Cenazeya gerîlaya YJA Starê Guler Gungen hat veşartin

Cenazeya gerîlaya YJA Starê Guler Gungen ku di şerê li Çiyayê Cûdî de şehîd bû, hat veşartin.

Cenazeya endama YJA Starê Guler Gungen a ku li herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê di şer de şehîd bû, anîbûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Malbata Gungen cenaze teşhîs kiribûn lê belê cenaze nedabûn malbatê. Li gel derketina encama mînaka xwînê ya îro, cenazeyê Gungen radestî malbata wê hat kirin. Malbata Gungen cenaze teslîm girtin û li gundê Avgamasya yê Şirnexê veşartin.

Polîsan destûr neda ku ji dervey malbata Gungen, kesek din tevlî merasîma veşartina cenaze bibe.