Xazî Feysel: Bela xwe ji Kampa Mexmûr vekin

Fermandarê Xwebexş ê pêşmergeyên YNK’ê yê Herêma Mexmûrê Xazî Feysel bal kişand hewldana Iraqê ya li ser Kampa Mexmûrê û got, divê her kes vê rewşê cidî binirxîne û got: “Destê xwe ji kampê bikişînin.”

Duh di saetên sibehê de hêzeke Iraqî ya bi wesayîtên zirxî û kepçeyan xwestin dor li Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bigirin û li aliyekî têl raçandin û li aliyê din kule danin. Li ser vê yekê xelkê Mexmûrê derket qadan û pêşiya wan girt.

Li ser hatina hêza artêşa Iraqê ya hatî Mexmûr û bûyerên rû dayîn Fermandarê Xwebexş ê pêşmergeyên YNK’ê yê Herêma Mexmûrê Xazî Feysel agahiyên balkêş da ANF’ê.

‘EV HÊZ JI MÛSILÊ HATINE’

Feysel diyar kir ku weke hûn jî dizanin duh hêzeke zêde ya leşkerên Iraqê hatibûn xwestin bikevin Kampa Mexmûr û got: “Lê divê ev bê zanîn hêzên hatin ne hêzên girêdayî ewlehiya navçeya Mexmûrê bûn, ew hêz li gorî agahiyên me girtîn ji Mûsil hatine. Xelkê kampê rê nedan wan.”

‘ME GOT: BIÇIN KULE LI DIJÎ ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê LI QEREÇOXÊ DEYNIN’

Feysel Xazî anî ziman ku ew jî tevlî civînên rayedarên Kampa Mexmûr û artêşa Iraqê bûye û ev agahî da: “Em bi xwe tevlî civînan jî bûn. Me ji bo wan got ku heta niha ti bûyerek kuştin, karê terorîstî pêk nehatiye. Eger hûn dixwazin kuleyan danin, biçin li aliyê çiyayê Qereçox danin. Dest jî vê yekê berdin.”

Xazî li ser aloziyên derketin jî agahî da û got: “Mixabin hinek alozî derket, ji welatiyan du kes birîndar bû, yek ji wan birîna wî giran bû. Duh şev hinek din baştir bûye.”

‘HÊZ HÊ LI HERÊMÊ MANE, XELKÊ MEXMÛRÊ JÎ LI BER XWE DIDE’

Fermandarê Xwebexş ê pêşmergeyên YNK’ê yê Herêma Mexmûrê Xazî Feysel li ser rewşa dawî jî agahî da û got: “Ew hêz hê li wir maye, her wiha xelkê Mexmûrê jî li ber wan rawestiyane.”

Xazî diyar kir ku li pişt vê hêzê aliyên siyasî hene. Hêz sewqî vê herêmê hatiye kirin.

‘KAMP DI BIN ÇAVDÊRIYA NY Û PARASTINA IRQÊ DE YE’

Xazî destnîşan kir ku ji sala 1998’an heta niha li vê kampê welatiyên Bakurê Kurdistanê dijîn, ji ber zilma diktatoriya dewleta Tirk ye hatine û got: “Ev kamp di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de û parastina Iraqê de ye.”

‘NAVENDA ŞÛRTE YÊN IRAQÊ LI NAVA KAMPÊ HEYE’

Fermandarê Xwebexş ê pêşmergeyên YNK’ê yê Herêma Mexmûrê Xazî Feysel diyar kir ku pêwîstî bi hêz anîna nava wargeha Mexmûrê nîne û ev agahî parve kir: “Divê ev yek bê zanîn ku navendeke ya şurte ya Iraqê li nava kampê ji xwe heye. Ji bo wê hewce bi vê yekê nîne ku hêzê bixin nava kampê. Gelek carî rayedarên Iraqî hatine nava kampê lêkolîn kirine û çûne. Ev a niha tê kirin, dixwazin şer derxin.”

‘DIVÊ MIJAR CIDDÎ WERE NIRXANDIN’

Xazî bal kişand ser metirsiyên li herêmê û wiha domand: “Divê Neteweyên Yekbûyî, Iraq û parlementer û çapemenî tev vê mijarê cidî binirxînin. Çima pêwîst dike ku niha hêzê bibin nava kampê û dorî wê kule û têl bikin. Bila kuleyan li çiyayê Qereçox danin li dijî çeteyên DAÎŞ’ê herêmê biparêzin, ne ku dor li Kampa Mexmûr a sivîl bigirin. Ev xelkê sivîl in, bê parastin in, ne çekdar in.”

HÊZÊN TAYBET IN Û JI DERVE JI BO ŞER HATINE’

Fermandarê Xwebexş ê pêşmergeyên YNK’ê yê Herêma Mexmûrê Xazî Feysel li ser hêzên ku hatine herêmê jî agahî da û got: “Li gorî agahiyên me girtî, hêzên taybet in û ji derve hatine, ne yê navçeya Mexmûrê ne. Navê hinek ji wan li gel me hene û dîsa li gel rayedarên wargehê jî hene ku dixwazin şer û aloziyê derxînin. Mijarên siyasî li pişt e. Divê lêkolîn bê kirin, ev hêz kî ne û çima vê dikin? Kî fermandariyê ji vê hêzê re dike?”

‘REWŞA XELKÊ HERÊMÊ ALOZ E, DIVÊ ALÎKARÎ BI HER RENGÎ BÊ KIRIN’

Herî dawî Xazî bal kişand ser jiyana xelkê Mexmûrê û got: “Di warê jiyanî û ewlehî de xelkê kampê di rewşeke aloz de ne. Divê ne tenê di warê siyasî û netewî de, divê piştevanî di her warê mirovî de bê kirin.”