PAJK: Gel û jinên Kurd wê li her derê xwe biparêze û têkoşîna azadiyê berbelav bike

Koordînasyona PAJK'ê diyar kir ku komkujiya Parîsê sûcekî şer e ku ji aliyê şefê faşîst Erdogan ve hatiye kirin û destnîşan kir, ku gelê Kurd wê li her derê xwe biparêze, bi rêxistin bike û têkoşîna azadiyê berbelav bike.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) ji ber komkujiya Parîsê li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya PAJK'ê wiha ye:

"Em pêşenga hêja ya Tevgera Azadiya Jinê ya Kurdistanê hevrê Evîn Goyî ku li her devera Kurdistanê têkoşîna azadiya jinê meşand, mirovên welatparêz hunermendê Kurd Mîr Perwer û welatparêzê me yê hêja Abdurrahman Kizil bi hurmet bi bîr tînin. Ji malbatên wan ên hêja û gelê Kurdistanê re sersaxiyê, ji birîndaran re şîfayê dixwazin.

DIVÊ FRANSA HEM VÊ KOMKUJIYÊ HEM JÎ YA 2013'AN BI HER AWAYÎ EŞKERE BIKE

Desthilata AKP-MHP'ê ya faşîst ku qetlîam organîze kiriye, wê di hêrsa gelê Kurd de bifetise. Vê carê Fransa wê nikaribe qetlîama Parîsê ya duyemîn bike qurbanê berjewendiyên xwe yên siyasî. Dewleta Fransa hem qetlîama ku di 9’ê Çile’ya sala 2013’an hem jî vê qetlîamê, divê di her milî de eşkere bike, bêyî ku ser rastiyan bigre û qetlîama siyasî ku dewleta Tirk pêkaniye şîlo bike, divê edaletê pêk bîne. Ji roja destpêkê ya qetlîamê ve gelê Kurd, dost û tevgera me ku êrîşê protesto dikin, edaletê dixwazin. Em, tundiya polîsên Fransa û zextên siyasî yên hikumeta Elman a li beramberî sazî û şexsiyetên Kurd, şermezar dikin.

HELWESTA BI RÛMET A GELÊ KURD, JINAN, CIWANAN, DILXWAZÊN DEMOKRASIYÊ SILAV DIKIN

Di şexsê şoreşgera jin a Kurd hevrê Evîn Goyî de, tevgera me ya Azadiya Jinê ya Kurdistanê hatiye armanckirin. Hevrê Evîn, li her qadên têkoşîna Kurdistanê bi beşdariyeke şoreşgerî ya sih salan, mîlîtantiya azadiyê û pêşengiya têkoşînê kir. Hevrê Evîn Goyî ya ku cewhera jinên egîd ên gelê Botanê bi nasnameya şoreşgerî re kiribû yek, li hemberî qirkirin, asîmlasyon û siyaseta îmhayê hêrsa Botanê ya sar nabe, meşaleya azadiyê ya gelê Kurd e. Hemû Kurdistanî li ser şopa şehîdan wekî doh îro jî li ser piyan e. Li Ewropayê; Tevgera Jinê ya Ewropa, Tevgera me ya Jinê ya Kurdistanê û gelê me ku xwedî rolekî girîng û kapasîteyeke têkoşînê ye û mîsyona pêşengiyê tîne cih, di şexsê şoreşger Evîn Goyî de, her kêlî bi bilindkirina têkoşînê hesap ji faşîzmê dipirsin û bi vî awayî xwedî li hemû şehîdan derdikevin. Em helwesta bi rûmet ya gelê Kurd, jinên azadîxwaz, ciwanên welatparêz ên Kurdistanê, dost, dilxwazên demokrasiyê bi hurmet silav dikin. Em ê hûnermendê Kurd Mîr Perwer û welatparêzê hêja Abdurahman Kizil ti carî ji bîr nekin.

YEKÎTIYA EWROPAYÊ BI POLÎTÎKAYA XWE ZEMÎNÊ JI KOMKUJIYÊ RE AMADE DIKE

Gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk ji kêliya destpêka êrîşê ve, ev komkujî weke komkujiya duyemîn a Parîsê bi nav kirin û rabûn ser piyan, bêyî ku cih bidin gumanan, dewleta Tirk berpirsyarê vê komkujiyê dîtin. Dewleta Tirk a di dijminahiya Kurdan de sînoran nas nake bi desthilatdariya AKP’ê re cînayetên siyasî li Ewropa pêk tîne, divê ev bê dîtin. Şer, qetlîam, komplo, suîqest xisleta bingehîn a dewleta Tirkiyeyê ye, di her firsend û zemîna ku dibîne de rûyê xwe ê rast dide der. Dewleta Tirk a faşîst tevî ku ev du sed sale û bi teybetî pêncî sal in li Kurdistanê bênavber şerê hundirîn dimeşîne û bi destê saziya MÎT’ê cînayetên siyasî organîze dike jî, polîtîkaya Yekîtiya Ewropayê, welatên Rojavayî, weke 'pirsgirêka teror-ewlekariyê' tînin ziman, ev polîtîkaya tundiya ku ji bo Kurdan rewa dibînin e. Ev piştgirî dayîna siyaseta îmha-înkar-qirkirinê û bûyîna hevkarê sûcên dewleta Tirk a faşîst e. Polîtîkaya ‘teror’ê, ji rejîma faşîst a înkarker, qirker û şerê dijî Kurdan re qilifek navneteweyî dîtine. Ê ku ji vê qetlîamê re zemîn pêşkêş dike polîtîkaya Yekîtiya Ewropayê, NATO, Îngîltere ya li dijî Kurdan e. Di siyaseta komploger a li ser Rêber APO ê ku doza azadiya gelê Kurd temsîl dike de israr û PKK di lîsteya terorê de girtine.

KOMKUJIYA PARÎSÊ BI FERMANA ŞEFÊ FAŞÎST ERDOGAN HATIYE KIRIN

Di serî de Îngîltere, Elmanya, DYE qetlîama Parîsê şermezar kirin, daxuyaniyên dewletên Rojavayî em watedar dibînin, lê belê li dijî Kurdan bila dev ji siyaseta xwe ya dij-Kurd berdin  û em bang dikin bila bi wîjdan, hevgirtî û demokratîk tevbigerin. Rêya vê jî bi muhatabê pirsgirêka Kurd Rêber APO, weke gel bi têkoşîna rêxistinkirî û nasnameya xwe ve statûya wê naskirinê derbas dibe. Polîtîkaya rast a ku ji aştî, demokrasî, azadî, biratî, aramî û ewlehiyê re xizmetê bike, dawî li polîtîkaya tecrîdê ya Îmralî û polîtîkaya şerê ku li dijî Kurdan dimeşîne anîn, ji çareseriya siyasî ya demokratîk re rê vekirine. Ji ber sedemê sûcên şer ên ku kirî rêya darazkirina dewleta Tirk vekirine. Qetlîama Parîs ne bûyerekî ferdî ye an jî êrîşekî nîjadî ya klasîk e. Ev êrîş li hemberî jin û gelê Kurd ê ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, sûcê şer ê bi fermana şefê faşîst Erdogan hatî kirin e. Ev êrîş heman demê de êrîşa li dijî demokrasiya Ewropa, qanûnên Fransa, dewleta Fransa, îrade, yekîtî û yekbûna gelê Fransa ye jî.

GELÊ KURD XWEDÎ WÊ HÊZÊ YE KU DEWLETA TIRK A FAŞÎST QIRKER LI BIN BIXE

Êrîşên serdest û mêtîngeran ên leşkerî, siyasî û aborî li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilat nikarin jin û gelên Kurd çavtirsandî bikin. Rûxmê dijmin û îxanetkaran, Rêber APO gelê Kurd ji nû de zindî kir. Di şexsê Sarayan, Evîn Goyiyan, Bêrîvan Zîlanan, Delal Nurhaqan, Nagîhanan û Jîna Emîniyan de zayîna gelê azad, jina azad pêk hat. Rewşeke nû ya civakî, siyasî heye. Ti êrîş, gefxwarin, zext nikare vê biguhere. Silav ji Sara, Fîdan, Leyla Şaylemez û Evîn Goyiyan re. Silav ji gerîllayên Kurdistanê yên çiyayên Kurdistanê şer dikin re. Silav ji jin, ciwan û gelê Kurdistanê ku rûxmê zilm, zext û hovîtiyê jî berxwedanê didomînin re. Silav ji berxwedêrên zindanan ku têkoşîna rûmetê dimeşînin, deng didin berxwedana civaka Kurdistanê ku bi sekna xwe ya îradî polîtîkayên teslîmkar ên dijmin vala derdixînin re. Qedera hemû perçeyên Kurdistanê bûye yek. Bi ruhê yekîtiya neteweyî îro bi milyonan kes li çar perçeyan û Ewropa li ser piyan e. Ev sed sal ne bêyî jinê û ne jî bêyî Kurdan dibe. Em hene, hebûn û em ê azad hebin. Gelê Kurd di hêza binxistina dewleta Tirk a faşîst, qirker, mêtingeh de ye. Me sond xwariye ku em dijminahiya dewleta Tirk û xayînên hevkar heta bi hetayê di dîrokê de binax bikin.

Gelê Kurd û dostên gelê me yên di pêşengiya jinên Kurd de rabûn ser piyan bi îradeya azadiyê wê tola vê qetlîamê hilînin. Wekî şopdarên vê dozê wê destûrê nedin ser bê girtin. Tevgera me a Jin, gelê me bi hêz in, heya dawiyê ji xwe bawer kirin û ji berê zêdetir têkoşîn û rêxistinbûn bilindkirin wê bi ser bixînin. Gelê Kurd ji dewletên Ewropî demokrasî, wekhevî, hiquqa wekhev hêvî dike. Gelê Kurd dixwaze dewletên Ewropî dema mijar dibe Kurd û pirsgirêka Kurd bêyî ku ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî nêz bibin, bila zagonên xwe pêk bînin. Gel û jinên Kurd, li ku derê dibin bila bibin wê parastina xwe ya cewherî bi rêxistin bikin, xwe bi rêxistin bikin, têkoşîna azadiyê berbelav bikin û bi domdarî bimeşînin bi vî awayî wê xwe biparêzin û azad bibin.

Di şexsê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurahman Kızıl de em hemû şehîdên xwe yên şoreşê carekî din bibîr tînin, bi hêza ku me ji şehîdên xwe girtî em ê têkoşîna xwe heya serkeftinê bimeşînin."