Li hemberî komkujiyê banga yekîtiyê li hemû Kurdan hate kirin

Kongra Star û Tevgera Azadî li hemberî Komkujiya li Parîsê banga yekitî li tevahiya gelê Kurd û partiyên wan kir.

Meclîsa Giştî ya Kongra Star bi armanca şermezarkirina duyemîn komkujiya Parîsê, li pêşiya Navenda Çandê Ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyaniya ku bi dehan jin tevlî bûn, ji aliyê Endama Kordînasyona Kongra Star a Qamişlo Îbtîsam Elî Hisên ve hat xwendin.

Îbtîsam Elî Hisên komkujî bi tundî şermezar kir, sersaxiyê ji malbatên şehîdan û ji bo birîndaran jî şifa xwest.

‘NE TESADUF E’

Îbtîsam Elî Hisên da zanîn ku ev komkojiya yekem nîn e ku li Parîsê pêk tê û bi bîr xist ku komkujiya 9’ê Çileya 2013’an a li Parîsê bi destê îstîxbarata Tirk pêk hatibû û 3 pêşengên têkoşîna azadiya jin şehîd bibûn.

Îbtîsamê bal kişand ne tesaduf e ku êrîş nêzî 10’emîn salvegera komkujiya 9’ê Çileyê pêk hatiye û got: “Êrîşkarê komkujiya 9’ê Çileyê kuştin ku bila rastî dernakeve holê. Eger em van bûyeran û gelek bûyerên din bînin ber hev, em ê bibînin ku gelê Kurd  bi komployek navneteweyî di qirkirinek etnîk û siyasî re derbas dibe.”

Îbtîsamê destnîşan kir ku berpirsiyariya vê bûyerê MÎT’a dewleta Tirk e û eger dewleta Fransayê ji bo eşkerekirina sûcdaran erka xwe ya mirovî pêk neyine, ew ê wê berpirsiyar bibînin. 

Îbtîsamê bang li tevahiya Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat kir ku dengê xwe bilind bikin û diyar ku ji her demê zêdetir pêwîstî bi yekîtiya Kurdan heye, lewma divê hemû partiyên Kurd bi pêşengiya jinan yekîtiyê ava bikin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

TEVGERA AZADÎ: KOMKUJIYA LI PARÎSÊ, ÊRÎŞA LI SER HEMÛ GELÊ KURD E

Hevserokatiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) derbarê komkujiya duh a li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parisê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de komkujiya li Parisê hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Êrişa duh ku li Parisê hat pêkanîn, weke hewldaneke din a tirsonek ya navendên êrîşkar ên dewleta Tirk a dagirker tê nirxandin. Ev êrîşa terorê, di heman demê salvegera şehîdxistina heval Sakîne û rêhevalên wî de pêk hat. Ji êrişa artêşa Tirkiyê zêdetir, ne tiştek din e. Ji ber ku artêşa Tirkiyeyê li beramberî gerîlayên azadiyê têk çûye û nikare gav bavêje. Ji bo wê hewlên terorkirinê yên bi vî awayî li beramberî xelkê sivîl û hunermendan pêk tîne.”

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li welatê Fransayê kir û demildest berpirsên vê terorê eşkere bikin û radestî dadgehek dadperwer bikin.