Zehra Kûrtay a li Fransayê ji bo dersînorkirinê hate binçavkirin

Aktivîsta Çep a Fransayê û yek ji çalakvana greva birçîbûnê ya sala 2000’an Zehra Kûrtay, dema ji bo nasnameya xwe bigre çû walîtiyê ji bo dersînorkirinê hate binçavkirin.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, Zehra Kûrtay ku nexweşê korsakofe û pirsgirêkên wê yên giran ên tenduristiyê hene, di 27'ê Gulanê de dema ji bo nasnameya xwe bigire çû Walîtiya Creteilê, hat binçavkirin. Zehra Kûrtay li ber rîska dersînorkirina ji Fransayê ye.

Buroya Enternasyonal a Buroya Hiqûqê ya Gel, diyar kir ku biryara binçavkirin û dersînorkirinê ‘neqanûnî ye’ û destnîşan kir ku ev yek ‘binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.’ Buroya Enternasyonal xwest demildest Zehra Kûrtay serbest were berdan.

17'ê Kanûna 2013'yan li paytexta Fransa Parîsê 14 endamên Eniya Gel a Tirkiyeyê ji 2 salan heta 7 salan bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin. Di nav wan de Zehra Kûrtay jî hebû.
Zehra Kûrtay beriya niha di sala 2019'an de rastî gefa dersînorkirinê hatibû. Zêdetirî 15 sal in li Fransayê dijî.