Xelkê Mexmûrê: Em qebûl nakin û em ê li ber xwe bidin

Welatiyên Mexmûrê ku ji duh ve li ber wesayîtên zirxî û artêşa Iraqê kon danîne û li ber xwe didin, anî ziman ku wan ti demê zilm qebûl nekiriye, ji niha şûnde jî qebûl nakin û ew ê li ber xwe bidin.

Artêşa Iraqê bi dehan wesayîtên zirxî û leşkerî duh hewl dan ji çend cihî ve bikevin nava Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kule daynin û bi têlan dora kampê bigirin. Li ser vê xelkê Mexmûrê herikî pêşiya wan û pêşî lê girtin.

Heta saetên êvarî pêşiya wan girtin, di saetên êvarî de artêşa Iraqê êrîşî gel kir û ciwanek birîndar bû.

Ji bo rê neyê dayîn artêşa Iraqê bikeve nava Mexmûrê welatiyan kon vedan û dest bi çalakiya nobedê kirin. Ji duh ve çalakî dewam e.

Welatiyên di nava nobedê te hestên xwe ji ANF’ê re vegotin.

‘EM ALÎGIRÊ AZADÎ Û WEKHEVIYÊ NE’

Welatiyê bi navê Sadiq Evdal got “Her demê xwesteka me azadî û biratî ye. Ji vê zêdetir tişteke din ne ji kesê û ne ji dinê naxwazin. Em ji derveyî rêya azadî û aştiyê tişteke din naxwazin.”

‘ME KULE QEBÛL BIKIRA EV QAS WAR PIŞT XWE NE DIHIŞT’

Evdal li ser pirsa danîna kuleyan jî got: “Eger me kule û danîna têlan qebûl bikira, me evqas war nediguherand. Me ji ber qebûl nekir, bar kir û herî dawî em hatin vir. Me têl û kule qebûl bikira me yê li warê xwe qebûl bikira. Em zilmê qebûl nakin. Em li dijî zilm û heqaretê ne. Çi bi me bê, teqez em qebûl nakin, biryara me wekhevî ye. Di dîrokê de qet me zilm qebûl nekiriye, ji niha şûnde jî em qebûl nakin.”

‘EM QET QEBÛL NAKIN, EM Ê LI BER XWE BIDIN’

Dayika bi navê Meryem Cindî jî ku li konê nobedê ye helwesta xwe anî ziman û got: “Em qebûl nakin ku dora me bê girtin, em ê li ber xwe bidin. Heta em sax bin û xwîn di canê me de hebe, em rê nadin ku ew bi ti awayî bikevin nava wargehê. Em ê li ber xwe bidin.”