Cangoriyên Qetlîama Parîsê li Mexmûrê hatin bîranîn

Li Kampa Şehîd Rustem Cûdî cangoriyên Qetlîama Parîsê hatin bîranîn.

Duh li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku li taxa Saint Denisê ya Parîsa Fransayê ye, êrişek çekdarî pêk hat. Her wiha êrişkar, gule li restorantek Kurdan û kûaforek li heman kolanê jî reşand. Di encama êrişê de yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn (Emîne Kara), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer û Abdurehman Kizil şehîd bûn.

Ji bo her 3 şehîdên Komkujiya Parîsê li wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê, merasîmek bîranînê hate lidarxistin.

Merasîma bîranînê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê sicîla şehîd hat xwendin her wiha piştî wê li ser navê gelê wargehê Hevseroka Meclîsa Gel Fîlîz Bûdak axivî.

Fîlîz Bûdak di destpêka axaftinên xwe de tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîranî û wiha got: “Rêheval Evîn 33 salên tîjî têkoşîn û berxwedan li her buhustek axa Kurdistanê geriya. Mirov dikare bêje heval Evîn li Rojavayê Kurdistanê di pêşengtiya YPJ’ê de têkoşîna ku li hemberî çeteyên DAIŞ’ê dayî meşandin de xwedî ked û rûmeteke mezin e. Heval Evîn, evîndara welat bû, evîndara heqîqetê bû, evîndara rastiya azadiya jinê bû. Jixwe encex mirov dema bibe evîndarê doza xwe bikaribe jiyan bike. Heval Evîn wekî navê xwe bû, bi evîn ev kar dikir, bi eşq û hezkirin têdikoşiya. Fedayîtî û fedayîbûn bi zanebûn ketina ser rêya têkoşîn û azadiyê encex dikare weke rêheval Evîn be.”

Li ser navê malbatê birayê Şehîd Evîn, Îsmaîl Kara jî axivî û destpêkê tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr anî û got; “Hemû hewldanên me, em ê ji bo van şehîdan li ser piyan bin. Em ê têkoşîna wan bidomînin û ji bo armancên wan pêk bê, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Du caran li Parîsê bêbextî dijî Kurdan dikin, em wan şermezar dikin. Em ê heya dawî ji bo van armancên xwe têbikoşin.”

Merasîm bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Şehîd Namirin’, ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.