Konseya Rêveber a KCK’ê li ser qetlîama li Parîsa paytexta Fransayê ku tê de 3 Kurd hatin qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê qetlîam wek dewama Qetlîama 9’ê Çileyê pênase kir ku Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan tê de hatin qetilkirin û destnîşan kir ku berpirsa vê qetlîamê jî AKP-MHP û MÎT in.
Daxuyaniyê KCK’ê wiha ye:
“Li dijî Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê êrîşek hatiye kirin û di êrîşê de gelek Kurd birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane. Em vê êrîşa diyar e ku ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve hatiye kirin, şermezar dikin. Yên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Ên di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan, şehîdên nemir ên Kurdistanê ne. Gelê Kurdistanê û dostên Kurdan divê bi awayekê xurt bertek nîşanê vê qetlîamê bidin û bibin xwedî li şehîdên nemir û bibîranînên wan.
Ev qetlîam, dewama qetlîama Parîsê ya 9’ê Çileyê 2013’an e. Dewleta Tirk, bi êrîşa ku 9’ê Çileyê 2013’an li Parîsê kir û 3 Kurdên welatparêz ên şoreşger qetil kirin, qetlîama Kurdan bir Ewropayê. Wek qetlîama 9’ê Çileyê 2013’an ev qetlîam jî ji aliyê dewleta Tirk a qirker û mêtinger û desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ve hatiye kirin. AKP-MHP neyarên Kurdan in û li her derê dijminahiya Kurdan dikin. Kurdistaniyên li Ewropayê jî bi vê hişmendiyê dikin armanc. Ev qetlîam jî ji aliyê dewleta Tirk, desthilata AKP-MHP’ê û MÎT’ê ve hatiye kirin. Eger dewletên Ewropayê û rêxistinên îstixbaratê nebêjin erê û piştgiriyê nekin, dewleta Tirk û MÎT bi tena serê xwe nikarin van êrîşan bikin. Ev rastiyeke li ber çavan e û divê her kes pê bizane. Li cihekê mîna Parîsê, ji aliyê îstixbarat û ewlehiyê ve şopandina her derê tê kirin; bi kirina vê qetlîamê ev rastî derdikeve holê.
Tevî ku eşkere ye ku Qetlîama 9'ê Çileya 2013'an ji aliyê dewleta Tirk û MÎT'ê ve hatiye kirin jî, ev qetlîam ji aliyê dewleta Fransayê ve nehat ronîkirin û rastiya wê derneket holê. Faîlê Qetlîama 9'ê Çileyê li girtîgehê hat kuştin û li ser dosya hat girtin. Eger li ser Qetlîma 9’ê Çileyê nehatiba nixumandin û qetlîam bihatiba ronîkirin, îro ev qetlîam pêk nedihat û wê pêşî li qetlîamên bi vî rengî bihata girtin. Lê belê ji ber ku ev yek nehat kirin û bi dewleta Tirk û MÎT'ê re têkilî berdwam kirin, îro qetlîamek nû pêk hat. Li cihê ku ev qetlîam lê hatiye kirin, nêzî cihê Qetlîma 9’ê Çileyê hatîya kirin û di salvegera Qatlîma 9‘ê Çileyê de jî hatîya kirin. Ev rewşek pir balkêş e.
Şerê ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li dijî Kurdan dide meşandin yek lingê xwe li Ewropayê ye. Zext û destgîrkirinên duh li Elmanyayê li dijî sazî û welatparêzên Kurd hatin destpêkirin û komkujiya îro li Parîsê pêk hat, nîşan dide ku konseptek nû ya li dijî Kurdan a ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li Ewropayê ferz kiriye, hatiye amadekirin û xistiye meriyetê.
Dewleta Fransa diyar dike ku tu eleqeya wan bi van êrîşan re nîne. Ger bi rastî têkiliya wî tune be, divê van qetlîaman ronî bike û rastiyan vebêje. Girêka van êrîşan Qetlîama Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an e. Di vî warî de divê dewleta Fransa Qetlîama 9’ê Çileyê ronî bike û agahiyên qayîl bike ku rastiyê derxe holê. Her wiha divê li ser qetlîma ku îro hatiye kirin raweste û vê qetlîamê ronî bike. Divê helwestên ku vê qetlîamê hêsan dikin an jî tarî dikin nebin. Ger dewlet û hikûmeta Fransa bi vî rengî nêz bibe, giraniyê bide ser vê yekê û rastiyan bi zelalî eşkere bike, wê ev sûc ji holê rabe. Ger wiha nebe, dewleta Fransa nikare ji vê tewanbariyê derkeve û ne em û ne jî gelê Kurdistanê nikarin wisa hizir bikin ku dewleta Fransa bi erênî û bi bawerî nêzîk dibe.
Em baş dizanin ku dewleta Tirk a qirker a kolonyalîst, bi saya pişgiriya ku ji dewletên Ewropayê wergirtiye, qirkirina Kurdan pêk aniye. Eger dewletên Ewrûpayê tenê ji bo berjewendiyên siyasî û aborî bi dewleta Tirk re nekevin nava têkiliyên bi vî rengî, dewleta Tirk nikare polîtîkayên xwe yên qirkirina Kurdan bidomîne. Ev peywendiyên dewletên Ewrûpayê ku tenê li ser berjewendiyên siyasî û aborî pêk tên, wan dike hevparê qirkirina Kurdan. Lê gelê Kurdistanê êdî vê rewşê qebûl nake. Divê tu dewletên Ewropa, bi taybetî jî dewleta Fransa, piştgiriyê nede polîtîkayên qirkirina Kurdan a hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê û li dijî vê derkeve. Nêzîkatiyeke bi vî rengî jî pêdiviya nirxên demokratîk ên Ewropayê ye. Ger tê bawerkirin ku li Ewropayê nirxên demokratîk hene, divê polîtîkayên qirkirina Kurdan ên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ya dij-demokratîk neyê piştgirîkirin.
Divê gelê Kurdistanê û dostên wan biçin Parîsê û bertekên xwe yên demokratîk bi tundî nîşan bidin. Divê her kes biherike Parîsê û heta ev qetlîamên li ser Kurdan ronî bibin, timî di nava çalakiyan de bin. Pêwîste gelê me û dostên gelê me bi awayekî demokratîk bertekên xwe nîşan bidin, ji tundiyê dûr bisekinin. Li hemberî provokasyonan baldar bin û bi rêxistinî tevbigerin. Divê raya giştî ya Ewropayê jî ji bo eşkerekirina rastiyan bi hemû aliyên xwe û ronîkirina van qetlîamên li ser Kurdan zêdetir hewl bide û bi têkoşîna rewa ya demokratîk a gelê Kurd re dengê xwe bilind bike.”