Rêveberiya Xweser a Şengalê banga xwedîderketina li Mexmûrê kir

Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî êrîşên Iraqê yên li ser Mexmûrê, bang li gel û dostên gelê Kurd kir ku xwedî li Mexmûrê derkevin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser hewildanên dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji aliyê hikumeta Sûdanî ve li dijî îradeya gel pêngaveke hatiye despêkirin û ev pêngav niha li Şengal û Mexmûr ketiye meriyetê.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê wiha ye:

“Li hemberî gelê me yê Mexmûrê hewildanên dorpêçê hene, ev hewildan ne ji ber valahiyekê, ji ber armancên cudatir in. Wek tê zanîn bi dehên salan e gelê me yê Mexmûrê ji bo dest ji doza xwe ya Kurdîtiyê bernede û teslîmî dewleta Tirk a faşîst nebe xeta koçberiyê hilbijartiye. Di nava 30 salî de rastî hemû cure nexweşiyan û êrîşan hatine. Heya niha jî ev xelkê Mexmûrê wek koçber mafê wan nehatiye dayîn û her dem bi zextên dewleta Tirk û bi hevkariya PDK’ê di serî de NY’ê û hikumeta Iraqê bi çavekî din li wan meyze dikin û ji hemû mafê xwe yên koçberiyê bêpar mane.

Ruxmî ku ev zêdetir ji sê salan e ev wargeh di bin ambargoyê de ye û ji ber astengiyên ji aliyê PDK’ê ve li himber hatin û çûna wan gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Carek bi tenê jî PDK bi berpirsyartî nêzî wan nebûye. Mixabin Hikumeta Iraqê jî taybet piştî ku Sûdanî buye serokwezîr zextên li ser gelên azadîxwaz zêde bûne û dixwazin gel têxin bin kontrola xwe.

Çawa li Şengalê pêşmergeyên PDK’ê û hikumeta Iraqê terka Şengalê dan, em di nava destê çeteyan de hiştin, ev yek bû sedema qetilkirin, revandin û firotina bi hezaran jin û zarokên vê civakê, heman rev li Mexmûrê jî çêbû. Lê xelkê Mexmûr bi îradeya xwe li himber çeteyan sekinîn û ne tenê wargeh hemû derdora xwe parastin û neketin destê çeteyan.

Em dibînin ji aliyê hikumeta Sûdanî ve pêngavek li dijî îradeya gel hatiye despêkirin, ev pêngav di niha de li Şengalê û Mexmûr ketiye meriyetê û ji bo gel bikin bin kontrola xwe di nava dek û dolaba de ne. Li Şengalê bi pêkanîna hevpeymana 9’ê Cotmehê û li Mexmûrê jî bi dorpêçkirina wargehê. Ji bo em van planan têk bibin em ê bi hev re di nava tekoşînê de bin û mafê xwe yê parastinê bi kar bînin. Îradeya xwe em ê bi tu awayî teslîm nekin û em bang li hikumeta Sûdanî dikin, bila dest ji van lîstoka berde û nebe hevkarê dewletên derve. Ji şûna Iraq bi aliyên derekê re li hev bike û êrîşî ser gel bikin, bila were em bi hevre danûstandin bikin û pêşengiyê ji Iraqek demokratîk re bikin.

Bi navê gelê Şengalê em berxwedaniya, jin, ciwan, zarok, kal û hemû gelê xwe yê li Mexmûrê silav dikin. Em dibêjin êş û aqûbeta me û xelkê Mexmûr yek e, heya dawî em ê bi gelê xwe re bin û bi îradeya xwe em ê bi ser bikevin. Ji bo em bigihînin azadiya xwe û hemû planan têk bibin em ê tekoşînek hevpar bidin meşandin û destê xwe bixin destê hev. Li ser vî esasî em bang li tevahiya gelê xwe û dostên wan dikin, îro gel rastî zilmê tê, îro Mexmûr û Şengal in sibe hemû cihên din in. Pêwîst e gelê me bi biryardarî hemû destkeftiyên xwe biparêze û rê nede carek din bikevin bin kontrola ti aliyekî.”