Konferansa Meclîsa Ciwanan: Wê têkoşîna me tecrîdê bişkîne

Di Konferansa 3’emîn a Meclîsa Ciwanan a HDP’ê de peyam hate dayîn ku wê bi têkoşînê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were azadkirin.

Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşmeya “Bi ciwanên rêxistinkirî re, ber bi pêşerojeke azad ve" konferansa xwe ya 3'yemîn li Eywana Konferansê ya Kaplan City a navçeya Peyas a Amedê pêk anîn. Ji bajarên bakurê Kurdistanê gelek ciwan, hevserokên HDP’ê yên Amedê Gulîstan Atasoy, Zeyad Ceylan, parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç û Berdevka Meclîsa Ciwanan parlementer Dêrsim Dag beşdarî konferansê bûn. Piştî ku polîsan ciwan saxtî kirin, ciwan ketin salona konferansê û di dema lêgerînê de zarokekî 16 salî hate destgîrkirin.

Li Eywana konferansê li gel wêneyên Nagîhan Akarsel, Hevrîn Xelef, Denîz Poyraz û Jîna Emînî pankartên li ser "Em ê bi jina rêxistinkirî re, serkeftinê biafirînin", "Bi zanîngehên xweser ên azad re, civaka demokratîk" , "Ciwan bi têkoşîna xwe li hemberî îxanetê ser dikeve" hatine nivîsîn hatin daliqandin. Ciwanan li gel axaftinan dem dem bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" , "Ciwan fedayîyên Rêber Apo ne" berz kirin.

'TÊKOŞÎNA ME WÊ BIDOME

Dêrsim Dag bi van gotinan dest bi axaftinê kir: "Desthilata AKP'ê û MHP'ê bi eşkerahî êrişî siyaseta demokratîk ya Kurdan dike. Her çiqasî îro êrişî parlementerên Kurdan werin kirin, werin girtin yan jî parlementeriya wan were betalkirin jî bila baş were zanîn ku Kurd li vîna xwe û siyaseta demokratîk xwedî derdikevin. Ji ber vê sedemê ye em bi israr in. Li ku derê ciwanên Kurd xwebirexistin dikin li wir êrişeke mezin heye û êrişên li ser destkeftiyên wan pêk tên. Zanîngehên ku bûne hola ciwanan mixabin herî zêde jî zext lê zêde ne. Ji ber ku desthilata heyî dixwaze ciwanan li gorî xwe biafirînin. Lewra hertim zanîngeh bûne lûtkeya serhildanê. Bila baş were zanîn wê têkoşîna me li van qadan berdewam bike."

 KOMKUJIYA PARÎSÊ

Dêrsim di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser Komkujiya Parîsê û got: "Li Parîsê 3 rêhevalên me hatin qetilkirin. Em rêhevalên xwe ji vir bi bîr tînin û em soz didin wan; em ê aştî û azadiyê bînin vî welatî. Em ê ji Dîasporayê heya Başûr û heya vir, ji girtîgehan heya qadan têkoşîna xwe bidin berdewamkirin. Çawa ku li her deverê tecrîd heye wê têkoşîn jî li her deverê pêk bê. Çawa ku li Îmralîyê tecrîd dest pê kir têkoşîn jî mezin bû. Em cardin soz didin ku em ê di kesayeta birêz Abdûllah Ocalan de gelê Kurd azad bikin. Çi dibe bila bibe wê encam serkeftî be."

'CIWAN VAN POLÎTÎKAYAN QEBÛL NAKIN'

Parlementerê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç jî di destpêka axaftina xwe de dîyar kir ku tije bûna eywanê nîşaneya mezinbûna têkoşînê ye û got: "Li vê eywanê peyamek tenê heye ji bo heval û dijminan. Ev peyam jî 'Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî ser bikevin' e. Niha hemû sîstem herî zêde ji hebûna ciwanan ditirsin. Bi taybetî jî hêza ciwanan ya guherîn û pêşveçûnê tirsa sîstema kapîtalîst e. Ji Bogazîçî heya Kobanê ji wan ciwanan ditirsin. Ji ber vê herî zêde êrişî vê qadê dike û dixwaze di bin rêveberiya xwe de bihêle. Ji ber vê jî hemû rêbazên hovane bêyî ku paşve biçe dixe meriyetê. Ciwan van polîtîkayan qebûl nakin. Beriya niha jî gelek hewildanên wan pêkhatin lê bi ser neketin. Ciwan li her deverê li ber xwe didin."

Sarisaç, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û wiha got: "Tecrîd ne tenê li ser rêzdar Ocalan li ser hemû civakê heye. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Zagona dijmin a li Îmraliyê tê sepandin, di rewşeke wisa de ye ku bi şêweyên hiqûqî nayê ravekirin. Dema deriyê Îmraliyê hat girtin, tecrîd girantir bû, bû sedem ku deriyên şer vebin. Birêz Ocalan ne tenê kesek e, di dîroka têkoşîna 50 salî de Kurd ji nû ve afirandiye. Azadiya fîzikî ya rêzdar Ocalan wê bi têkoşîna me pêk were.”