KNK: Li dijî êrîşan bê deng û bê helwest nemînin

KNK’ê têkildarî êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li taxa Saint Denisê ya Parîsa Fransayê pêk hat de daxuyaniyek nivîskî da û got: “Divê li her cihê Kurd xwedî li saziyên xwe derkevin û bê deng û bê helwest nemînin.”

Li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku li taxa Saint Denisê ya Parîsa Fransayê ye êrîşek çekdarî pêk hat. Êrîşkar, gule li restorantek Kurdan û kûaforek li heman kolanê jî reşand. Li gorî agahiyan 3 Kurd şehîd bûne û 4 Kurd jî birîndar bûne.

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrîşê daxuyaniyek da û got: “Ev demek dirêj e ku dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe şerekî topyekûn, çi li Kurdistan û çi li derveyî welat li hemberî gelê Kurd dimeşîne û gef li hemû saziyên Kurdan ên li Ewropayê dixwe.”

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Ne tesaduf e ku ev êrîş di 10’emîn salvegera qetilkirina siyasetmedarên Kurd a li Parisê sala 2013’an de, hatiye kirin.

Dewleta Tirk, bi zihniyeta desthilatdariya rejîma faşîst a AKP-MHP gefên xwe bi awayek eşkere li hemberî gelê Kurd pêk tîne. Kurdên li Ewropa yên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koçî Ewropayê bûne jî, rastî êrîşên dewleta Tirk tên.

Gelek welatên Ewropa, di serî de Fransa ku ji van êrîş û planên dewleta Tirk agahdar in, lê tedbîrên nagirin. Dewleta Tirk jî ji vê bêdengiyê cesaret digire û bi wî awayî êrîş dike.

Êrîşa li Parîsê ya li hemberî gelê me bi plan û zihniyeta dewleta Tirk û rejîma faşîst a AKP-MHP’ê pêk hatiye. Kujer û êrîşkar kî dibe, biryara êrîşê li Enqereyê, ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatiye dayîn.

Em bang li hikûmeta Fransa dikin ku demildest kesên êrîş pêk anîn û hêza li paş êrîşê aşkere bike û ji bo ewlekariya hevwelatiyên Kurd tedbîran bigire. Di heman demê de em bang li hemû hikûmetên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) dikin ku helwestê li hemberî terorone yên dewleta Tirk nîşa bike û êrîşan rawestîne.

Em bang li hemû gelê xwe yên li her derê dikin ku, li saziyên xwe, xwedî derkeve û bê deng û bê hewest nemîne!”