Komkujiya Parîsê li Mexmûrê hat protestokirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê meşek girseyî hat lidarxistin û bang li hikûmeta Fransayê hat kirin ku demildest komkujiyê ronî bikin.

Duh li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku li taxa Saint Denisê ya Parîsa Fransayê ye, êrîşek çekdarî pêk hat. Her wiha êrîşkar, gule li restorantek Kurdan û kûaforek li heman kolanê jî reşand. Di encama êrîşê de yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn (Emîne Kara), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer û Abdullah Kizil şehîd bûn.

Li dijî vê komkujiyê şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) meşek girseyî li dar xistin.

Meş li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir û heta li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) dom kir.

Di meşê de alên “PKK, HPG, YJA-STAR û KCK’ê” hatin hildan. Her wiha dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bimre faşîzm” hatin berzkirin.

Li ber avahiya NY, deqeyek rêz ji bo tevahî cangoriyên azadiyê hat girtin û piştre daxuyaniyek ji aliyê Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Yûsif Kara ve hat dayîn.

Yûsif di destpêka axaftina xwe de  balkişand ser komkujiya li Parîsê û wiha got: “Dewletên dagirker ji bo berjewendiyên xwe yên dewletî van komkujiyan li ser gelê Kurd û zarokên Kurdan pêk tînin. Pêwîste wek gelê Kurd em van mijaran di aliyê xwe de baş lêkolîn bikin ku em nekevin gafleta ku wê dewletên desthilatdar wê ji bo me demokarasiyê bîne. Em wek gelê wargehê bang li raya giştî ya Kurdistanî dikin ku li derdora pakrawanên azadiyê yên mîna Evîn bibin yek. Ger em layîqê wan pakrawanan bin pêwîste em li doza wan xwedî derbikevin. Em ê xwîna wan pakrawana li erdê nehêlin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azad” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.