bajarê Bedlîsê rêwî belasebep têne peyakirin û heqaret li wan tê kirin.