Li Êlihê bi hezaran kes di mîtînga HDP'ê de li hev kom bûn - HATE NÛKIRIN

Partiya Demokratîka Gelan (HDP) bi dirûşma "Na ji şer û xizaniyê re" li Êlihê mîtîngek lidar xist. Bi hezaran kes tevlî mîtîngê bûn.

Di mîtînga HDP'ê de ya li Êlihê bi dirûşma "Na ji şer û xizaniyê re" hate lidarxistin, bi hezaran kes amade bûn. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz ji gel re axivî.

Salîha Aydenîz anî ziman ku desthilatdarî ji bo temenê xwe dirêj bike êrîşî destketiyên Kurdan dike û got, "Lê belê em ê li her derê peyama rêxistiniya xwe bidin."

Salîha Aydenîz got, "Em li Êlihê ne. Çûyîna wan nêz e. Komkujiya li Parîsê bi tundî şermezar dikim. Hikumeta Parîsê bi nixumandina komkujiya li dijî Sakîneyan zemîn ji êrîşeke nû re amade kir. Eger roleke wan tê de nîne bila eşkere bikin bê ji aliyê kê ve hatiye kirin. Kiryarên komkujiyên li Roboskî û Parîsê heman e. Heman dest di dewrê de ye. Ev desthilatdarî dijminatiyeke bêsînor dike. Bi şer, komkujî û destgîrkirinê dest bi pêvajoya hilbijartinê kiriye. Nîşaneya serketinê ya ku em li hemberî êrîşên li ser partiya xwe nîşan didin, parçeyek ji berxwedana me ye. Em ê li her qadê, li her derê li ber xwe bidin. Dixwazin siyaseta Kurd bi girtinê tune bikin. Silav ji hevrêyên li her derê li ber xwe didin. Li girtîgehê ku bûne cihê şîdet û mirinê, berxwedaneke mezin heye. Silav ji yên li nava çar dîwaran li ber xwe didin."

Aydenîz bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrêw Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û got, "Piştî ku ji Rojava encam negirtin êrîşî Başûr, ji wir jî êrîşî Bakur dike. Vê yekê bi budçeyeke li ser dijminatiyê dikin. Aboriya wan têk çûye. Tecrîdê li dijî Birêz Ocalan destpê kir, lê niha li her qada jiyanê belav bûye. Heta ku ev tecrîd dewam bike wê polîtîkayên şer jî dewam bikin. Dixwazin pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê bigirin. Zanin ku Ocalan pêşengê siyaseta demokratîk e. Lewma dixwazin tecrîdê dewam bikin. Nêzîkatiya li Ocalan nêzîkatiya li azadiyê ye. Heta ku Ocalan azad nebe kes nikare qala azadiyê bike. Sebra gelê Kurd nefûrînin. Divê parêzerên Ocalan karibin tavilê pê re hevdîtinê bikin. Azadiya Ocalan nêz e. Ji bo vê jî em ê têkoşîna xwe li her derê mezin bikin."

'MEŞA ME TU ASTENGIYAN NAS NAKE’

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di mitîngê de axivî û wiha got: “Em bersiva herî mezin a li dijî kesên hewl didin HDP’ê bi operasyon, dozên kompasê û destgîrkirinan tune bikin, li van qadan didin. Ev coş, bawerî û piştgirî hêza me ya bingehîn e. Tu kes nikare vîna gel têk bibe û bitepisîne. Hewl dan serî bi rêhevalê me Keskîn bidin tewandin lê wî serê xwe netewand û bi nîşaneya serkeftinê bersiv da. Di 2’yê adara 1994’an de jî heman lîstik lîstin. Parêzbendî rakirin û xwestin serî bi Orhan Dogan bidin tewandin lê nekarîn. Çendek roj berê parlamenteriya Semra Guzel xistin. Xwestin bi wê jî serî bidin tewandin lê nekarîn. Bersiva herî xurt bi mezinkirina têkoşînê tê dayîn û meşa me bêyî ku astengiyan nas bike didome.

POLÎTÎKAYÊN NEÇARESERKIRINÊ

Sedema van zextan a di siyaseta demokratîk de diyar e. Sedema wê polîtîkayên neçareserkirinê ya di pirsgirêka Kurd de ye. Sedema neçareseriyê jî îmha û înkar e. Vê polîtîkaya îmha û înkarê jî li ser sê bingehan dimeşînin. Yek ji wan tesfiyekirina siyaseta demokratîk e. Bi vê yekê dixwazin siyaseta îmha û înkarê mayînde bikin. Lê siyaseta demokratîk li ber xwe dide û mezin dibe. Dê hêza mezin a HDP’ê bi wan bide windakirin. Her ku nikarin bi ser kevin, bêhtir dîn û har dibin û êrîş dikin. Her ku êrîş dikin xwe tune dikin. Hemû desthilatên ku bi polîtîkaya şer nêzî pirsgirêka Kurd bûn, niha di sergoya dîrokê de ne. Ev îktîdar jî ber bi wê sergoyê ve diçe.

POLÎTÎKAYÊN ŞER MEZIN DIKIN

Polîtîkayên dijminatiyê gel xizan dike. Yek stûna vê polîtîkayê jî planên şer in. Li ku derê destkeftiyeke Kurdan hebe êrîşî wir dikin. Mîna tişta niha li Rojava dikn. Polîtîkayên şer, stûna bingehîn a vê desthiladariyê. Xerca ku wan bi hev ve digire, dijminatiya li Kurdan e. Lewma jî em ji şer re dibêjin na. Polîtîkayên dijminatiyê û zîhniyeta nefretê welêt bêhtir xizan dike.

DIVÊ KOMKUJIYA LI PARÎSÊ BÊ RONÎKIRIN

Du roj berê li Parîsê di encama vê nefret û dijminatiyê de 3 kes hatin qetillirin. Xwedê rehma xwe li wan bike. Li holê guman û pirs hene. Tiştên 10 sal berê li wir qewimîn li holê ne. Nezelalkirina qetilkirina Sakîneyan van pirsan zêdetir dike. Lewma jî divê rêveberiya Fransayê jidil tevbigere û vê cînayetê ronî bike. Banga me ya ji bo rêveberiya Fransayê ev e. Kîjan hêz li pişt vê cînayetê ne divê tavilê bên ronîkirin. Da ku êdî serî li van çalakiyên hovane nedin. Em ê vê mijarê têxin rojeva hemû cîhanê.  

SALANE 40 MILYAR DOLAR BO ŞER TÊ XERCKIRIN

Encamên hilweşer ên polîtîkaya şer em di her qadê de hîs dikin. Ji ber vê polîtîkayê mirovên me dimirin û nanê me tê dizîn. Nûnerê AKP’ê Nûrettîn Canîklî bi xwe li Meclîsê ev rastî anî ziman. Li gorî lêkolînan, di nava şerê 40 salan de zêdetirî 3 trîlyon dolar pere hatiye xerckirin. Salane 40 milyar dolar tên xerckirin. Ev pere jî ji berîka gel derdikeve. Her ku şer didome, xizanî zêdetir dibe. Niha 30 milyon mirov di sînorê birçîtiyê de dijî. Heke pereyê bo şer tê xerckirin bi awayekî adilane li gel bihata parvekirin, niha rewşa welêt pir baş bûya. Dê aştî pêk bihata û ev jî bi xwe re edalet û xweşguzariyê tîne. Em li dijî şer in û dibêjin ku çareserî muzakre û guftûgo ye. Li dijî şer em aştiyê diparêzin û di vê armanca xwe de jî em bibiryar in.

TECRÎD XIZANTIYÊ KÛRTIR DIKE  

Tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan, berdewamiya zîhniyeta polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Tecrîd û polîtîkayên şer girêdayî hev in. Her ku tecrîd giran dibe, polîtîkayên şer jî mezintir dibin. Kengî planên şer bikevin dewrê, tecrîda li Îmraliyê jî girantir dibe. Ev 21 meh in ji Îmraliyê agahî nayên girtin. Li gorî agahiyên parêzeran, di dema serdana CPT’yê de Ocalan derneketiye hevdîtinê. Guman zêde dibin, tecrîda girankirî neçareseriyê kûrtir dike, şer û xizantiyê mezintir dike û pêşî li ber demokrasiyê digire. Lewma em dibêjin ku divê tavilê ev tecrîd bi dawî bibe. Di hevdîtina dawî de Abdullah Ocalan digot; ‘heke derfetê bidin min ez ê di hefteyekê de rê li ber pevçûnan bigirim.’

EM DIXWAZIN LI ÎMRALIYÊ BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKIN

Dixwazin bi rêya polîtîkayên şer xwe li ser pêyan bigirin lewma jî tecrîdê giran dikin. Li gel ku tê zanîn Abdullah Ocalan ji bo aştî û çareseriyê xwedî roleke girîng e jî tecrîdê giran dikin. Em dibêjin ku divê ev tecrîd bi dawî bibe. Me jî serlêdan kir û weke hevserokêan dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Hevdîıtina parêzeran mafê wî ye. Ev tecrîd derhiqûqtî ye. Ev îktîdar dixwaze li ser tecrîd û polîtîkaya şer hem siyasetê û hem jî pêvajoya şer dîzayn bike. Tecrîd mijareke sereke ya tevahî welêt e. Divê hemû kesên demokratîk û azadîxwaz li dijî tecrîdê derkevin. Lewma em bang li hemû partiyên siyasî dikin û dibêjin ku; li dijî israra îktîdarê ya di polîtîkayên şer de û dîzaynkirina siyasetê û pêvajoya hilbijartinê, şandeyekê ava bikin û daxwaza hevdîtina li Îmraliyê bikin. Bila kesek ji vê netirse. Sedema bingehîn a neçareseriyê tecrîd e. Lewma divê hêzên siyasî û demokrasiya civakî bi hev re dengê xwe derxînin. Werin em bi hev re ji şer re bibêjin na, daxwaza aştiyê û rakirina tecrîdê bikin.

EM Ê JIYANEKE NÛ AVA BIKIN

Hilbijartin nêz dibe û şer û operasyon didome. AKP-MHP xwe bi vî awayî ji bo hilbijartinê amade dikin. Em jî kolan bi kolan, mal bi mal digerin. Hêza me ya guherandina welat heye. Em ê demokasî, azadî, edalet û hemwelatiya wekhev bînin. Avakirina jiyaneke nû pêkan e. Di hilbijartinan de em ê nehêlin ev welat mecbûrî tarîtiyê bibe.  Em soz didin ku dê vê rewşê biguherînin û îktîdar û pergala talan û zilmê bi dawî bikin. Em ê rêya komara demokratîk vekin û bi hev re bi ser kevin.”