RJAK: Kujerên herdu komkujiyên Parîsê eşkere bikin

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK), Komkujiya duyemîn a Parîsê şermezar kir û ji dewleta Fransayê xwest ku demildest kujerên herdu komkujiyên Parîsê eşkere bikin û hesab ji wan bixwazin.

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) têkîldarî Komkujiya Parîsê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya RJAK’ê de wiha hate gotin:
 

“Em komkojiya duyemîn a Parîsê şermezar dikin. Qetilkirina jin, şoreşger û welatparêzên Kurd li Parîsê ne cara yekeme, em vê komkujiyê weke dewamiya komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo dinirxînin. Hêzên komploger û dewlet netewe di şexsê kesayetên welatparêz û pêşeng de qirkirina tevahî jin û gelê Kurd hedef dikin. Ev komkujî nîşan dide ku di komkujiya 2013’an de ku sê jinên pêşeng û şoreşger hatin qetilkirin, para desthilatdariya Fransayê jî heye.

Hişmendiya kujer ku dewleta Tirk a dagirker pêşengiyê jê re dike û hevkarên wê yên weke hikumeta Fransayê, bi van kiryarên xwe ve, qirkirina jin û gelê Kurd xistina armanca xwe ya sereke. Ev pergala kujer û dijî mirovahiyê bi van şêwazên hovane dixwazin rê li pêşiya têkoşîna azadiyê bigirin û bi tecrîda li ser Rêber Apo û komkujiyan, felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ bê bandor bikin û gelê têkoşer bitirsînin. Lê em ji bo hemû hêzên hegemon û dijminê jiyana azad û demokratîk dibêjin ku ne bi girtine û ne jî bi kuştinê kes nikare rê li ber azadiyê bigire. Ji ber ku em xwedî felsefeya berxwedan û serketinê ne. Bi girtina yek kesî re wê bi milyonan kes dakevin qadan û biryara têkoşîn û tolhildanê bidin.

Em ji dewleta Fransayê daxwaz dikin ku demildest kujerên van herdu komkujiyan eşkere bike û hesab ji wan bixwaze. Di şexsê malbata wan hersê pêşeng û welatparêzên ku hatin qetilkirin de, em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soza dewamkirin û bilindkirina têkoşîna wan didin."