Li ber DBP’ê peyama berxwedanê: Em ê êrîşan pûç bikin

Li pêşiya DBP’ê operasyonên qirkirina siyasî hate şermezarkirin û peyama berxwedanê hate dayîn. Hate gotin ku wê êrîşên hikûmeta AKP-MHP’ê bên pûçkirin.

Polîsan serê sibê bi armanca qirkirina siyasî avêtin ser Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek saziyên bajêran. Di serdegirtinan de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di nav de 15 rêveberên DBP’ê hatin destgîrkirin. Piştî lêgerîna polîsan a li Buroya Têkiliyan a DBP'ê ya Amedê bi dawî bû, li ber avahiyê daxuyanî hat dayîn. Tevgara Jinen Azad (TJA), Hevserokê Giştî yê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê (PIA) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyûrek, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay û Serokwekîla Komê Meral Daniş Beştaş, parlementer Pero Dundar, Feleknas Uca, Remziye Tosun, Îmam Taşçier, Dersim Dag, parêzerên Baroya Amedê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

'EV ENCAMA DIJMINATIYA KURDAN E'

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku serdegirtina li dijî partiya wan encama politikaya desthilatdariyê ya li dijî Kurdan e û got, "Em dizanin ku ev desthilatdarî û dewleta ku pê re girêdayî ye ev sed sal in dijminatiya gelê Kurd dike û ev dewlet naxwaze gelê kurd siyaseteke demokratîk bike. Ev dewlet dibêje 'Kurdê herî baş Kurdê mirî ye' û siyaseta xwe li vir birêkûpêk dike. Çawa ku ev polîtîkaya sedsalê ya vê dewletê heta niha bi ser neket, çawa ku polîtîkayên ku li dijî gelê Kurd meşandin pûç bû, îro jî wê ev operasyonên darbeyê yên li dijî siyaseta demokratîk têk biçe. Ji ber ku ti desthilatdarî bi van operasyonan nekarî encam bigire û ji niha û pê de jî encam nagire. Dixwaze hilbijartinê bi tecrîd û şer bimeşîne. Ew jî dizane ku êdî wê bi ser nekeve. Têkoşîna gelê Kurd a siyaseta demokratîk ev desthilatdarî têk biriye. "

'EM DI BERXWEDAN Û AZADIYÊ DE BI ISRAR IN'

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay jî got, “Hûn dikarin di polîtîkaya şer de israr bikin. Lê em di azadiyê de israr dikin. Hûn dikarin di tecrîdê de israr bikin. Lê em di berxwedan û azadiyê de israr dikin. Gelê Kurd û dostên wan di berxwedanê de biryara xwe dane. Gelê Kurd û dostên wan biryara azadiyê daye. Ev desthilatdarê ku dijminahiya gelê Kurd dike, wê têk biçe. Rojên azadiya gelê Kurd û dostên wan nêzîk in. Demokrasî wê siyaseta demokratîk bi ser bikeve. Ev sedsal sala Kurd, jinan û azadiyê ye.”

Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê (PIA) Mehmet Kamaç jî sergirtina li dijî DBP’ê weke “qirkirina siyasî” pênase kir û got, “Ev operasyoneke siyasî ye. Em bi awayeke zelal dibêjin, desthilatdarî dê winda bike. Ji bilî windakirinê tu çareya te tune ye. Em vê operasyonê şermezar dikin. Û em careke din destnîşan dikin ku operasyon wê hevgirtina me û vîna me xurtir bikin."

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Zext nikare me bitirsîne” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” bi dawî bû.