Şandeya Parlamentoya Ewropayê û DEM Partiyê serdana Şengalê kir
Şandeya Parlamantoya Ewropa û Nûnerê DEM Partî yê Ewropayê serdana Şengalê kir.
Şandeya Parlamantoya Ewropa û Nûnerê DEM Partî yê Ewropayê serdana Şengalê kir.
Şandeya ku ji endamên Parlamantoya Ewropa û Nûnerê DEM Partî yê Ewropayê pêk tê serdana Rêveberiya Xweser a Şengalê kir. Şande ji aliyê endam û berpirsên Rêveberiya Xeweser a Şengalê ve hat pêşwazîkirin.
Şande ji ber pirsgirêkên di rêde û rênedana wan ji aliyê artêşa Iraqê ve bi qasî 5 seatan dereng gihîştin Şengalê. Destpêkê endamên şandeyê û rêveberiya xweser hev nas kirin.
Piştre Rêveberiya Xweser a Şengalê ji ber derengmayîna wan lêborîna xwe ji şandeyê xwest. Şandeyê jî bersiva, “Hêja bû em ewqas biwestin, Dîtina Şengalê pir girîng bû” da.
Wê şande li gelek navend û saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Dilgeş jî ziyaret bike.
Rêveberiya Xweser a Şengalê dosyaya ku li ser rewşa Şengalê û civaka Êzidî amadekiriye wê radestî şandeyê bike.
Endamên şandeyê wiha ne;
Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê û di heman demê de Hevserokê Koma ÇEP li Parlamentoya Ewropayê Martin Schirdewan
Cîgirê Rêveberê Weqfa Rosa Luxemburgê Philip Degenhard
Nûnerê DEM Partiyê yê li Strasbourgê Fayik Yagizay
Şêwirmenda Fayik Yagizay Dr. Sarah Glynn
Alîkara Martin Schirdwanê Nora Friese-Wendenburg