Bazên metropolê li dijî navenda polîsan çalakî pêk anî

Bazên metropolê li Yenîşehîra Amedê li qereqola polîsan xist. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Erka me ye ku em tola hevrê Evîn, Mîr û Abdurrahman hilînin."

Bazên metropolê saet di 22:30 de li dijî dibistana li taxa Şilbê ya navçeya Yenîşehîra Amedê ku hêzên dewleta Tirk a dagirker lê bi cih bûne, çalakiyeke bi molotofan li dar xist.

Di daxuyaniya li ser çalakiyê de wiha hat gotin:

"Dewleta Tirk a faşîst rûyê xwe yê zalim careke din nîşanî gelê me da. Di 23'ê Kanûnê de bi êrîşa hovane ya li Parîsê 3 hevrêyên me qetil kirin. Berî 10 sal bi heman êrîşan hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî hatibûn qetilkirin. Bila gumana kesî nebe, weke ciwanên welatparêz çawan wê demê me sonda tolhildanê xwar, em îro jî bi heman sondê dijîn. Her ciwanekî Kurd divê xwe weke ferdekî tevgera tolhildanê ya PKK'ê bibîne. Divê 24 saetan bi hişmendiya tolhildanê bijî, her serdemê bi çalakiya tolhildanê derbas bike. Divê ruhê berxwedanê yê çiyayan, bibe rêya jiyanê ya hemû ciwanên Kurdistanê. Divê ciwanên me berê xwe bidin berxwedana gerîla yên qehreman û dirûşmeya wan bibe tolhildan. Di van rojên ku em têkoşîna hebûn û nebûnê didin de, divê her kes rewşa xwe zelal bike. Pasîfbûn qebûlkirina têkçûnê ye. Di nav çalakî û berxwedanê de meş tê wateya di rêya Rêber Apo de rêveçûne. Her ciwanekî Kurd fedaîyê Rêber Apo ye. Û divê her ciwanekî Kurd bibe kabûsa dewleta Tirk a faşîst.

'EM Ê BI HÊZA XWE BI SER BIKEVIN'

Êrîşa hovane ya dewleta Tirk a faşîst wê ji bo me tu carî nebe bûyereke asayî. Ew ê tu carî wekî bîranînek ku hêrsa me mezin dike, ji hişê me dernekeve. Jibîrkirin îxanet e. Çawa ku me hevrêyên xwe Sara, Rojbîn û Ronahî ji bîr nekir, em ê hevrêyên xwe Evîn, Mîr û Abdurrahman jî ji bîr nekin. Erka me ye em tola wan hilînin. Jiyana bi hesta tolhildana wan helwesta me ya jiyanê ye. Divê gelê me ti carî vê yekê ji bîr neke. Em ê bi hêza xwe bi ser bikevin. Em ê bi felsefeya berxwedanê ya partiya xwe bigihêjin encamê. Em careke din sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe re dixwazin û dibêjin bila zanibin ku em ê her kêliyê tolê ji dewleta Tirk a faşîst hilînin."