KJK: Em ê teqez hesabê vê qetlîamê bipirsin

Koordînasyona KJK'ê têkildarî komkujiya li paytexta Fransa Parîsê ku 3 kes têde şehîd bibûn, daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Em ê teqez hesabê vê qetlîamê ji desthilata AKP-MHP’ê bipirsin."

Koordînasyona KJK'ê têkildarî komkujiya li paytexta Fransa Parîsê ku 3 kes têde şehîd bibûn, daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Gelek watedar e ku gava wê civîn li ser salvegera 10’emîn a qetilkirina hevalên me Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez li Parîsê, bê lidarxistin, ev qetlîam hat kirin. Ji kirina êrîşê, gava ku em ê plansaziya çalakiyên ji bo bibîranîna hevrêyên xwe bikin, diyar e ku kiryarê êrîşê dewleta Tirk e û bi organîzasyona MÎT’ê hatiye kirin."

Daxuyaniya KJK'ê wiha ye:

"23’yê Kanûnê nava rojê êrîşa li dijî Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê û dikandarên Kurd hat kirin, xeleka dawîn a qetlîamên dewleta Tirk a faşîst e. Em ê teqez hesabê vê qetlîamê ji desthilata AKP-MHP’ê bipirsin.

Li gor agahiyên hatine wergirtin 3 welatparêz şehîd bûne û 3 jî birîndar in, em başbûna birîndaran dixwazin, bejna xwe li ber şehîdên xwe ditewînin, em soz didin ku em ê hesabê qetlîamê ji desthilata AKP-MHP’ê bipirsin. Bila serê hemû Kurdan sax be.

KIRYARÊ QETLÎAMÊ DEWLETA TIRK E

Gelek watedar e ku gava wê civîn li ser salvegera 10’emîn a qetilkirina hevalên me Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez li Parîsê, bê lidarxistin, ev qetlîam hat kirin. Ji kirina êrîşê, gava ku em ê plansaziya çalakiyên ji bo bibîranîna hevrêyên xwe bikin, diyar e ku kiryarê êrîşê dewleta Tirk e û bi organîzasyona MÎT’ê hatiye kirin. Kujer û yên li pişta kujer diyar in ji bo me. Desthilata AKP-MHP’ê ye ku xwe bi xwîna Kurdan xwedî dike, ekîba Erdogan-Bahçelî ye. Armanca bi vê êrîşê, tirsandin û ferzkirina radestiyê li Kurdan û jinên Kurd e.

DESTHILATA AKP-MHP’Ê KU LI PIŞT KUJER E DIVÊ BÊ DARIZANDIN

Êv êrîşa li nava Parîsê hat kirin, bi tu awayî nayê qebûlkirin. Nabe ku hesabê wê neyê pirsîn. Eger ser bê girtin û hesab neyê pirsîn, ev ê bibe îspata ku Ewropa, bi taybetî jî Fransa ji êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk re dibêje erê û hevkarê wê ye. Pirsgirêk ne bi tenê girtin û darizandina kujer e. Divê MÎT û desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ku li pişta kujer in jî bên darizandin. Dewletên Ewropayê û dewleta Fransayê bila baş bizanin ku yên îro ev tişt li nava Parîsê li Kurdan kir, sibehê wê hêj bi awayekê hovanetir li gelên Ewropayê jî bikin. Bila tu şik û gumana kesî jê nîn be.

GELÊ ME DIVÊ BI AWAYEKÊ BI HÊZ Û RÊXISTINKIRÎ LI HER DERÊ BERTEK NÎŞAN BIDE

Gelê me yê li Ewropayê, jinên Kurd û dostên me, hevrêyên ji gava destpêkê ve daketin kuçe û kolanan û bertek nîşan dan. Gelek giring e ku ev bertek li her derê bi awayekê xurt û birêxistinkirî li dijî êrîşên faşîst ên qirker bên nîşandan. Divê gelê me li her derê rejîma AKP-MHP’ê teşhîr bike. Kujerên rastîn ev in û bila bixwazin ku li dadgehên navneteweyî bên darizandin.

Desthilatdariya faşîst ji aliyekê ve li Îmraliyê tecrîdek kûr li ser Rêberê me dimeşîne û bi CPT’yê re hewl dide tecrîdê rewa bike, rewşeke ne diyar a ku wê bibe sedema fikarên kûr pêş dixe, ji aliyekî ve her cure sûcên şer li dijî gerîla pêk tîne, li Bakurê Kurdistanê jî li dijî sazî û rayedarên partiyên demokratîk operasyonan dike. Li gel van hemûyan, li navenda Ewropayê vê êrîşê li dijî welatparêz û pêşengên me yên jin pêk tîne. Kurd û jinên Kurd ji wan netirsiyane, paşde gav neavêtine, ji niha û pê de jî natirsin û paşde gav navêjin. Berovajî vê, wê bi dengekî rêxistinkirî û mezintir bersiva van komkujiyan bê dayîn. Faşîzma AKP-MHP’ê wê tu encamekê negire, çi dike bila bike, êdî dawiya wê hatiye û wê were darizandin.

DIVÊ SÛCÊN ŞER ÊN FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê BI AWAYEK XURT WERE TEŞHÎRKIRIN

Divê gelê me, jinên Kurd û dostên me yên li hemû qadên Kurdistanê bi taybet li Ewropayê, vî sûcê şer ê faşîzma AKP-MHP’ê bi awayekî herî xurt teşhîr bikin û çalakiyên xwe bi awayekî xurt pêş bixin. Nayê qebûlkirin ku rayedarên Fransî di daxuyaniya xwe ya ewil de bibêjin ‘Kesekî nîjadperest êrîşek pêk anî‘ û divê destûr neyê dayîn ku navnîşana kujer bi gotinên wiha were tevlêhevkirin. Ev nayê qebûlkirin.

DIVÊ ÇALAKÎ WERIN MEZINKIRIN

Divê dewletên Yekîtiya Ewropayê û dewleta Fransa nehêlin axa wan bibe axên ku Tirkên faşîst xwîna Kurdan tê de dirijîne û jinên azad dike hedef, ji wan hesab bipirsin. Eger ev deh sal in qetilkirina heval Sara bihata pirsîn û ronîkirin, wê ev komkujî pêk nedihat. Di rastiyê de qetlîamên siyasî yên di dîrokên cuda de li Fransayê hatin kirin, ne tesaduf e. Divê ev komkujî jî nebe nependî. Divê raya giştî bi gotina kujer nijadperest e, neyê xapandin û rastî neyê berovajîkirin. Dewleta Tirk a ku tetîk kişandiye û li pişt tetîkê ye, divê demildest bi rêbazên hiqûqî bê darizandin. Divê rastiyan ji gelê Kurd, jinan û raya giştî ya demokratîk re vebêje. Ku nebe ew ê bibin şirîkê vî sûcê şer û dewleta faşîst a Tirk a sûcê şer ku ew hevparê wê ne, wê rojekê xwe jî bikin hedef. Ji ber ku eger pêşî li faşîzmê neyê girtin wê faşîzm hevkarên xwe jî bike hedef.

Êdî dema rawestandina van êrîşên qirker ên faşîzmê ye! Weke Koordînasyona KJK’ê em bang li gelê xwe û dostên xwe yên li hemû qadan dikin, di serî de jin û ciwan, li dijî faşîzmê bibin yek, çalakiyên ku wê faşîzmê tine bikin mezin bikin û belav bikin.”