Bayindir: Çi dikin bila bikin wê têk biçin

Hevserokê giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir ê ku li Amedê hat destgîrkirin got, “Tu kes nikare serê Kurdan bitewîne. Çi dikin bila bikin wê têk biçin."

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê ku di çarçoveya qirkirina siyasî de di saetên sibê de li Amedê hate destgîrkirin, bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Bayindir ku li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tê girtin, bi rêya parêzerên xwe peyam şand. 

Bayindir destnîşan kir ku lêgerîn û destgîrkirinên wan ne hiqûqî ne û got, “Ev rewş konsepteke ku demeke dirêj xistine dewrê. Desthilatdariya ku bi nêzîkbûna hilbijartinê re têk diçe, dest bi operasyonên qirkirina siyasî kiriye. Çi dikin bila bikin wê têk biçin. Em ji hemû gelê xwe re silav dişînin. Em girtî jî bin wê têkoşîn bidome. Hevalên me yên ji derve wê têkoşînê bidomînin. Tu kes nikare serê Kurdan bitewîne.”