YRK’ê li ser tevgera komeke kontra hişyarî da

YRK’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku komeke kontra li Merîwan, Kosalan û Hewreman bi cil û bergên gerîla ketine nava tevgerê û zextê li gel dike. YRK’ê ragihand ku divê gel hişyar û baldar be.

Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê li ser tevgera komeke kontra ku cil û bergên gerîla li xwe kirine li Rojhilatê Kurdistanê ketine nava liv û tevgerê, zextê li xelkê herêmê dike û bacê distîne ev agahî da.

“Em Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) diyar dikin ku di demê dawî de li navçeyên Merîwan, Kosalan û  Hewreman komeke kontra ku bi cil û bergên gerîla ketine nava liv û tevgerê. Ev kom ji welatiyên herêmê bacê distîne. Em vê hewldana rejîma dagirker û faşîst bi tundî şermezar dikin.”

YRK’ê destnîşan kir ku siyaseta qirkirin û tinekirinê ya rejîma gendel û diz a Îranê bi reng û rêbazên cuda yên li dijî tevgera azadîxwaz a gelê me bê sînor dewam dike û got “Çalakkirina komên kontra û xwefiroşan ên li hember tevgera azadîxwaz a gelê me parçeyek ji wê bernameya siyaseta dijminane ye. Rejîm bi vê yekê dixwaze derbeyê li çand û rûmeta gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê bide. Weke berê ev karê rejîma wê encam negire û nagire jî.”

YRK’ê anî ziman ku ev koma bi cil û bergên gerîla li Merîwan, Kosalan û Hewreman dest bi tevgerê kirine û got: “Zextê li xelkê me yên van herêman dikin, ti têkiliya vê komê bi hêzên me re nîne. Ev kesên xwefiroş û kontra  ji aliyê rejîmê ve hatine amadekirin. Ev hêz ji aliyê dezgehên îstixbaratê  ya rejîma Îranê ve ji bo zext û êşkencekirina welatiyên gundê herêmê hatine amadekirin. Em ji gelê xwe yê herêmê dixwazin ku li hember kar û kiryarên komên kirêkirî hişyar û baldar bin. Ev yek wê bi hevkariya gelê me bê pûçkirin.”