Ji bo Evîn Botan li Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan

Ji bo Evîn Botan (Emîne Kara) ku li paytexta Fransa Parîsê di 23'ê Kanûnê de şehîd ket, li kampa penaberan a Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan.

Ji bo endama Konseya Rêveber a KCK'ê û yek ji pêşengên tevgera jinê Evîn Botan (Emîne Kara) li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kon hate vedan, ku malbata wê li kampê ye.

Şêniyên wargehê bi awayek girseyî serdana konê sersaxiyê kirin. Beriya ku axaftin were kirin, di kesayeta şehîdên konkujiya Parîsê de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgitinê li ser navê şêniyên wargehê Endama Kordînasyona Meclîsa Îştan Nûran Sezgîn axivî û da zanîn ku wê heta dawî li ser şopa şehîdan bimeşin.

Nûran Sezgîn di axaftina xwe de balkişand li ser komkujiya ku di 23’yê Kanûnê de li paytexta Fransa Parîsê û wiha pêde çû: “Heval Evîn tevî hemû zor û zehmetiyan jî yek rojê jî dudilî jiyan nekir û gav paşde ne avêt. Ji ber ku wê sozek ji Rêber Apo re dabû, sozek ji şehîdan re dabû, ji ber wê hertim di nava têkoşînê de bû. Her wiha di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî xwedî seknekî pîroz bû, bi keda xwe, bi nêzîkatiya xwe, bi hembêzkirina malbatên Rojava cihê xwe di dilê her ferdekê de dabû çêkirin. Li ser vî bingehî dijmin bi zanebûn bi vî awayî pêkanî, dibe ku kesekî 69 salî be lê piyonek bû. Duh biryar hat girtin ku pêwîstiya wî kujerî bi tedawiyê heye, ji bo wêjî binçavkirina wî daye rawestandin, ev jî dide diyar kirin ku Parîs di pileya yekem de berpiryare. Eger komkujiya di 9’ê Çileya 2013’yan bihatibûya zelalkirin, ev komkujî jî çênedibû. Em dubare sersaxî ji malbat, rêheval û tevahî gelê Kurdê xwedî wijdan re dixwazin.”

Li ser navê malbatê jî Ebdulah Kara jî axivî û destpêkê xêrhatina tevahî gelê amade kir û got: “ Em tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewinin. Şehîd hemû jî rûmeta me ne, nirxên  me yên herî pîrozin heta ku yek tenê jî hebe emê vê rûmetê bi parêzin. Şehîd Evîn êdî ji kesekî malbatî derketiye, şehîda gelê Kurde. Heta em dawiyê emê li hemberî wan dirûtî û komploya têbikoşin.”

Piştî axaftinan li ber konê sersaxiyê diruşmeyên, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bilind bû. Taziye berdewam dike. Wê di saetên êvarî de mewlîd were dayîn.