Li mala Mîr Perwer a li Mûşê şîn hate danîn

Ji bo hunermend Mîr Perwer ê ku di qetlîama Parîsê de hatibûn qetilkirin, li Mûşê şîn hate danîn.

Ji bo hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) ê ku di qetlîama Parîsê de li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de hatibû qetilkirin, li mala wî ya li Mûşê şîn hate danîn.

Di destê sibehê de ji Bedlîs û Mûşê gelek kes hatin şînê û sersaxî ji malbatê re xwest. Hevjîn, dayik, xwişk, bira û xizmên wî zêmarên bi Kurdî gotin.

Li gorî agahiyên ku malbatê daye, wê cenazeyê Mîr Perwer ji Parîsê bînin Mûşê û wê cenaze li Mûşê were veşartin.